Tevgera Jinên Azad (TJA) li Qonaxa Îskender Paşa ya li Amedê deklarasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir. Piştî eşkerekirina deklarasyonê jin ni çepik, dirûşme û tilîliyan ber bi Şaredariya Sûrê ve meşiyan. Aktîvîstên TJA’yê, Berdevka Meclisa Jinan ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû û Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Berîvan Bahçeçî jî beşdarî meşê bûn. Jinan gelek caran dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan Azadî’’ û ‘’Qeyûm ji Kurdistanê bicehime’’ berz kirin. tevî hewlên polîsan ên astengkirinê jî jinan meşa xwe berdewam kir.
‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYA MÊR-DEWLETÊ BERDEWAM DIKE’
Berdevka Meclisa Jinan ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû li pêşiya bînaya Şaredariya Sûrê daxuyaniyek da. Turkoglû da zanîn ku têkoşîna li dijî tundiya mêr-dewletê berdewam dike û got em bi ‘’tundiya mêr-dewletê re rû bi rû ne. Turkoglû di berdewamiya axaftina xwe de îfade kir ku dixwazin dengê têkoşîna jinan qut bikin.
‘TÊKOŞÎNA GELÊ KURD HEDEF TÊ GIRTIN’
Turkoglû piştre anî ziman ku bi rêya qeyûman têkoşîna gelê Kurd hedef tê girtin û ev yek anîn ziman: ‘’Di serî de Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Colemêrg em desteserkirina şaredariyan qebûl nakin. Em dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Em ê ji bo jiyana azad û wekhev têkoşîna xwe bidomînin û mezintir bikin.’’
‘EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN’
Turkoglû di dawiya axadftina xwe de destnîşan kir ku ew ê qeyûman bişînin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’ Em qeyûman qebûl nakin. Em ê qeyûman bişînin. Em ê hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin da ku di siyaseta Tirkiyeyê de tiştekî bi navê qeyûm tune be. Têkoşîna jinan a ji bo wekheviyê tê înkarkirin. Dibe ku vê ferz bikin lê gel bi sedsalan bi têkoşîna wekhevî û azadiyê hatiye heta roja îro. Ji niha û pê ve divê tu kes nikaribe me neçar bike ku em mîna koleyan bijîn. Em ne koleyê kesî ne. Ji niha û pê ve em ê ji bo jiyanek bi rûmet û wekhev têbikoşin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘’Jinî Jiyan Azadî’’ û çepikan bi dawî bû.