Çarşem, 8 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tirkiye li ber biryara DMME’yê ya têkildarî Demîrtaş rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aştiya ku li muxatabê xwe digere – II

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtî: Bi pêşengiya Rêber Apo ber bi serketinê ve!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Abdullah Yilmaz ê ku 30 sal şûnde hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî: Banga 27’ê Sibatê ji bo me diyarker e, komîsyon divê biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ: Ciwanên Kurd wê şehîdan ji xwe re bikin mînak

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê komployê pûç bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Veguherîna demokratîk û avakirina civakî wê bibe bersiva herî bi wate a li dijî komployê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em li kêleka xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînera 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şengaliyan êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    RAJÊ: Em ê li ser xeta Gurbetellî û Nujiyan bibin dengê jinên Êzidî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ketin hundirê Meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşvanên jin: Guh bidin pêşniyara Birêz Ocalan a ji bo siyaseta muzakere û demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nava mehekê de li Herêma Kurdistanê 4 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Gurbetellî Ersoz em perdeya tarîtiyê radikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em bi awayekî xurt beşdarî çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Navenda berxwedana çandî ya 34 salî: NÇM

    Ji aliyê Stêrk TV

    Suleyman Çarnewa: Di 25’ê Cotmehê de em bi milyonan re daxwaza aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka li ser Kurdên Anatoliya Navîn li Skandînavyayê hate nasandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma Vartinîs wê li Berlînê bê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed wê ji fîlmên dokûmanter têr bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Denîz Bîlgîn ‘Pioggia di nuvole’ bi xwînerên xwe re tê cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
Jin

Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in

Jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî li gelek bajaran daketin qadan û tundiya mêr-dewletê protestokirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jin daketin qadan û li dijî tundî, xizanî, newekhevî, tecrîd û şer bûn yek deng. 

RIHA 

Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê li pêşiya baroyê daxuyanî da. Li gel endamên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), gelek parêzer jî tev li daxuyaniyê bûn. Cîgira Seroka Navenda Mafên Jinan Şîrîn Kizilkaya di daxuyaniyê de got: “Em ê dîwarên bi tundiyê li dijî jinan hatine avakirin bi hev re hilweşînin. Jiyaneke wekhev, azad û bêtundî ya jinan, mafekî mirovî yê bingehîn e ku nabe mijara bazariyan. Lewma divê tavilê Peymana Stenbolê bikeve meriyetê, qanûna hejmar 6284’ê bêkêmasî bikeve meriyetê û dawî li polîtîkaya necezakirinê bînin. Ji bo vê jî dê têkoşîna me bidome.” 

 Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

EDENE

Komîsyona Mafên Mirovan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Endamên Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Edeneyê û aktîvîstên TJA’yê jî tevlî bûn. Zehra Aydin li ser navê komîsyonê rapor eşkere kir û bal kişand ser dîrok û têkoşîna jinan. Zehra Aydin, diyar kir ku ew ê li dijî her cureyên şer derkevin û jiyanê biparêzin. 

Zehra Aydin diyar kir ku di mehên Çile û Cotmehê de 15 jin hatine qetilkirin û ev agahî parve kir: “Piraniya jinan bi çekan û kêran hatine qetilkirin. Jin, li her qadê rastî zayendperestî û çanda tundiyê ya zîhniyeta nêrza diafirîne re rû bi rû dimînin. Em careke din banga bidawîkirinê vê dikin û dibêjin; dewlet mecbûr e ku ji bo parastina jinan a ji tundiyê her cureyên tevdîran bigire. Divê cihêkariya bingeha xwe ji zayendperestiyê digire ji holê rake. Divê dev ji polîtîkayên necezakirinê berde. Weke jinên ÎHD’î dê têkoşîna me ya li dijî tundiyê ser jinê bidome.”

Piştî daxuyaniyê, jin çûn Şaxa PTT’ê ya Cumhuriyetê û ji bo Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê ji Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re name şandin. 

ŞIRNEX

Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Gelek parêzer tevlî bûn. Parêzer Gulbahar Bîlgîç diyar kir ku tundiya li dijî jinan roj bi roj zêde dibe û ev tişt anî ziman: “Pêşiya tundiya li dijî jinê nayê girtin û mafên jiyan, cihê hewînê û parastinê yên jinan nayên parastin. Lewma jî tundiya li dijî jinan bi polîtîkayên necezakirinê biencam dibin.” 

COLEMÊRG

Li Colemêrgê jî jinan tevî hewayê sar jî li Xaçerêya Nexweşxaneya Dewletê hatin gel hev û heta Mala Mamosteyan a berê meşiyan. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin û gelek jin tev li meşê bûn. Di meşê de pankarta “Li hemberî şerê taybet jin, jiyan, azadî” û dovîzên “Şoreşa jinê azad dike” û “Jin jiyan e, jiyanê nekuje” hatin hilgirtin. Jinan, gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana jinan”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin. 

Bêrîvan Bahçecî di daxuyaniyê de wiha got: “Jin ne tenê di 25’ê Mijdarê de dê her roj têkoşîna xwe ya li dijî tundî û zextê mezin bikin. Dê têkoşîna xwe ya li dijî şerê taybet mezin bikin. Em ê polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê li dijî ciwanan dixin meriyetê teşhîr bikin û li dijî wan têbikoşin. Em ê bi tu awayî rê nedin şerê taybet. Dê li her tax, kolan û qadê rûyê qirêjî yê şerê taybet teşhîr bikin. Li dijî vê em ê civaka exlaqî û polîtîk ava bikin.” 

AGIRÎ

Jinan xwestin li Agiriyê jî meşê li dar bixin lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Jinên ku li pêşiya avahiya PTT’ê hatin gel hev, dovîzên “Sûcdaran neparêze, bidarizîne”, “Jin, jiyan, azadî”, “Peymana Stenbolê dide jiyîn” û “Tundiya li ser jinê qirkirina civakê ye” hilgirtin. Jinan, bertek nîşanî astengkirinên polîsan dan. Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr diyar kir ku li dijî tundiyê li qadan e lê bi astengkirinên polîsan rû bi rû dimînin. 

Jin, ji pêşiya PTT’ê heta avahiya DBP’ê ya Bajar meşiyan. 

WAN

Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê li salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya baroyê civîna çapemeniyê li dar xist. Evîn Kiliç a ku daxuyanî da wiha got: “Polîtîkayên bêcezakirinê ya desthilatê rê li ber newekheviya zayendî ya civakî vedike û pirsgirêkê kûrtir dike. Windakirina Rojîn Kabaîş a ku eme dişopand mînaka van polîtîkayan e.” 
Evîn Kiliç xwest ku jinên ku jiyan û azadiya wan di metirsiyê de ne serî li navenda wan bidin.

ÎDIR

Bi pêşengiya TJA’yê ya Îdirê jin li ber avahiya DBP’ê ya Îdirê li hev civiyan û heta ber Bîrdariya Mûsa Anter meşiyan. Meclisa Jinan a DBP, DEM Partiyê, hevşaredara Îdirê Necla Kûm, endamên meclîsa bajêr û gelek jin beşdarî meşê bûn. Di meşê de jinan pankarta “Li dijî tundiya mêr-dewletê; jin, jiyan, azadî” hilgirtin. 

Endama PM’ê ya DBP’ê Sînem Seven li ser navê çalakgeran daxuyanî da û wiha got: “Ya ku herî zêde ji tecrîdê bandor dibe jin in. Em jin azadiya jinê di azadiya Birêz Ocalan de dibînin. Li Kurdistanê li ser parastina ziman û çanda zikmakî polîtîkaya şerê taybet tê meşandin. Desthilat ji ber ku ji têkoşîna jinan ditirse zextê li ser jinan dike.”

Meş bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

MÊRDÎN 

Jinên di pêşengiya Platforma Jinan a Mêrdînê Şahmaran de li çerxerêya Qoserê ya Mêrdînê hatin cem hev, bi pankart û tilîliyan meşiyan. Di meşa ku heta Parka Karayollari berdewam kir de dirûşmên “Kuştina jinan polîtîk e”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî hevgirtina jinan” hatin berzkirin. Jinan dema navên jin û zarokên hatine qetilkirin dihat xwednin bi gotin “Li vir e” bersiv dan.

Ewilî Gulîzar Îpek Bîlek axivî. Gulîzar Îpek Bilek bi bîr xist ku Walîtiya Amedê dirûşma “Jin jiyan azadî” qedexe kiriye û diyar kir ku êdî dirûşma “Jin jiyan azadî” bûye felsefe û got ku jin wê qedexeyan nas nekin.

Li ser navê platformê Sumeyra Ogur daxuyanî da û wiha got: “Jin wê qeyûman û êrîşên li ser destketiyên jinan qebûl nekin. Em jin dê bi felsefeya Jin, jiyan, azadî têkoşîna xwe bidomînin.”

RIHA

Li ser banga Platforma Jinan a Rihayê gelek jin li ber Parka Novada ya navçeya navendî hatin cem hev û meşiyan. Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, DEM Partiya Rihayê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Jinan bênavber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin û heta qada Topçû meşiyan.

Meral Halat li ser navê platformê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber polîtîkayên desthilatê komkujiyên jinan zêde bûne û got, “Êrîşên desthilata AKP-MHP’ê yên li ser vîna gel û sîstema hevserokatiyê ku destkeftiyek jinan e didome. Desthilat bi qeyûman vîna gel destser dike. Polîtîkaya qeyûman di heman demê de polîtîkaya mêtîngeriyê ye. Em bang li her kesî dikin ku bibin parçeyek têkoşîna edalet, aştî û azadiyê.”  

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî got, “Gelê Kurd li hemberî astengî û zextên we serî natewîne.. Pêşî hesabê jinên hatine qetilkirin bidin. Em ê destûrê nedin polîtîkayên we yên qeyûman û zayendiyê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serokwezîrê Iraqê rêjeya nifûsa Iraqê eşkere kir
Nûçeya Pişt re Milîsên Delal Amed ên HBDH’ê: Me agir berdan 3 qemyon û depoyekê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DYE û Îsraîl dibe ku payîzê êrîşî Îranê bikin?

Serbalyozê berê yê Emerîkayê yê li Îsraîlê Dan Shapiro rageşiya li Rojhilata Navîn dîsa anî…

Ji aliyê Stêrk TV

Di konferansê de peyama Mesûd Barzanî hat xwendin

Peyama Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê ji bo rojnamevan Ferhat Tepe edalet xwestin

Dayikên Şemiyê ji bo nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê beriya 32 salan hatî qetilkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê komployê pûç bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tirkiye li ber biryara DMME’yê ya têkildarî Demîrtaş rabû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aştiya ku li muxatabê xwe digere – II

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtî: Bi pêşengiya Rêber Apo ber bi serketinê ve!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?