Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê bi armanca şermezarkirina gotinên nefret û sorkirinê yên ku kanalên erebî wekî Al Arabiya, Al Hadath û Al Jazeera yên li ser Rojava, bi taybetî bêrêziya li hember jinên şoreşger, daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêş avahiya Kongra Star bi amadebûna bi dehan jinan ji hêla endama kongrê Nalîn Temo ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de bêrêziya li hemberî jinên şoreşger ku ji aliyê çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve tê kirin, hat şermezarkirin û hate gotin: “Em ê bi keziyên xwe dawiya her kesê ku bêrêziyê li şehîdên me yên jin dikin bînin.”
Di daxuyaniyê de gotinên sorkirin û kîndariyê yên hin kanalên erebî wekî Al Arabiya, Al Hadath û Al Jazeera ên li ser jinên Kurd jî hatin şermezarkirin û wiha hate domandin: “Di demekê de ku jinên Kurd cîhan ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, pêşkêşê Al Jazeerayê Fesyel Qasim ditirsiya.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Ji bo dengê me bihêje tevahî cîhanê, rêxistinên mirovî û hiqûqî em bi dengekî bilind dibêjin, li ber çavê dunayê bêrêzî li jinên Kurd tên kirin û bi cenazeyên wan tên lîstin. Em ji tevahî cîhanê re dibêjin, ev kiryar wê nebe astengî li hemberî berxwedana me. Em ê heya dawiyê têkoşînê xurt bikin. Rojava wê bi dehan jinên şoreşger bîne ku dê jinan ji hemû cureyên tundiyê rizgar bikin.”

