Sêşem, 25 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Hatayê di serdegirtina ‘Navnîşana Şaş’ de îdiaya înfazkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît, hirgûliyên hevdîtina bi Rêber Apo re parve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Qonaxeke dîrokî hate derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şandina heyetê ya ji bo Îmraliyê, biryareke derengmayî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî: Çûyîna komîsyonê ya ji bo giravê pêşketineke dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vahap Coşkun: 2 wezîfeyên girîng li pêşiya Komîsyonê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê Şehîd Simko Dilpak li Binarê Qendîlê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo malbata şervana YPJ’ê serdana sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin bi yekîtiyê dikarin civaka azad ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara hevdîtina bi Rêber Apo re divê bibe destpêka pêvajoyeke nû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan qala Sabrî Tendurek kir: Lehengekî weke pola bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Çewlîgê meşa bi şevê pêk hat: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de banga têkoşîna li dijî tundiya mêr-dewlet hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Li dijî hişmendiya serdest em têkoşînê mezin bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûna Ehmed: Em ê bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tundiyê têk bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Amedî banga ‘Bi civaka demokratîk ber bi jiyaneke bê tundî û azad ve’ kirin
Jin

Jinên Amedî banga ‘Bi civaka demokratîk ber bi jiyaneke bê tundî û azad ve’ kirin

Bi hezaran jin bi pêşengiya TJA’yê bi qîrîna navên jinên hatine qetilkirin û li dijî tundiya mêr-dewletê  daketin kolanê . Di meşa ku dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" olan veda, peyama "Em ê bi azadiya jinan  re civakek demokratîk ava bikin" da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî meşek hat lidarxistin. Meş, ji ber Girtîgeha Kevin ber bi AZC Plazaya li semta Ofîsê ve bi dirûşma “Bi civaka demokratîk ber bi jiyaneke bê tundî û azad ve” pêk hat. Tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî, gelek jin beşdarî meşê bûn. Malbata xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku hatî qetilkirin jî beşdarî meşê bû.

Jinên ku wêneyên jinên hatine qetilkirin hilgirtin, bi pankart û bi dovîzên “Bi civaka demokratîk ber bi jiyaneke bê tundî û azad ve”, “Welatekî ku jin tê de namirin ne xeyal e, meseleya îradeya siyasî ye”, “Destên dirêjî Rojînê dibin bila bişkên”, “Wekhevî di ziman de dest pê dike, di ziman de normal dibe”, “Ji qirkirina jinan re na”, “Xizaniya jinan polîtîk e”, “Li hemberî tundiyê em jiyana azad birêxistin dikin”, “Em bi jin, jiyan, azadî xwe diparêzin”, “Jinên hatine qetilkirin serhildana me ne” û “Aştiya jinan parastina jiyana azad e” meşiyan. Jin bi çepik û tilîliyan ve meşiyan û gelek caran dirûşmên, “Jin, jiyan, azadî”, “Jin, jiyan, Kurdistan”, “Bijî berxwedana jinan”, “Bijî tekoşîna jinan”, “Jin bi hev re bi hêz in”, “Jin jiyan azadî, azad bike Rebertî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Endamên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî bi pankarta “Ji tundiya li ser jinên rojnameger re na, çapemeniya azad nayê bê dengkirin” û wêneyên rojnamegerên Kurd ên hatine qetilkirin meşiyan û gelek caran dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” berz kirin.

Di dema meşê de, jinan navên jinên hatine qetilkirin rêz kirin û qêrîn gotin “li vir e”. Li ber AZC Plazayê, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Rûçem Vefa Elyakut, di daxuyanî da û navên jinên hatine qetilkirin rêz kir û destnîşan kir ku ew ê li têkoşîna wan xwedî dikin. Rûçem Vefa Elyakut, destnîşan kir ku tundiya dewletê li her derê ye û anî ziman ku jin li her derê têdikoşin. Rûçem Vefa Elyakut ev tişt got: “Ev hikumet bi polîtîkayên sîstematîk civakê ber bi tarîtiyê ve dikişîne. Bi vî awayî destdirêjî û tecawîz zêde dibe. Tevdîran li hemberî tundiya mêran nagirin. Di qetilkirina jinan de xalên di qanûnan de bi cih nakin. Jinan bi malê ve sînordar dikin.” Piştî daxuyaniyê ûçem Vefa Elyakut daxwazên xwe rêz kirin.

Komîsyona ji bo Rojîn Kabaîş Edalet, daxuyaniyek kurt dan. Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Me ji bo ronîkirina mirina gumanbar a Rojînê hewl da, me her rêbaz ceriband. Xwestin dengê me bibirin, lê bi ser neketin.”

SEBAHAT TUNCEL: EM Ê CIVAKEK NÛ AVA BIKIN

Piştre, aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel axivî û behsa dîrok û girîngiya 25’ê Mijdarê kir. Sebahat Tuncel navên jinên hatine qetilkirin rêz kir û destnîşan kir ku hemû qetlîamên jinan bi hevkariya hevpar a mêr-dewlet û polîtîk pêk hatine. Sebahat Tuncel got: “Ne tenê tundiya dewletê, di heman demê de em bi tundiya mêr a ku ji dewletê hêza xwe werdigire re rû bi rû ne. Her roj mirinên jinan ên gumanbar rû didin, qetlîamên jinan çêdibin. Ji bo Rojîn Kabaîş hat gotin ku xwe kuştiye. Derket holê ku ji aliyê mêr ve hatiye qetilkirin, hîn jî qatilên wê ne diyar in. Kujerê Narîn hîn jî ne diyar e. Gulistan Doku hîn jî winda ye, qatilên wê hîn jî ne diyar in. Jin her roj tên qetilkirin. A rast em qatilan dizanin. Ew mêr in, bi zanebûn, bi dilxwazî qetil dikin. Li dijî van qetlîaman sekinîn deynê me ye, li hemberî vê derketin erka me ye. 

Li Mêrdînê dê û bav, zarokek 5 salî tên qetilkirin. Li Rihayê zarokek bi şewitandinê jiyana xwe ji dest da. 6 jin zindî hatin şewitandin. Em veguherîn civakek çawa? Hişmendiya ku jin û zarokan qetil dike, tê qebûlkirin? Gelê Kurd bi salan e ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşe. Li cîhê azadiyê, binpêkirina mafê jiyanê yê jinan tê qebûlkirin? Em li her devera Kurdistanê bi tundiyê re rû bi rû ne. Ev nayê qebûlkirin. Fuhûş, madeyên tiryakê, tacîz, tecawiz civakê rizandiye. Em wek TJA êdî dibêjin bes e. Em ê li dijî van hemûyan li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Rêyeke me ya din tune. Ji ber vê yekê em li kolanan in. Êdî em ê civakeke nû ava bikin. Em ê civaka demokratîk bi azadiya jinan ava bikin. Êdî em naxwazin tabûtan hilgirin. Êdî em ê di civakeke demokratîk, di civakeke aştiyane de bijîn.”

AYŞEGUL DOGAN: JIN BI RIHEKÎ FEDAKAR PÊŞENGIYA CIVAKÊ KIRIN

Di dawiyê de Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan axivî û diyar kir ku tundiya herî mezin li ser ziman e. Ayşegul Dogan bal kişand ser têkoşîna jin û dayikên Kurd ên li dijî tundiyê û ev tişt got: “Îro em dibêjin bila tu kes di bin zextê de nebe, bila xwişk û biratî, azadî, demokrasî, aştî hebe. Êrîşî nasnameya me ya Kurd, nasnameya me ya jinên Kurd kirin. Em nehatin qebûlkirin, zimanê me nehat qebûlkirin. Civak qetil kirin lê jin bûn hedef. Çima jin bûn hedef? Jinan bi ruhekî fedakar, berxwedêr ji civakê re pêşengî kirin. Civakê bi xwe re diguherîne. Dema jin biryar didin, tu kes nikare li pêşiya biryara wan bisekine. Ji ber vê yekê, ‘Jin, jiyan, azadî’ ne tenê dirûşm e. Helwestek e. Li hemberî tundiyê helwestek e. Li hemberî neheqî û zilmê helwestek e.”

Daxuyanî bi çepik, tilîlî û bi dirûşman ve bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê Şehîd Simko Dilpak li Binarê Qendîlê hat veşartin
Nûçeya Pişt re Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî hatin belavkirin

Çalakiya Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî cara 31'emîn li Berlînê pêk hat. Di beşên çîrok û…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Abdî: Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekîtiyê heye

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku di serdemeke awarte re derbas dibin…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJIN: Em ê li ser rêya Gurbetelliyan meşa xwe dewam bikin

ROJIN’ê Roja Rojnamevanên Kurd pîroz kir û got, “Ji bo rastî nemirin, em ê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Başûr çalakiyên 25’ê Mijdarê: Li dijî tundiyê têkoşîna 16 rojî hate destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Çewlîgê meşa bi şevê pêk hat: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de banga têkoşîna li dijî tundiya mêr-dewlet hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?