Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AYM’ê hukmê ku di biryara Îmamoglû de binpêkirin tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin
Jin

Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin

Bi sedan jinên ku beşdarî meşa li ser banga rêxistinên jinan hat lidarxistin bal kişand ser edalet û têkoşîna rêxistinkirî Rojîn Kabaîş û hemû jinên hatine qetilkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinên Star, Komîsyona Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partî, KESK, ÎHAMED, Baroya Wanê, ÎHD, Aryen, Şanowan, Komîsyona Jinan a TMMOB, Xeta Jinê û Kooperatîfa Jinan a Evîn di çarçoveya 25ê Mijdarê de meşek li dar xistin.

Bi sedan jin li pêşiya Wan AVMê heta Qada Bajêr meşiyan û pankarta “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” vekirin û dowîzên “Ez jin im jiyan im”, “Di xeta azadiya jinê de heta serketinê têkoşîn”, “Xweparastin hebûn e”, “Li ser şopa Sarayan ber bi şoreşa jinê” û hwd. hatin hilgirtin. Gelek jin tev li çalakiyê bûn. 

Piştî meşê jinan li ser Rêya Cûmhûriyetê daxuyaniyek da û metna daxuyaniyê ji hêla Rêvebera KURDÎGEH’ê Evîndar Akbûlût ve hat xwendin. Evîndar Akbûlût anî ziman ku ew kampanyaya xwe ya “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” bi dawî dikin. Evîndar Akbûlût destnîşan kir ku ew xwişkên Mirabal, yên ku ji aliyê dîktatoriya Trujîllo ve hatin kuştin û bûne semboleke gerdûnî ya têkoşîna ji bo azadiya jinan, bi bîr tînin û got: “Îro em dengê Rojîn Kabaîş, Nagihan Akarsel, Cîhan Bîlgîn, Îpek Er, Şûle Çet, Hevrîn Xelef û hemû jinên ku  bedenê xwe bi axê re kirine yek û bûne bêdawî nin. Dengê me dengê wan e û têkoşîna me berdewamiya jiyana wan e.”

‘TU JIN NE TENÊ YE’

Evîndar Akbûlût diyar kir ku mirinên bi guman ên jinên afirînerên jiyanê tu carî tesaduf nînin. Evîndar Akbûlûtê da zanîn ku serhildana wan ya li dijî mirinên bi guman ên jinan û komkujiyên li ser jinan her roj xurttir dibin û got: “Ev komkujiyên li ser jinan encama newekheviya zayendî, bêcezayî û polîtîkayên şerê taybet û her wiha sîstema olî, mîlîtarîst û serweriya mêran e. Wekî encama van polîtîkayan, em serhildana xwe ya kûr a li dijî zêdebûna kuştinên jinan, li Bakûrê Kurdistanê, li her devera ku em lê amade ne, vediguherînin berxwedanê. Ji aliyê zîhniyeta mêrê desthilatdar ve heta  mijdara 2025an li cîhanê 86 hezar jin hatine qetilkirin. Di cîhaneke ku her roj, 140 jin têne qetilkirin, tundî bûye sîstem, laşê jinê dixwazin bikin amûra îstîsmarê.”

‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIRÊXISTIN BIKIN’

Evîndar Akbûlût bi lêv kir ku bi parastina jiyana hev, bi mezinkirina hevgirtinê, bi bûyîna hêza li hemberî tundîyê, jin wê vê pergalê biguherînin. Evîndar Akbûlût binê wê xêz kir ku ew dixwazin bijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: Em  tu carî bêdeng namînin, tu carî paşdegav ne avêjin. Ev têkoşîn ne tekoşîna îro ye, ya bi salan e . Em bangewaziya xwe dubare dikin. Ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinê em daxwaz dikin ku hemû sazî erkên xwe bi cih bînin, polîtîkaya bêcezabûnê bi dawî bibe, sûcdarên tundiyê neyên parastin, hemû sepanên zagon û îdarî yên ku qadên Azadiyê yên jinê teng dikin bên rakirin. Ji bo Rojîn û ji bo her jina ku hatiye qetilkirin û windakirin, ji bo jiyanên nîvcomayî, ji bo jîn û jiyînê em têkoşîna xwe bi rêxistin dikin.”

‘EM Ê HETA WEKHEVÎ Û AZADIYÊ TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’ 

Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku jinên li çaraliyê cîhanê bi daxwazên wekhev derketine kolanan û got, “Em li cihên kar, li malê û li kolanan ji aliyê kesên herî nêzîkî me ve rastî tunfiyê tên. Heta ku li van axan wekhevî û azadî pêk were em ê têkoşînê bidomînin.”

Meş û daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû. 
 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinên Amedî banga ‘Bi civaka demokratîk ber bi jiyaneke bê tundî û azad ve’ kirin
Nûçeya Pişt re Li Çewlîgê meşa bi şevê pêk hat: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Muzikjenên jin ji çar parçeyên Kurdistanê bi hev re konser dan

Koma Keçên Kurdistanê li Silêmaniyê bi beşdariya jinên ji her çar perçeyên Kurdistanê yekemîn konsera…

Ji aliyê Stêrk TV

PJAK: Xweparastin mafekî jêneveger e!

PJAK’ê têkildarî geşedanên dawî yên li Îranê daxuyanî da û got, xweparastin mafekî jêneveger e.

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Colemêrgê: Têkoşîna ji bo ziman û nasnameyê wê bidome

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Urmiyê jinek hat kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?