Yekşem, 8 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nasnameya 222 Kurdan hatin piştrastkirin ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRANA: Li Îran û Rojhilat nêzî 7 hezar kes hatine kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademîsyen Seda Altug: Li Rojava vegera beriya 2011’an êdî ne pêkan e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Feraseta Neteweya Demokratîk ji bo Rojhilata Navîn derman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Helwesta Ocalan êrîşên li ser Rojava da sekinandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li çiyayên Kurdistanê jinek serhildêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojava meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariya Gelê Şengalê ber bi Rojava ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kampa Bacid Kendala şewat derket: 2 Jinên Êzidî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîhan Celo: Êrîş û xiyanet nekarî fikrê netewaya demokratîk têk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taş ê ku piştî 31 salan hat berdan: Baweriya ji bo pêvojiyê mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E: Nivîsa Der Spiegel parastina îdeolojîk a tundiya serdest a mêran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJAD: Em nûçevaniya Der Spiegel a ku jinên Kurd hedef digire red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Çileyê de 22 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em li hemberî weşanên dijminê jinan nerazîbûna xwe nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tilîliya Amazonan, îro bi zimanên din olan dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Elewî: Em amade ne ku bibin hilgirên aştiyê
Jin

Jinên Elewî: Em amade ne ku bibin hilgirên aştiyê

Meclîsa Jinan a DAD û DAKB’ê destnîşan kirin ku destûreke nû ya ku li ser bingeha aştî, heqîqet û hemwelatîbûna wekhev esas digire êdî bûye neçariyeke û gotin: “em di pêvajoya destûra nû de amade ne ku bibin xwedî gotin û bibin hêza hilgirê aştiyê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Tebax 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Meclîsa Jinan a Komaleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) û Yekîtiya Jinên Demokratîk ên Elewî (DAKB), li ser xebatên destûra nû û aştiyê yên li Tirkiyeyê têne kirin, deklarasyonek weşandin û ragihandin ku ew amade ne beşdarî vê pêvajoyê bibin.

Daxuyaniya ku bi sernavê “rizayetî mafê me ye: Ji bo jiyaneke wekhev, demokratîk û aştiyê, daxuyaniya jinên Elewî ya li ser destûr û aştiyê” wiha ye:

Me got, “mirovahî neynika kâînatê ye.” Di şeran de mexdûrên herî mezin jî ew kes in ku li xisletên mirovbûnê digerin. Ev lêgerîna xisletan piranî di jin, xweza û zarokan de bedenî dibe. Birînên herî kûr jî di bîra jinan de, wekî bîreke civakî ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe.

Em jinên Elewî, li vî welatî bi sedsalan şahidên şer, qirkirin, komkujî û polîtîkayên înkarê ne. Di bîra me de bi êşên ku nayên jibîrkirin, bi taybetî li Dersim, Çorum û Sêwasê, tevî hemû qirkirinan jî, em di aştiyê de israr dikin.

Şerên îro ne tenê bi çekan, bi wêrankirina çandî, bawerî, zimanî û ekolojîk jî têne kirin. Ji ber vê yekê em dibêjin: lêgerîna heqîqeta jiyanê maf û berpirsyariyeke bingehîn a mirovahiyê ye. Ev berpirsyarî divê bi nêzîkatiyeke wekhev û azadîxwaz, bi prensîbên jiyana hevpar ên ku jiyana civakan diparêzin, bi awayekî adil, wekhev û azad bê bicih anîn. Em destnîşan dikin ku destûreke nû ya ku li ser bingeha aştiyê, heqîqetê û hemwelatîbûna wekhev e, êdî bûye neçariyek.

Aşitî, ne tenê bêdengkirina çekan e; ew bi rûbirûbûna êşên dîrokî yên civakan û bi bingeha wekheviyê ji nû ve avakirina civakê ye.

Em jinên Elewî, xebatên destûr û aştiyê yên li Tirkiyeyê têne kirin bi baldarî dişopînin. Em daxwaz dikin ku ev pêvajo li ser bingeheke civakî ya rastîn bê avakirin û bi wekheviya zayendî û azadiya baweriyê bê xurtkirin. Em dixwazin bînin bîra we ku kêmnûna jinan a di komîsyonê de jî divê bê çareserkirin. Bi vê berpirsyariyê, em îlan dikin ku em amade ne di pêvajoya destûra nû de bibin xwedî gotin û bibin hêza hilgirê aştiyê.

Em bawer dikin ku serkeftina vê pêvajoyê bi van daxwazan dikare bê misogerkirin û em van daxwazan bi raya giştî re parve dikin. Em bang li Meclîsa Mezin a Netewî ya Tirkiyeyê, aktorên siyasî, komîsyona hatî avakirin û hemû civakê dikin ku van daxwazê gelan, baweriyan û jinan li ber çavan bigirin, erkên xwe bi cîhbînin û vê berpirsyariya dîrokî bigirin ser milên xwe da ku rê li ber aştiyê û demokrasiyê vekin.

DAXWAZÊN JINAN ÊN DESTÛRa BINGEHÎN

1. Wekheviya Zayendiya Civakî

   – Di destura bingehîn de ne tenê gotina “jin û mêr wekhev in”;

   – Divê bi awayekî eşkere hukmê “dewlet bi pêkanîna wekheviya zayendiya civakî erkdar e” cih bigire.

2. Di Destûra Bingehîn de Qedexekirina Tundiya li Dijî Jinan

   – Tundiya li dijî jinan, tundiya zayendî û tundiya nav malbatê divê di destûrê de bi eşkere bê qedexekirin.

   – Divê Tirkiye dîsa vegere Peymana Stenbolê.

3. Temsîla Jinan: Beşdariya Siyasî û Mekanîzmayên Biryarê

   – Temsîla jinan di siyaset û rêveberiya giştî de herî kêm divê bi %50 di destûrê de bê garantîkirin.

   – Pergala hevserokatiyê divê di destûrê de bê naskirin.

DAXWAZÊN ME YÊN BAWERÎ Û CIVAK

1. Hemwelatîbûna Azad û Wekhev

   – Elewîtî, wekî baweriyeke serbixwe û xweser, divê bi destûrê bê garantîkirin; ne tenê bi awayekî takekesî, divê wek civak jî bê naskirin.

2. Cihên Baweriyê û Bîra Civakî

   – Cihên cemê, wekî cihên îbadetê, divê statûya qanûnî werbigirin; cihên pîroz ên hatine desteserkirin divê bêne vegerandin.

   – Hukmên cihêker ên di Qanûna Teke û Zawiyan de divê bêne rakirin, navê kesan ên ku heqaretê li dîroka Elewiyan dikin divê ji cihan bêne rakirin.

3. Laîklîya Wekhev û Azad

   – Serokatiya Karûbarên Olî divê bê rakirin; divê Meclîseke Baweriyan a serbixwe ya ku hemû baweriyan temsîl dike bê avakirin.

4. Di Perwerdê de Wekhevî û Azadiya Baweriyê

   – Dersên olî yên mecbûrî divê bên rakirin; pergaleke perwerdêyê ya laîk, zanistî û bi zimanê dayikê divê bê avakirin.

   – Dibistanên cemaetan û projeyên li gundên Elewî hatine avakirin divê bên bidawîkirin.

5. Mafên Çandî yê Riyên Elewî

   – Riyên Elewî yên Kurd (Raa/Rêya Heq), bi ziman, bawerî û çanda xwe divê di destûrê de bên garantîkirin.

   – Hemû astengiyên li pêşiya cemên bi zimanê Kurdî divê bên rakirin; her rê divê bikaribe dîroka xwe binivîse.

6. Rûbirûbûna bi Rabirdûyê re û Edalet

   – Arşîvê komkujiyên wekî Dersim, Mereş, Sêwas û Çorumê divê bên vekirin, dewlet divê lêborînê bixwaze û mexdûr bên naskirin.

   – Cihê gorên kesên hatine kuştin divê bên eşkerekirin, gorên komî divê bên vekirin û ev cih divê bibin cihên bîranînê.

7. Têkiliya Xweza û Baweriyê

   – Çiya, av û cihên ziyaretê yên ji bo Elewiyên Kurd pîroz in, divê bi projeyên enerjîyê neyên wêrankirin; derdora cihên pîroz divê bên parastin.

8. Temsîla Demokratîk û Wekheviya Jinan

   – Di mekanîzmayên biryarê de beşdariya jinên Elewî divê bê garantîkirin, pergala hevserokatiyê divê bi destûrê bê parastin.

   – Divê kiryara qeyûmê were dawîkirin; şertên fikarê yê Peymana Rêveberiyên Xwecihî ya Ewropayê divê bêne rakirin.

9. Mafên Mirovan û Reforma Hiqûqa Cezayê

   – Divê mafê girtiyên Elewî ku bi rêberên baweriya xwe re hevdîtinê bikin bê naskirin; zagonên cihêker ên wekî TMK divê bên rakirin û biryara Mafê Hêviyê ya AİHM’ê divê bê cîbicîkirin.

   – Di pergala cezakirinê de divê edalet were pêk anîn.

ENCAM:

Em, wekî Meclîsa Jinan a Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) û Yekîtiya Jinên Demokratîk ên Elewî (DAKB), jinên civakeke ku di tariya şer de heqîqetê hildigire, li dijî înkarê berxwedan dike û bîra xwe winda nake ne.

Destûra nû divê vê bîrê nas bike, bi hemwelatîbûna wekhev bê tacîdarkirin û aştiyê bi hiqûqê garantî bike.

Em şer naxwazin, jiyanê dixwazin, 

Înkarê naxwazin, naskirinê dixwazin, 

Bêdengiyê naxwazin, heqîqetê dixwazin.

Em rizayê didin aştiya civakî û pêvajoya destûra nû, em destê xwe dirêj dikin.

Em jin in, Elewî ne, ji her rengî gel in û em li vir in.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN NAVENDA NÛ:EYAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêviyên îro berhema fedakariya wê û hevalên wê ye!
Nûçeya Pişt re Li Fransayê mezintirîn şewata îsal: Kesek mir û 9 kes jî birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hezroyê zeviyên gundiyan têne desteserkirin

Dewlet bi desteserkirina zeviyên gundiyên Mîrgî yê Hezroyê bîra petrolê dikole. Gundiyên li ber vê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rûniştinên Kongreya Xwecihî û Herêmî ya 2025’an a Konseya Ewropayê dest pê kir

Şandeya DEM Partiyê ji bo civînên kongreyê hat Strasbourgê, bi Raportorên AK-YBK'ê yên Tirkiyeyê David…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li Minbicê sivîlek qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker, di bombardûmana li bejahiya bakurê Minbicê de sivîlek qetil kir. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

JINNEWS: 15 jin hatin kuştin, 11 jin bi gumanbarî mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YJK-E: Nivîsa Der Spiegel parastina îdeolojîk a tundiya serdest a mêran e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YJAD: Em nûçevaniya Der Spiegel a ku jinên Kurd hedef digire red dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KCDP: Di meha Çileyê de 22 jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?