Yekşem, 12 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bogotayê çalakvan daxwaza azadiya Rêber Apo kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Tûnisî Triki: Jiyana azad mafê Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanê ku agahî jê nedihat wergirtin li kêleka rê bi rengekî ‘lêdayî’ hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îlham Ehmed û Şerwan Şerwanî ji bo Nobelê namzet hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2025’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê konferansa ‘Jiyana hevpar a demokratîk’ dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Serokê YNK’ê Talebanî bi Serokkomarê Iraqê Reşîd re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê mîtînga ‘azadiyê’: Dem dema azadiya Rêber Apo ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hêza guherîn û veguherînê gelên Kurdistanê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hilbijartinên Iraqê û rewşa Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimê olî Arikan: Aştî bi edaletê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja 815’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên li Girkê Legê û Rimêlanê name ji Rêber Apo re nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyeke jin ji Girtîgeha Qerçekê sirgûnî Girtîgeha Evînê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatên Rojnamevaniya Jinan ên Gûrbetellî Ersoz hatin dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşvanên azadiyê bi kûlîlk û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê aktîvîsta mafên mirovan Hamsa Casim hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî 26 salan di 1’ê Cotmehê de dubare got ‘Aştî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê nivîskarê Macar László Krasznahorkai wergirt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûkxaneya Şilêr çanda xwendin û naskirinê xurt dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda berxwedana çandî ya 34 salî: NÇM

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Jinên ji Wanê: Bang kêliyeke dîrokî ye!
Kurdistan

Jinên ji Wanê: Bang kêliyeke dîrokî ye!

Jinên ji Wanê têklidarî peyama bi dîmen a Rêber Apo axivîn û gotin, "Divê her kes bibe aliyekî vê îradeyê. Ev bang ji bo tevahiya Rojhilata Navîn banga aştiyê ye. Lewma divê her kes bi berpirsyarî rabe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Jinên ji Wanê têkildarî peyama bi dîmen a Rêber Apo hest û fikrên xwe bi ajansa me re parve kirin. Jinan diyar kirin ku wê di vê pêvajoyê de rola xwe ya pêşengiyê û tevkariya xwe mezin bikin û li gorî ruhê pêvajoyê kar bikin.

Ji aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Hatîce Oktay anî ziman ku peyama Rêber Apo ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn kêliyeke diyarker e. Oktay diyar kir ku peyam bersivê dide pêwîstiyên civakî û got, “Ev banga ku piştî 26 salan hat, kelecaneke cidî da civakê. Gavek bû ku demeke dirêj dihate hêvîkirin. Ji bo afirandina zemîna vê yekê kedeke mezin hate dayin. Em îro di wê astê de ne ku berhema vê kedê werbigirin.”

‘BERPIRSYARÎ DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ’

Oktay işaret bi aliyê navneteweyî yê peyamê kir û got, “Ev yek ne tenê bi sînorên Tirkiyeyê re eleqedar e. Li Îran, Sûriyeyê şer dewam dike. Ev bang ji bo gelên Rojhilata Navîn e. Rêbaz aştî ye û em amade ne piştgiriyê bidin vê aştiyê. Çi ji destê me bê em ê bikin. Di mijara aştiya civakî û rêxistinbûnê de derî li pêvajoyeke nû hate vekirin. Ev pêvajo divê bi gel re bê avakirin.”

‘BANG KÊLIYEKE DÎROKÎ YE’

Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Kaya jî ragihand ku bang gavek bû ku bi salan dihate hêvîkirin û destnîşan kir ku berpirsyarî dikeve ser milê hemû beşên civakê. Kaya got, “Banga ku Birêz Abdullah Ocalan kir gelekî hêja ye. Divê em hemû xwedî li vê bangê derkevin. Ji bo ji jin, ciwan, gelê Kurd û gelên bindest ev peyam gelekî bi wate ye.”

Kaya diyar kir ku divê ne tenê gel, dewlet, partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û got, “Divê pêwîstiya vê bangê bi cih bê anîn. Beriya ku hîn bêhtir xwîn û rondikên çavan bêne rijandin divê em têkoşînê mezin bikin. Di vê pêvajoyê de her kes divê bi rol rabe û bi hev re tevbigere. Dem ew dem e ku em bi hev re banga civaka demokratîk hîn mezin bikin. Aştî tenê bi têkoşîna hevpar û piştevaniya civakî dikare bê avakirin. Bang hem ji aliyê naverokê hem jî ji aliyê demê ve kêliyeke dîrokî ye.”

‘KELECANA WÊ NIKARE BÊ VEGOTIN’

Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor diyar kir ku peyama bi dîmen a Rêber Apo û banga aştiyê bi gotinan nikare bê vegotin, kêliyeke dîrokî ye û di nava civakê, bi taybetî jî bi jinan re hêvî û kelecaneke mezin afirand.

Bor anî ziman ku di şerê bi salan de jinan berdêla herî giran dan, jin ji azadiyê û ji qadên jiyanê bêpar hatin hiştin û got, “Xeleka herî kûr a xizaniyê jin e.”

‘PARADÎGMA JI BO TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN RONAHÎ YE’

Bor ragihand ku peyama Rêber Apo ji bo jinan ne tenê polîtîk e, di heman demê de xwedî wateyeke hebûnê ye û got, “Bi rastî jî ji bo jinan yekane rêya rizgariyê paradîgmaya Birêz Ocalan e. Em dibînin ku ev paradîgma îro ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bûye hêviyeke nû.”

Bor destnîşan kir ku jin divê bibin hêmanê esasî yê pêvajoyên aştiyê û bi vî rengî dewam kir: “Dewlet di şevekê de dikarin li hev bikin an jî şer bikin, lê belê pozîsyona jinan bi vî rengî nîne. Lê belê di aştiyê de ku îro tê axaftin divê gotina jinan hebe. Weke jin, ne tenê jinên Kurd, femînîst, jinên di nava sîstemê de, her wiha polîseke jin jî divê di vê pêvajoyê de xwedî gotin be.”

‘DIVÊ HER KES BEŞDARÎ VÊ ÎRADEYÊ BIBE’

Bor destnîşan kir ku piştî banga aştiyê divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne. Bor ragihand ku Rêber Apo yê ku 26 sal in tecrîdkirî yıe, peyameke xurt da û got, “Di nava şert û mercên ewqasî giran de eger dikare îradeyeke ewqasî xurt nîşan bide, divê her kes beşdarî vê yekê bibe. Ev pêvajo ne tenê ji aliyê siyasî, her wiha ji aliyê civakî ve jî guherînekê pêk tîne û pêşengên herî girîng ên vê yekê jî wê jin bin. Îro bi motîvasyoneke hîn mezin, bi hêz û baweriyeke mezin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ev destketiya ku ji bo tevahiya Rojhilata Navîn hatiye destnîşankirin, ji bo jinan jî fêdeyeke mezin bîne, em bi biryar in.”

https://anfkurdi.com/rojane/ji-reber-apo-banga-diroki-199291

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG-NRÇ’ê şehîdên Bakur bi hurmet bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Ji bo şopandina daxuyaniya gerîla ji Amedê bi rê ketin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partiyê banga vesazkirina qanûnî li Meclîsê kir

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir rêya ku bi biryara Tevgera Azadiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Engîzek: PKK weke destaneke azadî û vejînê wê di dilê me de bijî

Endama Dîwana Kongreya 12’emîn a PKK’ê Xalîde Engîzek anî ziman ku dibe ku PKK weke…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Qeyûm wê ti carî li Kurdistanê bi ser nekeve

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, berxwedana gel a li dijî desteserkirinê silav kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Serokê YNK’ê Talebanî bi Serokkomarê Iraqê Reşîd re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Êlihê mîtînga ‘azadiyê’: Dem dema azadiya Rêber Apo ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Hêza guherîn û veguherînê gelên Kurdistanê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hilbijartinên Iraqê û rewşa Şengalê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?