Platforma Yekîtiya Jinên Kurd 2’yê Adarê wê li Amedê civîna yekîtiya neteweyî lidar bixe. Di civînê de wê hem bûyerên li Kurdistanê hem jî yên li Rojhilata Navîn bêne nirxandin. Jin wê li ser Kongreya Neteweyî jî nîqaşan bike. Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Mulkiye Bîrtane, têkildarî mijarê axivî û anî ziman ku pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiya neteweyî heye û divê teqez bê avakirin.
‘GELÊ KURD LI DERVEYÎ PLANAN TÊ HIŞTIN’
Mulkiye Bîrtane, diyar kir ku tê xwestin Rojhilata Navîn ji nû ve bê dizaynkirin û got ku hewl tê dayîn ku gelê Kurd dûrî vê pêvajoyê bê girtin. Mulkiye Bîrtane, anî ziman ku Kurd li çar perçeyên Kurdistanê ji bo azadî û yekîtiyê têkoşînê dimeşînin û rewşa li Sûriyeyê bandorê li tevahiya herêmê û cîhanê dike. Mulkiye Bîrtane, destnîşan kir ku Kurdên li Rojava bedelên giran dane û daxwazên xwe yên ji bo azadiyê didomînin.
‘GEL BI RUHÊ YEKÎTIYÊ BÛ YEK’
Mulkiye Bîrtane, da xuyakirin ku di 14 salên bihurî de li Rojava destketiyên xurt hatine bidestxistin, lê ev destketî hatine hedefgirtin û got ku pêvajoyên dîplomatîk û siyasî bi rêya Kurdan têne teşekirin. Mulkiye Bîrtane, got ku Kurd ji sînorên navxweyî derbas bûne û ji bo yekîtiyê gelek hewldan hatine kirin, lê kongreya yekîtîyê ya dawîn a plansazkirî pêk nehatiye.
‘JIN DIXWAZIN DI PÊVAJOYA YEKÎTIYÊ DE PÊŞENGIYÊ BIKIN’
Mulkiye Bîrtane, anî ziman ku jinên Kurd dixwazin di pêvajoya yekîtîyê de roleke pêşeng bilîzin, li herêmên cuda konferans têne organîzekirin û got ku ew armanc dikin bi rêya civînên nû jinan bînin cem hev da ku pêşengiya kongreya neteweyî bikin.
‘LI SER TÊKOŞÎNA JINAN A JI BO JIYANEK AZAD, ÊRÎŞEK HEYE’
Mulkiye Bîrtane, da xuyakirin ku êrîşên li dijî jinan zêde dibin û got ku ev polîtîkayeke sîstematîk e li dijî têkoşîna jinan a ji bo azadiyê. Mulkiye Bîrtane, got ku jin li gelek deveran, bi taybetî li Îran û Rojava, dibin hedef, lê jin parastina xwe û têkoşîna xwe didomînin. Mulkiye Bîrtane, di dawiyê de got ku ger têkoşîna jinan were astengkirin, polîtîkayên zordar ên dewletên netewe dê xurt bibin û tiştên dixwazin pêk bînin.

