Yekşem, 17 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    28 ciwanên ku 32 sal berê li Çiyayê Bêzarê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Hefteya Windahiyan de ji bo edaletê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo rûbirûbûna bi rastiya windayan banga gavavêtinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zarokên min naxwazin ku bavê wan li girtîgehê bimire’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîr: Ji bo çareseriyê garantiya qanûnî û statu divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ 3 meh cezayê girtîgehê li Çaglar Demîrel hate birîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tifaqa Piştevaniya Rojava ji bo YPJ’ê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Firatê: Avakirina Sûriyeyê bêyî jinê ne gengaz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanê ji bo girtina Ecac Tikrîtî rol lîst, hate xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şivan Mihemed: Heta ku statuya Rêber Apo neyê diyarkirin, pêvajo bi pêş nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Divê em şehîdên xwe ji xwe re bikin mînak û li ser xeta Rêbertî bimeşin û bi ser bikevin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Têkoşîna azadî û demokrasiyê wê li ser xeta şehîdan teqez bi ser bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kalkan: Ji ezmên enqazê AKP-MHP’ê dibare
Kurdistan

Kalkan: Ji ezmên enqazê AKP-MHP’ê dibare

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku faşîzma AKP-MHP'ê 24 saetan di nava tirsê de ye û got, "Tirs bi kêr nayê. Çi dike bila bike lê faşîzma AKP-MHP'ê wê ji hilweşînê rizgar nebe. Di demeke gelekî nêz de."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 18 dq.
Parvekirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî bernameyeke Medya Haber TV bû. Nirxandinên Kalkan ên li ser rojevê bi vî rengî ne:

“Afirînerê berxwedana Îmraliyê Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Li Îmraliyê êriş, tecrîd, êşkence, qirkirin dewam dike Bêguman li hemberî wê jî berxwedana herî mezin û bi wate ya dîrokê jî dewam dike.

Di pêvajoya derbasbûyî de di meşandina sîstema heyî de guhertinek çênebû. Me wê demê jî got, bi cezayên dîsîplînê bahane ji tecrîdê re tê afirandin. Ne tenê ji bo tecrîdê û astengkirina hevdîtinê, di heman demê de ji bo astengkirina jinûve darizandina Rêber Apo ya di çarçoveya ‘Mafê hêviyê’ û astengkirina misogeriya azadiya wî ya fîzîkî hinceteke hiqûqî dihate afirandin. Me got, wê vê yekê dewam bikin. Bi rastî jî piştre me dît, careke din ragihandin ku cezayê dîsîplînê dane.

Bêguman sedema wê eşkere nakin. Bi rastî jî rewşeke bê qebûlkirin nîne. Mirov dikare vê yekê bibêje; li vê cîhanê mirovê ku herî zêde bi dîsîplîn dijî, bi rêxistin tevdigere û dixebite Rêber Apo ye. Bi hezaran, bi deh hezaran mirov bi vê zanin. Ya rast rêveberên dewleta komara Tirkiyeyê yên ku van cezayên bêbingeh dibirin jî bi vê zanin. Tevî vê jî gotina ‘cezayê dîsîplînê’ bêwate ye. Divê mirov baş fêhm bikin. Ev yek tiştekî ji ber xwe ve hatiye afirandin.

Li aliyê din êriş bi vî rengî dewam dikin, di heman demê de berxwedana mezin a li Îmraliyê jî dewam dike. Berxwedana mezin a li Îmraliyê nîşan dide ku hêzên komploger ên navneteweyî û dewleta Tirk we di sîstema xwe ya qirkirinê de bi ser nekevin, têk çûne. Berxwedaneke mezin heye, berxwedan dewam dike. Li ser bingeha darizandina siyaset û mejiyê qirker, mêtinger, faşîst û mehkûmkirina wî mejî, berxwedan dewam dike. Wê demê divê em rast fêhm bikin, li gorî vê bi rengekî rast û têrker tevlî bibin. Ya girîng ev e.

TENÊ BI TÊKOŞÎNÊ EM DIKARIN ENCAMÊ BI DEST BIXIN

Divê em sîstema li Îmraliyê ya ku ti hiqûq û exlaqê nas nake kifş bikin. Lewma me got, têkoşîna hiqûqê jî girîng e. Parêzer, derdorên hiqûqî bi civîn û konferansên cuda vê yekê dikin. Bi rastî jî girîng û bi wate ne. Ji ber ku bêhiqûqî û bêexlaqiyeke welê li Îmraliyê tê kirin ku mînaka wê nîne. Kesên ji hiqûqê bawer dikin vê yekê qebûl nakin. Pêwîstî pê nîne ku demokrat jî be. Yan jî sosyalîst jî be. Yanî ti kesê ku baweriya xwe bi hiqûqê heye nikare rejîma li Îmraliyê qebûl bike. Ji ber vê jî gelekî girîng e ku bê kifşkirin, maskeya wê bê xistin, bê nîşandan bê sîstema Îmraliyê êrişeke çawa ya bêhiqûqî û bêexlaqî ye.

Em dibînin ku têkoşîna li dijî sîstema qirkirinê ya Îmraliyêe bi berfirehî dewam dike. Gavên girîng hatin avêtin. Li Kurdistanê bû, li derveyî welat bû, li her derê dibe. Dewlemend û cihêreng bû. Li ser bingeha pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî ku 10’ê Cotmehê destpê kir, çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî berfireh, cihêreng û mezin dibin. Bêguman divê hîn bêhtir bêne mezinkirin. Divê ya heyî teqez têrker neyê dîtin. Li her qadê divê hîn bêhtir bê berfirehkirin, bê mezinkirin û encam ji têkoşînê bê wergirtin. Ji ber ku tenê bi têkoşînê encam dikare bê wergirtin. Nepêkane ku bi rengekî cuda encam bê wergirtin. Lê belê pêşketinên heyî erênî ne.

Bi vê wesîleyê ez careke din çalakgeran hemûyan silav dikim. Li zindanan û derdora wan çalakî dewam dikin. Lawaziyeke biçûk jî nîne. Çalakiyê girseyî yên li dora berxwedana li zindanan pêl bi pêl mezin dibe. Ev gelekî girîng e û bi pêş dikeve. Di çalakiyên girseyî de li her derê liv û tevger dewam dike. Li ser CPT zexteke girîng çêbû. Eşkere bû ku ji aliyê hiqûqî ve wezîfeya xwe bi cih nîne. Piştî ku ev yek li nava raya giştî belav bû gelek derdoran dest bi çalakiyan kirin ku zextê li CPT bikin. Çalakiyên jinan pêk hatin, çalakiyên şandina nameyan. Li hemû dewletên Ewropayê rewşenbîr, nivîskar, hunermend, karker, sendîkavan, demokrat, çepgir, sosyalîst, dostên Kurdan mohra xwe danîn binê nameyan û name ji CPT re şandin. Ji CPT xwestin ku erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne. Bang hate kirin, jê hate xwestin ku biçê Îmraliyê agahiyê bide. Hate destnîşankirin ku ev yek wezîfeyeke demokratîk û xwezayî ye. Lewma bang li CPT hate kirin ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Ev gelekî girîng in, divê bêne xurtkirin û dewamkirin. Ev yek eşkere bû; sîstema Îmraliyê, bêhiqûqî, bêedaletiya li Îmraliyê, her wiha berxwedana demokrasî û azadiyê ya li Îmraliyê her ku dewam dike hîn bêhtir li nava civakê belav dibe, pêl bi pêl li nava civakan, li cîhanê belav dibe. Li her devera ku mirov pê dihesin li ber vê bêhiqûqiyê radibin. Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo girîng dibînin, bi rê û rêbazên cuda tevlî dibin. Ev rewşeke gelekî girîng û bi wate ye. Têkoşînek ku gihîştiye vê astê kes nikare rawestîne. Serketina vê têkoşînê nikare bê astengkirin. Divê her kes bi vê zanibe. Serketina pêngava azadiyê ya navneteweyî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin kes nikare asteng bike. Ev pêngav wê teqez bi ser bikeve.
Li ser vê bingehê hunermend, rewşenbîr û her kes tevlî dibin. Çalakiyên ciwanan û jinan dewam dikin. Divê bêne berfirehkirin û mezinkirin.

BEŞDARÊN ÇALAKIYA NOBEDÊ YA LI STRASBOURGÊ PÎROZ DIKIM

Ya rast pêngava me ya azadiyê ya global ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rê ve diçe, di 10’ê Cotmeha 2023’an de hate ragihandin. Destpê kir, lê belê nobeda ji bo azadiya Rêber Apo beriya 12 salan li Strasbourgê destpê kir û dewam dike. Welatparêzên Ewropî dimeşînin. Ji welatên cuda yên Ewopayê her hefte ciwan, jin, karker, kedkar tên, tevlî nobedê dibin. Di 25’ê Hezîranê de 12 salan temam dike û dikeve sala 13’an. Di çapemeniyê de hate ragihandin ku wê çalakiyeke mezin a girseyî bê lidarxistin di vê serdemê de. Divê ev yek girîng bê dîtin. Çalakiya herî demdirêj a ji bo azadiyê ye, beriya 12 salan hate destpêkirin û di heman demê de ji pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî re bû bingeh. Divê bi vî rengî bê dîtin. Lewma tevlîbûneke xurt divê di salvegera çalakiyê de bê kirin.

Gelê me yê li Ewropayê divê vê yekê bibîne. Ev çalakî 12 sal in bênavber dewam dike. Her kesên tevlî vê çalakiyê bûne pîroz dikim, silav dikim bi navê rêveberiya partiya me. Wê bi ser bikevin, bingeh danîn, hêvî afirandin, îrade afirandin. Tevî mirovên me yên li çar aliyên cîhanê her wiha derdorên demokratîk û azadîparêz jî ber bi çalakiya xwe ve kişandin, tevlî kirin. Niha çalakiya wan mezin bû, berfireh bû. Ya rast bû hêmanê bingehîn ê pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî, bû destpêk û parçeyek ji vê pêngavê. Li ser vê bingehê wê hîn bêhtir mezin bibe, dewam bike û encamê bi dest bixe. Li ser vê bingehê her kesên ku tevlî çalakiyê bûne careke din silav dikim û serketinê dixwazim.

JI EZMÊN ENQAZÊ AKP-MHP’Ê DIBARE

Dema dawî li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Avaşînê, Zapê, Metînayê, li Xakurkê çalakî hatin kirin, dewam dikin. Gerîla rojane bi ser keriyên faşîst ên AKP-MHP’ê yên êrişkar û dagirker diçin, derbê li wan dixin.

Li aliyê din dagirkeran herî zêde pişta xwe bi taktîka xwe germ dikirin. Ji vê re gotin şerê teknîk û îstîxbaratê. Rewşa îstîxbaratvanan jî ji rewşa teknîkê ne cuda ye. Ew jî ji ber ku veşartî ne nayên dîtin. Ji ber ku xwe vedişêrin gelek tişt eşkere nabin. Bi taybetî raya giştî ya Tirkiyeyê, raya giştî ya deve zêde bi tiştan nizanin, nabihîzin. Lê belê êdî nikarin veşêrin. Bi rêbazekê êdî tê dîtin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên heta niha eşkere kir. Hin derdorên çapemeniyê jî vê radigihînin. Êdî enqazên AKP-MHP’ê ji ezmên dibarin. Başûrê Kurdistanê ket rewşeke bi vî rengî.

FIRÎNA WAN NÎŞAN DAN, LÊ BALKÊŞ E KU KETINA WAN QET NÎŞAN NADIN

Hate gotin, wê Zap li faşîzmê bibe goristan, wê Herêmên Parastinê yên Medyayê li faşîzmê bibe goristan. Ya rast faşîzm tê hilweşandin. Divê her kes vê bibîne. Faşîzm xurt nîne. Dibêjin, faşîzmê ava dikin. Welê nîne. Bi zorê li ser piyan dimîne. Hewl dide temenê xwe dirêj bike. Hewl dide hilweşîna xwe rawestîne. Bi rastî jî girîng e. Divê biçûk neyê dîtin. Tayyîp Erdogan gelekî pesnê wê dida. AKP’yiyan li televîzyonan xwe nîşan didan, digotin ‘SÎHA’yên me hene, nizanim çawa difirin’. Firîn û lêdana wan nîşan dan, lê balkêş e ketina wan qet nîşan nadin. Ka bila wê jî nîşan bidin bila mirov bibînin. Bila her kes bibînin.

Derbên hem di 27’ê Gulanê de hem jî di 6’ê Hezîranê de hatin lidarxistin girîng bûn. Xuya ye êdî li ser teknîkê jî hevsengiyek hatiye afirandin. Faşîzma AKP-MHP’ê wê êdî nikaribe mîna berê tevbigere. Hemû çalakgerên ku li Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê derb li keriyên faşîst ên AKP-MHP’ê xistin hem jî her kesên ku di xistina SÎHA’yan de ked dan pîroz dikim. Hêza şervan û fermandaran a HPG û YJA Starê bi vê wesîleyê silav dikim ku di nava şert û mercên herî giran de hindik maye ku faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin.

RASTIYA ŞER DIVÊ BÊ FÊHMKIRIN

Di şexsê şehîdên dawî yên li Metînayê hevrê Zîlan, Şahan û Serhat de hemû şehîdên mezin ên têkoşîna lehengî bi hezkirin û minet bi bîr tînim. Têkoşîn li ser xeta fedaî ya Apoyî li ser xeta şehîdan tê meşandin. Hêsan nîne. Fermandariya me ya Biryargeha Navendî gelek caran bang kir û got, ‘Bila gelê me baş fêhm bike, baş bibîne, baş hîs bike’. Ev bang gelekî girîng bûn. Belê SÎHA têne xistin, lê çawa têne xistin? Keriyên faşîst ên AKP-MHP’ê li ser hev derbê dixwin. Vaye HPG’ê bîlançoya meha Gulanê beriya hefteyekê eşkere kir. Li holê şerekî cidî heye. Bîlançoyên qadên din têne dayin. Li Xezeyê bîlanço tê dayin, mîna ku qedehek avê vexwe. Yanî 10 hezar, 20 hezar, 30 hezar mirov mirin. Ew mirov in mirov! Mirov mirovan dikujin. Ev çi mirovahî ye? Divê baş bê lêpirsîn. Bi hev ketine. Em tevgereke dilxwazê azadî û demokrasiyê ne, lê belê tiştekî welê li me hatiye ferzkirin ku Rêber Apo got, ‘Em bi şer ve mijûl dibin’. Ji bo neyên kuştin em têdikoşin. Em xistine vî halî.

Ji ber vê jî divê rastiya vî şerî baş bê fêhmkirin. Şerê li tunelan, pergala tîm. Çend kes 24 saetan li dijî artêşekê şer dikin, timî wan dişopîne, li hemberî artêşeke êrişkar a NATO’yê xwe diparêze û derbê li wan dixe. Gelo ev çawa çêdibe? Ev tê çi wateyê? Divê em vê baş fêhm bikin. Baş bê fêhmkirin. Nabe ku tenê bê gotin, gerîla şer dike, lê dixe. Bi kîjan têgihiştin, îrade, berxwedêrî, wêrekî, fedakariyê dike. Di serî de ciwanên Kurd divê gelê Kurd, jin, mêr, ciwan, extiyar her kes vê baş fêhm bike û baş hîs bike. 24 saetan divê vî ruhî bipejirîne. Jiyaneke bi rengekî cudatir rast nîne. Ne jiyaneke qebûlkirinê ye.

Lewma gerîla bi rastî jî xwe gihand asteke girîng. Berê di salên 1980’î de li Ewropayê gelê me dirûşmek diqîriya û digot ‘Lêxe gerîla lêxe, Kurdistanê ava bike’. Niha gerîla li hemberî êrişan lê dixe û Kurdistana azad gav bi gav ava dike. Bi bexwedana jin, ciwan û gel re gerîla û berxwedana gel bi rastî jî jiyaneke nû ava dike. Jiyaneke azad ava dike, exlaqekî nû ava dike, pîvanên nû diyar dike. Mirovekî nû, mirovekî azad diafirîne, têkiliyên mirovên azad destnîşan dike. Li vir tenê rijandina xwînê nîne. Belê şer diqewime, di nava şert û mercên giran de pêk tê, xwîn tê rijandin lê divê tenê bi wî rengî neyê dîtin. Ev şer ji bo çi ye, armanca xwe çi ye, ji bo çi tê kirin? Hişmendî, bawerî, îradeyeke çawa diafirîne? Kesayetiyeke çawa ava dike? Jiyanê li ser bingeha azadiyê çawa jinûve ava dike? Azadiya jinê, îradeya jinê li ser bingeha wekheviya cihêrengiyan çawa ava dike? Lewma di nava civakê de demokrasî û azadiyê diafirîne, civaka demokratîk ava dike. Divê ev yek bê dîtin. Şerê gerîla pêşengê van hemûyan e. Niha ev şer li ser vê bingehê dewam dike. Divê ev yek baş bê fêhmkirin û piştgirî jê re bê dayin.

DIVÊ EM ŞER HÎN BÊHTIR BERFIREH BIKIN

Bang hatin kirin; divê em vî şerî hîn bêhtir berfireh bikin. Divê ne tenê bi gerîlayên li çiyê bimîne, hîn bêhtir divê li bajaran bê belavkirin. Ya rast li bajaran jî çalakî têne kirin, wan jî silav dikim. Lê belê divê hîn bêhtir bê belavkirin. Divê em her qadê veguherînin qada şerê xweparastinê. Heta ku şerê xweparastinê neyê kirin em ê nikaribin azadiya xwe bi dest bixin, demokrasiyê ava bikin. Bi vî rengî nebe em ê nikaribin bibin civakeke demokratîk û azad. Divê em bi van baş zanibin. Lewma gerîla pêşengiyê ji vê re dike. Ciwanên Kurd, gelê Kurd bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin vê têkoşînê. Vê têkoşînê dimeşînin. Yanî fedakariya gerîla û welatparêziya gel hevdu xwedî dikin, hevdu temam dikin. Diyar e ku şer wê dewam bike. Di dema bê de wê çalakiyên gerîla hîn cihêreng, dewlemend bibin û belav bibin. Dikarim vê bibêjim.

FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê WÊ JI HILWEŞÎNÊ RIZGAR NEBE

Ji bo faşîzma AKP-MHP’ê rewş çi ye? Ew der xumamî ye. Naxwazim bibêjim bi filan rengî ye, lê belê ne welê ye ku weke ew nîşan didin. Bi şerê psîkolojîk hewl dan her derê bitirsînin. Lê belê xuya ye rewş bi vî rengî nîne. Diyar e şerekî psîkolojîk ê gelekî nepixandî ye. Faşîzma AKP-MHP’ê hildiweşe, ji hev dikeve. Ew propagandaya ku dikin jî ji bo veşartina vê yekê ye. Rojevê berevajî dikin. Ji bo hilweşîna wan neyê dîtin rastiyan bi maskeyê dinixumînin. Ji bo neyê dîtin ku derbê dixwin û li ber hilweşînê ne, vê yekê dikin. Bi taybetî ji raya giştî ya derve û raya giştî ya Tirkiyeyê gelekî ditirsin, ku rewşeke bi wî rengî bê dîtin. Ji xwe bi piştgiriya ji derve werdigirin li ser piyan dimînin. Ditirsin ku êdî nikaribin wê piştgiriyê werbigirin. Gelek mirov bi pereyan, bi neteweperestî, zayendîperestî û olperestiyê xapandine. Ew kirine dijminê Kurda û bi gotina ‘Em bi ser dikevin’ wan dixapînin. Ditirsin ku ev mirov wê rastiyê bibînin û êdî berê xwe ji wan bizîvirînin. Faşîzma AKP-MHP’ê ji raya giştî ya Tirkiyeyê û raya giştî ya derve gelekî ditirse. 24 saetan di nava tirsê de ye. Di nava tirs û fikaran de ye ku rastiya wê diyar bibe û piştgiriya jê re tê dayin qut bibe. Tirs bi kêrî tiştekî nayê. Lewma faşîzma AKP-MHP’ê çi dike bila bike wê ji hilweşînê rizgar nebe. Û di demeke nêz de.

Dewam dike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Suham Şengalî: PDK siyaseta DAÎŞ’ê li ser jinan dimeşîne
Nûçeya Pişt re Ji 13 saliya xwe ve karê wênesaziyê dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komîteya ji Ocalan re Azadî: Bêyî azadiya Rêbertî li Rojhilata Navîn aştî nabe

Komîteya ji Ocalan re Azadî bi daxuyaniyeke destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sûdanê di êrîşa li ser gundekî de 48 kes hatin kuştin

Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) êrîşî gundê Um Garfa yê li eyaleta Bakurê Kordofan ê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Qurbaniyên Roboskiyê hatin bîranîn

Qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê li ser gorên xwe yên li gund, hatin bîranîn. Di bîranînê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Tifaqa Piştevaniya Rojava ji bo YPJ’ê bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Jinên Firatê: Avakirina Sûriyeyê bêyî jinê ne gengaz e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwanê ji bo girtina Ecac Tikrîtî rol lîst, hate xelatkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şivan Mihemed: Heta ku statuya Rêber Apo neyê diyarkirin, pêvajo bi pêş nakeve

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?