Duşem, 13 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li DEM Partiyê pêvajoya civînê ya 5 rojî bi dawî bû.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kamaç: Serketina yekîtiya neteweyî ya Kurd wê çarenûsa Rojhilata Navîn diyar bike
Rojane

Kamaç: Serketina yekîtiya neteweyî ya Kurd wê çarenûsa Rojhilata Navîn diyar bike

Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç got, “Bi hilweşîna sîstema cîhanê re, Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizyankirin. Di vê pêvajoya dîrokî de misogeriya herî mezin a Kurdan perspektîfa yekîtiya netewî û civaka demokratîk e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li gelek deverên Rojhilata Navîn şer û pevçûn rû didin û li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşên li dijî gelê Kurd berdewam dikin. Li hember van êrîşan bêdengiya saziyên navneteweyî bal dikişîne. Gel li dijî êrîşên sîstematîk ên li Îran, Heleb û Rojava xwepêşandanan li dar dixin.

Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, diyar kir ku ev pêvajo ne tenê ji hêla leşkerî ve, di heman demê de ji hêla dîrokî û siyasî ve jî qonaxeke guherînê ye û bal kişand ser girîngiya jiyanî ya yekîtiya neteweyî ya Kurd li hember şerên desthilatdariyê yên herêmî û cîhanî.

Mehmet Kamaç, da zanîn ku krîzên piralî yên ku li cîhanê têne jiyîn, pergala siyasî û aborî ya navneteweyî aniye ber asta hilweşînê û got ku encamên herî giran ê vê krîzê li Rojhilata Navîn têne jiyîn. Kamaç, destnîşan kir ku pergala heyî bi Şerê Rûsya-Ukraynayê re bi bandor hilweşiyaye û got, “Em di demekê de dijîn ku aktorên bihêz bêsînor li dijî aliyên qels mudaxele dikin.”

‘HIQÛQÊN NAVNETEWEYÎ BI RENGEKÎ PRATÎKÎ BÊKÊR BÛNE’

Mehmet Kamaç, diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê bi awayekî zelal hilweşîna pergala navneteweyî nîşan didin. Kamaç, destnîşan kir ku komkujiyên ku ji du salan zêdetir didome li ber çavên cîhanê diqewimin û got ku hiqûq, peyman û peymanên navneteweyî bi rengekî pratîkî bêkêr bûne.

Kamaç, her wiha diyar kir ku pergala aboriya cîhanî hilweşiyaye û bal kişand ser guhertinên bingehîn ên di rêyên bazirganiyê, zincîrên dabînkirinê û têkiliyên aborî de.

Kamaç, destnîşan kir ku şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn domdar bûne û got pêvajoya ku ji Iraqê heta Sûriyeyê dirêj dibe, hîn jî berdewam dike. Kamaç, da xuyakirin ku tevî Kurd li Rojhilata Navîn xwedî nifûsek mezin in jî bê statu hatine hiştin û got ku îro pirsgirêka Kurd bi avahiya xwe ya dînamîk li her çar parçeyên Kurdistanê xwe ferz dike.

‘MIJARA HERÎ BINGEHÎN YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURD E’

Mehmet Kamaç, anî ziman ku yekîtiya neteweyî hêmana herî bingehîn a çareserkirina pirsgirêka Kurd e û got ku siberoja Kurdan tenê bi kongreyeke neteweyî û yekîtiyeke hevpar dikare were misogerkirin. Kamaç, destnîşan kir ku rêya derketina ji vê krîzê avakirina yekîtiyeke li ser bingeha jiyana hevpar li Kurdistanê ye.

‘ÊRÎŞÊN LI HELEBÊ, LI DIJÎ TEVAHIYA GELÊ KURD E’

Mehmet Kamaç, destnîşan kir ku êrîşên li ser Helebê ne tenê hin tax hatine hedef girtin, di heman demê de hebûn û destketiyên Kurdan jî hedef hatine girtin. Kamaç got, “Divê em bi vê hişmendiyê re tevbigerin. Nêrînên me yên partî, îdeolojî û cîhanî çi dibe bila bibe, bi hev re tevgerîn berpirsyariyeke dîrokî ye. Serketina yekîtiya neteweyî ya Kurdan dê çarenûsa Rojhilata Navîn diyar bike.” Kamaç, got ku heta pirsgirêka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê neyên çareserkirin, li Rojhilata Navîn aştiyeke mayînde ne mimkûn e.

‘PARADIGMA CIVAKA DEMOKRATÎK MIFTEYA AŞTIYÊ YE’

Mehmet Kamaç, diyar kir ku bingeha aştiyê têgihîştina civakeke demokratîk e. Kamaç, anî ziman ku ev modela ku mafên her kesî esas digire û edalet û hiqûq esas tê girtin, bêyî diyalogê nayê avakirin. Kamaç, da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd tenê bi Tirkiyeyê re ne sînordar e û got ku divê pirsgirêkên li her çar perçeyên Kurdistanê bi hev re werin nirxandin. Kamaç, diyar kir ku pêvajoya li Bakurê Kurdistanê girîng e lê têrê nake û got ku daxwazên Kurdên li Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî beşek ji vê tevahî ne.

‘KONGREYA NETEWEYÎ WÊ JI BO GELÊN ROJHILATA NAVÎN MÎNAK BE’

Kamaç, girîngiya konferansa yekîtîyê ya li Qamîşloyê pêk hatibû bibîr xist û got ku ev konferans gaveke girîng ji bo pêkhatina kongreyeke neteweyî çêkiriye. Mehmet Kamaç, diyar kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurd, ku bi beşdariya her çar perçeyên Kurdistanê were damezrandin, dê li ser bingeha civakeke demokratîk mînakek xurt a jiyana bi hev re ya aştiyane pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Li dijî kiryarên hovane divê her kesên xwedî wijdan rabin ser piyan’
Nûçeya Pişt re Azadiya Welat piştî 10 salan hejmara xwe ya destpêkê weşand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên li başûrê Bendava Tişrînê hatin şikandin

Ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Zirbit Zemala yê li…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ê li dijî van êrîşan xwedî helwest bin’

Xelkê bajarê Şêranê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got, "Divê helweta me…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li DEM Partiyê pêvajoya civînê ya 5 rojî bi dawî bû.

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Perûyê gel li ser sindoqan e: Di 10 salan de serokê 9’emîn tê hilbijartin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?