Kampanya piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya “Aştî û Civaka Demokratîk”, ji aliyê Forma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ve hate destpêkirin.
EFFP’ê daxuyanî da û geşedanên piştî banga Rêber Apo bi bîr xist.
EFFP’ê diyar kir ku ew kampanyaya xwe bi biryardarî didomînin û anî ziman ku ji Ewropa heya Efrîqayê, ji Kurdistanê heya Emerîkaya Latîn wê tevlîbûneke mezin ji kampanyayê re heye.