Qenala Gerîla TV’yê ji hemû şopdarên xwe re daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ji ber di kenala Telegramê de şopdarên wan hatine astengkirin wê li ser pêwendiya https://t.me/gerila_t_v weşana xwe bidomînin.
Di daxuyaniya rayedarên Gerîla TV’yê de wiha hate gotin:
“Kanalên me yên Telegramê yên bi navê Gerîla TV, HPG Kurmancî, HPG Arabic, HPG International, HPG Castellano û HPG Tirkî hatine sînordarkirin û şopdarên qenalên me hatine astengkirin.
Cardin fêm bû ku, bi vê çalakiya dawî çawa agir ketiye dilê Enqereyê û dixwazin vî agirî bi astengkirina kanalên me bitefînin. Lê xwe pir mezin dixapînin. Çawa ku çi hêz nikare meşa fedaiyên Apoyî bide sekinandin, nikarin meşa şopdarên wan jî bidin sekinandin.
Em ê hîn encamgir û xurttir karên xwe bimeşînin. Em ê bi kenala xwe ya nû ji cihê mayî berdewam bikin.”Hûn dikarin li ser vê pêwendiyê xwe bigihînin kanala nû: https://t.me/gerila_t_v