Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs têkildarî êrîşên çeteyên DAÎŞ, El Nusra û çeteyên din ên dewleta Tirk ên li ser Heleb û Şehbayê û hewldanên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd, ji ANF’ê re axivî.
‘DAGIRKERIYA HELEB Û ŞEHBAYÊ, PÊVAJOYA DAGIRKERIYEKE BI PLAN E’
Karamûs diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Heleb û Şehbayê ji aliyê dewleta Tirk ve tên organîzekirin, bêdengiya hêzên navneteweyî tê wê wateyê ku ev êrîş erê kirine û got, armanca esas a êrîşan, destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojava ne.
Karamûs êrîşên dagirkeriyê û encamên wê, wiha nirxand: “Dagirkirina Heleb û Şehbayê, ne geşedaneke ji nişka ve ye, encama pêvajoyeke plankirî û demdirêj e. Guhertina hevsengiyên li Rojhilata Navîn û bi taybetî, veguherînên siyasî yên li Sûriyeyê, zemînê vê pêvajoyê çêkir. Şerê di navbera Îsraîl, Hamas û Hîzbûllahê de bi nakokiyên Îran û Îsraîlê yên li herêmê re bû yek û kaos û nediyarbûneke mezin afirand. Ev şer nîşan didan ku wê di hevsengiya Rojhilata Navîn de, guhertinên bi kok çêbibin.
HEVKARIYA DEWLETA TIRK Û HTŞ’Ê
Planên dagirkeriyê û êrîşên li ser herêmên Heleb û Şehbayê, ev demek dirêje di rojevê de bû. Bi taybetî Kurdên ku di encama êrîşên dagirkeriyê de ji Efrînê hatine û li herêmê bi cih bûne, gefên êrîşê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ji nêz ve hîs dikirin. Tenê bi salan ev gef nexwarin, di heman demê de ji bo vê yekê timî amadekarî kir. Êrîşên HTŞ’ê (Heyet Tehrîr el-Şam) yên li ser Heleb û Şehbayê, bi eşkere parçeyê koordînasyonekê bû û serkêşê vê koordînasyonê dewleta Tirk bû. Tevî ku HTŞ di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye û Tirkiyeyê di sala 2018’an de ev kom weke rêxistina terorê îlan kir, di pratîkê de ti carê li gorî vê biryarê tev negeriya. Dewleta Tirk, HTŞ û çeteyên din di nava hevkariyeke nêz de tevdigerin. Ji çekan heta ticaretê, di gelek qadan de bi van koman re hevkariyê dike. Armanca esas a dagirkeriyê jî, bidestxistina qadên di bin kontrola Kurdan de ye. Efrîn yan jî Şehba ferq nake, eşkere ye ku dewleta Tirk her herêma ku Kurd lê ne, hedef digire. Niha gefên dagirkeriyê yên li ser Minbicê, dewama van stratejiyan e.
DAGIRKERIYA KU DI BÊDENGIYA AKTORÊN NAVNETEWEYÎ DE, PÊK HATÎ
Bêdengiya aktorên navneteweyî ya li hemberî vê pêvajoyê, balkêş e. Di serî de Îngilistan, tê dîtin ku hin dewlet rasterast piştgiriyê didin vê dagirkeriyê. Emerîka û koalîsyona navneteweyî jî, li dijî êrîşên dewleta Tirk helwesteke cidî raber nekir. Hêzên Rûsya û Îranê jî di vê pêvajoyê de mudaxileyeke girîng, pêk neanîn. Di dema êrîşên çeteyan de herêmên di bin kontrola van hêzan de, bêyî ku şer û berxwedaneke cidî raber bikin, ketin. Vê yekê derfeteke mezin pêşkêşî dewleta Tirk kir.
PÊLEKE NÛ YA KOÇBERIYÊ Û KARESATA MIROVÎ
Encameke din a dagirkeriya li Heleb û Şehbayê, pêleke duyem a koçberiyê ye. Bi sed hezaran Kurdên ku ji Efrînê koç kirine, li Şehbayê di kampan de jiyan dikirin, lê car din ji cihên xwe hatin kirin. Ev karesateke mirovahiyê ye ku di dîrokê de pir kêm tê dîtin. Cîhan li vê karesatê temaşe dike û bertekek cidî raber nake. Dewleta Tirk Kurdan ji xaka wan dike der û li şûna wan komên radîkal bi cih dike, bi vê yekê re dixwaze li herêmê çêkera demografîk biguhere. Ev sûcê mirovahiyê ye û polîtîkayeke qirkirinê ya eşkere ye.
Bi vê yekê re hêzên Kurd, li dijî dagirkeriyê di nava berxwedaneke bibiryar de ne. Lê belê ev têkoşîn wê dirêj û zehmet be. Her çendî tevgera Kurd ev gef û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van êrîşan dîtibe jî, ev qasê bi lez ketina artêşa Sûriyeyê û hêzên Îranê nedihat payîn.
GIRÎNGIYA BERXWEDANA SIYASÎ, DÎPLOMATÎK Û LEŞKERÎ
Li dijî êrîşên dewleta Tirk, Kurd neçar in di qada siyasî, dîplomatîk û leşkerî de li ber xwe bidin. Di vê pêvajoyê de, bêdengiya civaka navneteweyî hêvî şikandin. Lê belê divê têkoşîna gelê Kurd li qada herêmî û navneteweyî, bi rengekî hîn xurttir bê ragihandin.”
GEFÊN STRATEJÎK ÊN DEWLETA TIRK ÊN LI HEMBERÎ GELÊ KURD
Karamûs bilêv kir ku geşedanên di encama van êrîşên dagirkeriyê de derketine holê, wê yekîtiya neteweyî ya Kurdan di rêjeyeke cidî de bandor bike û xurtkirina yekîtiya siyasî ya di navbera Kurdan de, bi rengekî xurt xwe ferz kiriye. Karamûs nirxandinên xwe wiha domand: “Geşedanên li Şehba û herêmên din, li ser hebûna gelê Kurd bandoreke nerênî ya cidî afirandiye. Firsatên ku dewleta Tirk bi dest xistî, hedef û stratejî bi eşkere li dijî Kurdan gefeke sîstematîk çêdike. Dewleta Tirk li ser esasê Pan-Turkîzm, dîktatoriya faşîst û îdeolojiya senteza Tirk – Îslam tevdigere, hebûna Kurdan ji bo xwe weke gefekê dibîne. Lewma armanc dike ku hemû destkeftiyên Kurdan, statu û derfetên wan tune bike.
DEWLETA TIRK ARMANC DIKE KU HEMÛ PARÇEYÊN KURDISTANÊ DAGIR BIKE
Bila ti kes xwe nexapîne; armanca dewleta Tirk tenê hedefên bisînor ên mîna Şehba, Heleb û Minbicê nîne. Ev hedef hemû Rojava û Başûrê Kurdistanê, digire nava xwe. Ji Efrînê heta Bradostê, hemû herêmên Kurd tevlî konsepta xwe kiriye û dixwaze van qadan dagir bike û hemû destkeftiyên gelê Kurd, bi temamî tune bikin. Ev stratejî tenê li dijî partiyeke diyar, rêxistin yan jî hêzekê nîne, li dijî hemû deskeftiyên Kurdan ên li her çar parçeyan e.
GUHERTINA DEMOGRAFÎK Û POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ
Dewleta Tirk ji bo ku li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê polîtîkayên dagirkeriyê bixe meriyetê, çêkera demografîk biguhere û nasnameya gelê Kurd tune bike, bi dehan komên selefî, radîkal û terorîst organîze kiriye, bi çek kiriye û fînanse dike. Bi van koman re hevkarî dike, rasterast operasyonên ku artêşa Tirk jî di nav de ye, pêk tîne. Armanc zelal e: Temamkirina qirkirina Kurd û li ser van xakan şopa Kurdan jê bibin. Ev polîtîka, ji roja damezrandina dewleta Tirk heta îro dewama konsepteke ku nayê guhertin e.
BERIYA ÊRÎŞÊ HEVDÎTINA ÎSTIXBARATA TIRK Û ENKS’Ê YA LI HEWLÊRÊ
Dema mirov li vê rewşê û nirxandinan dinêre, tê dîtin ku hin hêzên Kurd bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin û pêre tevdigerin. Mînak, hefteyekê beriya van êrîşan komeke di bin kontrola dewleta Tirk de, nûnerên ENKS’ê û şandeyeke ku ji îstixbarata Tirk pêk dihat, çû Hewlêrê û bi hin partî û rêxistinan re hevdîtin kir. Tê diyarkirin ku di nava kesên hevdîtin kirine de, partî û rêxistinên Kurd jî hene. Ev rewş îhtimala ku kesên navborî ji van êrîşan agahdar in, xurt dike. Wê di rojên pêşiya me de derkeve holê ku heta kîjan qonaxê bûne parçeyekê vê konseptê û çawa tevlî van êrîşan bûne.
‘BÊDENGIYA WAN TÊ WATEYA KU HEVKAR IN’
Eger em daxuyanî, bêdengî an jî helwestên heyetê yên di vê pêvajoyê de li ber çavan bigirin, mirov digihêje wê qenatê ku bi dewleta Tirk re tifaqek hatiye kirin. Xuya ye van kesan civîn lidar xistine û gihaştine asteke diyar a hevkariyê. Bi taybetî di vê pêvajoyê de, di daxuyaniyên hin hêzan de yên bi destek an jî desteka PDK’ê re îdîayên ‘azadkirina’ Rojava di bin sîwana Artêşa Azad a Sûriyeyê û bi desteka dewleta Tirk de cih girtin. Her wiha di van daxuyaniyan de hat gotin ku pêşmergeyên Roj dê li herêmê bi cih bibin. Ev daxuyanî hevkariya bi dewleta Tirk re û koordînekirina planên êrîşan bi awayekî zelal radixe ber çavan. Niha, rol, mîsyon, hevkarî û astên tevlîbûna van hevkariyan di êrîşan de mijareke nîqaşê ye. Lê belê bi dîtina min, her mirovekî xwedî wijdan wê derkeve wê encamê ku ev hêz di nava êrîşan de cih digirin. Derketina rewşeke bi vî rengî bandoreke mezin a neyînî li yekîtiya Kurd û tifaqa siyasî dike. Destketî û statuya gelê Kurd ji ber hevkarî û polîtîkayên bi vî rengî di bin rîskeke cidî de ye. Ji ber vê yekê divê her kes rewşa heyî li ber çavan re derbas bike û li gorî wê tevbigere.
GIRÎNGIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ Û BERXWEDANÊ
Her kesê xwedî wijdan divê bi kesên ji bo parastina maf û destketiyên gelê Kurd li ber xwe didin, bi hev re tevbigerin. Divê her kes bi rengekî ku yekîtiya neteweyî ya Kurdan xurt bike, destketiyan biparêze û destekê bide berxwedanê tevbigere. Bi misogerkirina yekîtiya li dora van destketiyan re xurtkirina têkoşîna hevpar a gelê Kurd divê wezîfeya bingehîn be.”
‘EM BI HESTA WEZÎFEYA NETEWEYÎ LI GELÊ XWE YÊ KOÇBER BÛNE XWEDÎ DERKEVIN’
Karamûs, anî ziman ku mirovên neçar man ji herêmên dagirkirî koç bikin bi rewşeke gelekî zehmet re rû bi rû ne û got, “Li gorî agahiyên gihaştine ber destê me, zêdeyî sed hezar kes xwe li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de girtine. Ji bo ku ev mirov jiyana xwe bidomînin, divê di her qadê de her cure destek bê dayîn. Divê saziyên navneteweyî, saziyên pêwendîdar ên Kurdistanê û her ferdekî Kurd li hemberî vê rewşê hesas bin û di çarçoveya derfetên xwe de seferber bibin. Ev mirovên ji xaka xwe rabûne, di nava şert û mercên sar û dijwar ên demsala zivistanê de, di bin berf û baranê de têkoşîna jiyanê didin. Di nava van şert û mercên zehmet de xwedîderketina li gelê xwe ji bo me hemûyan berpirsyariyeke jiyanî ye. Di vê çarçoveyê de bi taybetî li Ewropayê maseyeke krîzê hat avakirin. Ev mase ne tenê ji bo koçberên Kurd, ji bo gelên din ên weke Asûrî, Sûryanî, Ermenî, Elewî yên ji xeteriya dagirkerî û komkujiyê reviyane jî, destekekê pêşkêş dike. Divê gelê me di vê pêvajoya dijwar de erka xwe bi cih bîne û bi ruhê seferberiyeke tam tevbigere. Ev yek ne tenê berpirsyariyeke exlaqî ye, di heman demê de wezîfeyeke neteweyî ye.”
‘BERPIRSYARIYA ME GIRAN E’
Ahmet Karamûş got, “Gelê Kurd îro li dijî qirkirin, dagirkerî û êrîşên komkujiyê di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Weke civak em neçar in bi bikaranîna hemû derfetên di destê xwe de li ber xwe bidin û hebûn û destketiyên xwe biparêzin. Divê berxwedana me hemû reng û hemû hêzên civaka me di nava xwe de vehewîne. Em dikarin vê tehdîdê bi rêya yekîtiya neteweyî, hevgirtina siyasî, hewldanên dîplomatîk û berxwedanê ji holê rakin.
Heqîqet ev e: Dewleta Tirk û komên radîkal ên destekê didin wan, li dijî gelê Kurd polîtîkaya tinekirinê dimeşînin, nirxên mirovahiyê tine dihesibînin. Siyasetên komkujî, koçberkirin, asîmîlekirin û guhertina demografîk bi awayekî zelal diyar dibe. Eger em li hemberî van êrîşan bi ruhekî neteweyî, bi hişmendiyek hevpar û biryardarî tevnegerin, dibe ku yek ji trajediyên herî mezin ên dîrokê ku me şahidî jê re kiriye, rû bide. Serhildana Şêx Seîd, Dersim, Agirî, Helepçe, Enfal… Îro jî em bi heman xeteriyê re rû bi rû ne. Berpirsyariya me giran e. Em bi awayekî vekirî gelê xwe hişyar dikin; Ev ne pêvajoyeke ku tenê berjewendiyên partî yan jî komekê bên parastin. Ev yek wezîfeya parastina mafê jiyanê, rûmet û paşeroja gelê Kurd e.
‘XIYANETEKE NETEWEYÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Her kes an jî komê ku bi dewleta Tirk û çeteyên radîkal ên piştgiriya wan dike re hevkariyê dike, bi awayekî eşkere tê wateya xiyaneteke neteweyî li gelê Kurd dike. Divê ev yek ji aliyê tevahiya gelê Kurd ve bi zelalî were fêhmkirin û neyê jibîrkirin. Banga me li hemû partî, hêz, sazî û tevahiya gelê me ye: Em dengê xwe bilind bikin! Em di nava yekîtiya neteweyî de tevbigerin. Parastina maf, destketî û paşeroja gelê me, meseleyeke rûmetê ye. Ev yek wezîfeyeke dîrokî ya her ferdekî Kurd, her partî û her rêxistinekê ye. Niha dem dema çalakiyê ye, xwedî li gelê xwe derketin û berxwedanê ye.”