Şemî, 24 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çawişê pispor tundî qebûl kir, lê heyeta dadgehê di asta ‘gumanê’ de ma

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ku ev pêvajo bibe ya tevahiya civakê, divê rojnamevan jî tevlî bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Sloven Zîzek name ji Rêber Apo re nivîsand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Em ferzkirina poşmantiyê û taloqkirina azadiyê qebûl nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Civak dixwaze tiştên ku li Îmraliyê têne axaftin, werin bicihanîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Karamus: Ji bo Kurd li NY’ê bên temsîlkirin stratejiyeke neteweyî ya hevpar şert e
Rojane

Karamus: Ji bo Kurd li NY’ê bên temsîlkirin stratejiyeke neteweyî ya hevpar şert e

Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus diyar kir ku divê armanca temsîliyeta gelê Kurd a bi statuya çavdêriyê li NY'yê, bi stratejiyeke neteweyî ya hevpar û xebateke dîplomasiyê ya ku her çar parçeyan û dîasporayê digire nav xwe bê pêşxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Konferansa navneteweyî ya ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve bi armanca lidarxistin di 3’yê Cotmeha 2026’an de li paytexta Belçîkayê Brukselê pêk hat. Di konferansa ku nûnerên siyasî, akademîsyen û pisporên ji her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê beşdar bûn de, rêya dîplomatîk a ku wê ji bo temsîliyeta Kurdan li NY’yê bê şopandin û qonaxên piştre yên pêvajoyê hatin nîqaşkirin.

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus têkildarî xebatên ku wê piştî konferansê bên meşandin ji ANF’ê re nirxand. Karamus bal kişand ser girîngiya temasên siyasî yên li Başûr, avakirina komîsyona tê plankirin ku her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê bigire nava xwe û amadekirina nexşerêyeke hevpar.

Karamus diyar kir ku divê xebatên di çarçoveya armanca statuya çavdêriyê li NY’yê de, bi beşdarbûna derdorên cuda yên siyasî û civakî bên pêşxistin û li ser bingeha dîplomasiya hevpar bên koordînekirin.

Karamus anî ziman ku fikira konferansê di kongreya KNK’ê de hat rojevê û piştre nêzî salekê xebata amadekariyê hatiye meşandinç Karamus diyar kir ku li ser projeyê bi derdorên cuda re hevdîtin hatine kirin, pêşniyar hatine nirxandin û ji bo berfirehkirina çarçoveya konferansê xebat hatiye meşandin. Karamus armanc û pêvajoya amadekariya konferansê wiha vegot:

“Ev proje ne berhema xebateke rojekê ye. Di civîna kongreya KNK’ê de weke pêşniyarekê hat rojevê. Piştre me nêzî salekê amadekarî kir, bi derdorên cuda re hevdîtin kirin, pêşniyar nirxandin. Armanca me ew bû ku ji bo naskirina statuya gelê Kurd û temsîliyeta li NY’yê xebateke cidî bidin destpêkirin. Ji ber vê yekê me xwest hemû partiyên siyasî, rêxistin, saziyên civakî û kesên pispor tevlî konferansê bibin. Ji her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê hatina gel hev ji bo me girîng bû.”

Karamus destnîşan kir ku beşdariya konferansê bi berfireh pêk hat û anî ziman ku ji aliyê derdorên cuda ve xwedîderketina li vê hewldanê girîng e. Karamus destnîşan kir ku divê konferans tenê weke civînekê nemîne û piştî biryarên hatin girtin xebateke rêxistinkirî û koordînekirî bê meşandin.

Karamus bi bîr xist ku armanca hewldanê ne endamtiya tam a NY’yê ye û diyar kir ku armanc ew e ku Kurd  di asta navneteweyî de bên naskirin û bi statuya çavdêriyê bê temsîlkirin e. Karamus diyar kir ku statuya çavdêriyê ji statuya endamtiya tam a dewletên endamên NY’yê cuda ye û bal kişand ser girîngiya naskirina hebûna gelê Kurd a li qada navneteweyî.

‘EV ÊDÎ NE PROJEYA KNK’Ê YE, PROJEYA GELÊ KURD E’

Karamus anî ziman ku piştî konferansê çarçoveya hewldanê berfireh bûye û berpirsyariya wê guheriye, lewma divê xebat tenê weke projeyeke KNK’ê neyê dîtin û wiha axivî: “Bi konferansê re ev hewldan ji projeya KNK’ê derket û bû projeya gelê Kurd. Ji ber vê yekê berpirsyarî jî ne tenê ya KNK’ê ye. Xebata ku wê ji bo temsîliyeta gelê Kurd û naskirina statuya gelê Kurd bê meşandin, hemû derdoran eleqedar dike. Divê hemû partiyên siyasî, sazî, derdorên civakî û gelê Kurd beşdarî vê pêvajoyê bibin.” 

XEBATÊN SIYASÎ YÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Karamus bi bîr xist ku di pêvajoya amadekariya konferansê de bi aktorên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anîne û destnîşan kir ku di asta YNK, PDK, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokatiya herêmê de hevdîtin kirine. Karamus anî ziman ku ev hevdîtin ji bo nirxandina helwestên derdorên siyasî yên cuda yên li hemberî hewldanê û berfirehkirina çarçoveya xebatê girîng in.

Karamus diyar kir ku divê hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê li parçeyên din jî berdewam bikin û da zanîn ku wê bi partiyên siyasî, sazî û derdorên civakî yên li Bakur, Rojava û Rojhilat re jî hevdîtin bên kirin. Karamus bal kişand ser girîngiya beşdarbûna sazî û nûnerên Kurd ên li dîasporayê.

KOMÎSYONA KU HER ÇAR PARÇEYAN Û DÎASPORAYÊ DIGIRE NAV XWE

Karamus diyar kir ku yek ji sernavên herî girîng ew e ku piştî konferansê komîsyonek ji bo koordînekirina xebatan bê avakirin û anî ziman ku divê ji her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê di nava komîsyonê de cih bigirin, berpirsyariya xebatên têkildarî hewldanên temsîliyetê li NY’yê bigirin ser xwe û berdewamkirina têkiliyên bi derdorên cuda re girîng e.

Karamus da zanîn ku amadekariyên ji bo avakirina komîsyonê berdewam dikin û ev nirxandin kirin:

“Ji bo ku ev proje bi pêş ve biçe, divê hin mekanîzma bên avakirin. Pêwîst e sazî, komîte û komîsyon bên avakirin; çarçoveya xebatê bê berfirehkirin. Em jî dixwazin komîsyonek ku hemû  xebatan bigire ser bê avakirin. Ev komîsyon divê xebatên ku ji bo naskirina statuya gelê Kurd û temsîliyeta li NY’yê tên meşandin koordîne bike.

Di vê mijarê de hevdîtinên me yên bi hemû partiyên siyasî, rêxistin û saziyên civakî re berdewam dikin. Avaniya komîsyonê jî gelekî girîng e. Her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên li dîasporayê divê di vê komîsyonê de werin temsîlkirin. Temsîliyet divê bi awayekî demokratîk pêk were; derdorên cuda bikaribin nêrînên xwe bînin ziman û beşdarî xebatan bibin. Ev ne xebatek e ku wê tenê ji aliyê saziyekê ve bê meşandin. Dema mijar dibe temsîliyeta gelê Kurd, pêwîst e beşên cuda yên vî gelî jî di komîsyonê de cih bigirin.”

‘DIVÊ EM HEMÛ VÊ BERPIRSYARIYÊ BIGIRIN SER XWE’ 

Karamus anî ziman ku pêwîste gelê Kurd li hemberî gefên ku pê re rû bi rû ye bi hev re tevbigere û diyar kir ku her kes dikare li gorî derfet û qada xwe ya xebatê tevkariyê li pêvajoyê bike ûwiha bi dawî kir: “Divê her partiya siyasî, her rêxistin, her sazî û hemû pêkhateyên civaka Kurd piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Pêwîst e her kes bi cudahiyên xwe ve tevkariya xwe derxe holê. Ev ne tenê xebatek e; berpirsyariyek e ku bi hebûn, pêşeroj û naskirina gelê Kurd a li qada navneteweyî ve girêdayî ye. Divê em hemû vê berpirsyariyê bigirin ser xwe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo ku ev pêvajo bibe ya tevahiya civakê, divê rojnamevan jî tevlî bibin
Nûçeya Pişt re Çawişê pispor tundî qebûl kir, lê heyeta dadgehê di asta ‘gumanê’ de ma
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pîrozbahiyên Newrozê li çiyayên Kurdistanê dewam dikin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li çiyê pîrozbahiyên Newrozê bi coş dewam dikin.

Ji aliyê Stêrk TV

Vaye enqazê SÎHA ya ku ji aliyê gerîla ve hate xistin

Dîmenê Balafira Bêmirov a Bombebarkirî (SÎHA) hate weşandin ku ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hate…

Ji aliyê Stêrk TV

TJA wê ji Amedê bimeşe Enqereyê

Jinên ji TJA'yê wê di 1'ê Cotmehê de ji Amedê bi dirûşma "Em bi hêvî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çawişê pispor tundî qebûl kir, lê heyeta dadgehê di asta ‘gumanê’ de ma

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo ku ev pêvajo bibe ya tevahiya civakê, divê rojnamevan jî tevlî bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Fîlozofê Sloven Zîzek name ji Rêber Apo re nivîsand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên Apoyî: Em ferzkirina poşmantiyê û taloqkirina azadiyê qebûl nakin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?