În, 13 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari li nexweşxaneyê serdana Çîçek Otlû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeya Nîksar a Tokatê bi pileya 5.5 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şal weke ‘sûc’ hate nîşandan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Newroza Stenbolê wê bibe nîşaneya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a li qadê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Soncan Gedîk piştî 32 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Soran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê leşkerekî Fransî mir, komeke Iraqî gef xwar

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo rojnamevan Osman Kiliç û helbestvan Ehmed Huseynî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêx Cengî ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Karamûs: Li Sûriyeyê li ser destketiyên demokratîk ên Kurdan êriş heye
Rojane

Karamûs: Li Sûriyeyê li ser destketiyên demokratîk ên Kurdan êriş heye

Ahmet Karamûs got, li Sûriyeyê komên Îslamî yên radîkal di çarçoveya projeyekê de derdikevin pêş, di vê pêvajoyê de êriş li destketiyên demokratîk ên Kurdan têne kirin û destnîşan kir ku siyaseta Kurd divê bi rengekî yekîtiyê li ber vê yekê rabe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs salvegera hilweşîna rejîma Baas a li Sûriyeyê nirxand û anî ziman ku ji bo Kurdan gelekî girîng e ku pêvajoya li Sûriyeyê rast bê xwendin. Karamûs got, şoreşa ku destpêkê bi daxwaza demokratîk bi rê ket, bi destwerdana hêzên herêmî û navneteweyî ber bi xeteke radîkal ve hate kişandin û hişyarî da ku ev rewş li ser destketiyên Kurdan rîskeke mezin e.

Hevserokê KNK’ê ragihand, di dema tevlîheviya li Sûriyeyê de li qadê 2 blok hebûn; yek jê bloka Îslamî-radîkal a din jî bloka sekuler, demokrat û pêşverû bû û destnîşan kir ku Kurd ji destpêkê ve di nava bloka duyemîn de li ser bingeha demokrasî û azadiyê têkoşiyan.

Karamûs qala ‘dizîna’ vê şoreşê kir û got, “Hêzên guherîner, çep û demokratîk ên ku xwedî înîsiyatîfa pêvajoyê bûn bi rêk û pêk hatin tasfiyekirin. Derdorên ku li hemberÎ rejîma Esad berxwedana destpêkê bi rêxistin kirin, li derve hatin hiştin û têkoşîn li ser komên Îslamî yên radîkal hate dewamkirin. Ji ber ku hêzên herêmî û navneteweyî bi zanebûn piştgirî dan van hêzan, ew li ser piyan hiştin û bi rê ve birin. Bi vî rengî cewhera pêşverû ya şoreşê hate bêbandorkirin û ber bi xeta radîkal-faşîst ve hate kişandin.”

‘KURD BI RÊYA SÊYEMÎN BÛN ALTERNATÎFA HERÎ XURT’

Karamûs diyar kir ku li gel zext û tasfiyekariyê jî Kurd li ser xeta demokratîk û şoreşger li ser piyan man, di xeta ku weke ‘rêya sêyemîn’ hate pênasekirin de Kurdan berxwedaneke ji modela civakeke alternatîf û pratîkeke rêveberiyê nîşan dan.

Ahmet Karamûs işaret bi pozîsyona xurt a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kir ku Kurd pêşengiyê jê re dikin û got, ev hêz xwedî tifaqên navneteweyî ye, demokratîk e, ji bo gelan bûye cihê baweriyê û bi têkoşîna xwe ya bi biryar a li hemberî komên radîkal bûye xwedî rewatiyeke cidî û prestîj. Karamûs destnîşan kir ku feraseta rêveberiya piralî ya Rêveberiya Xweser û QSD di wê astê de ye ku dikare ji bo jinûve avabûna tevahiya Sûriyeyê bibe modela rêveberiyê.

‘HÊZÊN HERÊMÎ Û GLOBAL MÎSYONEK DAN HTŞ’Ê’

Karamûs qala projeyên navneteweyî yên li pişt projeya hilweşîna rejîma Esad kir û bi bîr xist ku Îngilistan, Qatar û Tirkiyeyê di vê projeya hevpar de hêzên radîkal gihandin heta Şamê. Karamûs got, “Bi taybetî komên radîkal ên bi serkêşiya Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) bi rêk û pêk bi avantaj kirin. Hêzên herêmî û global mîsyoneke eşkere dan van rêxistinan; li Şamê kirin desthilatdar, pêvajoya dewletbûnê dan destpêkirin û rewa kirin.”

Karamûs diyar kir ku ev rewş weke projeyeke hevpar a bi piştgiriya Qatar, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê hate destekkirin ku li dijî modela demokratîk a Kurdan e. Her wiha destnîşan kir ku bi xwedîderketina li fîgurê Ahmet Şara re, ji jinedîtî hatina rabirdûya wî ya terorê re ew gihandin platformên Neteweyên Yekbûyî û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê.

‘YEKANE STRATEJIYA TIRKIYEYÊ TASFIYEKIRINA DESTKETIYÊN KURDAN E’

Karamûs bi taybetî işaret bi rola Tirkiyeyê kir û ragihand ku nêzîkatiya erênî ya raya giştî ıya navneteweyî ya ji bo QSD’ê ji aliyê Tirkiyeyê ve weke gefeke mezin li ser ewlehiya xwe tê dîtin. Karamûs diyar kir ku ev tirs sedema bingehîn a destpêkirina vê pêvajoya nû ya bi komên radîkal e û got, “Tirkiye destketî û statuya Kurdan ji bo ewlekariya xwe weke gefeke mezin dibîne û ji ber vê yekê jî gelekî hewl dide ku komên radîkal xurt bike. Stratejiya xwe bi temamî ev e.”

Karamûs anî ziman ku Tirkiye dixwaze rewşa nû ya li Sûriyeyê veguherîne rewşeke li dijî Kurdan û destketiyên civakî, leşkerî û siyasî yên Kurdan tasfiye bike.

‘YEKÎTIYA NETEWEYÎ WEZÎFEYEKE WELÊ YE KU NABE BÊ TALOQKIRIN’

Hevserokê KNK’ê diyar kir ku stratejiya ‘rêya sêyemîn’ a Kurdan di konjonktura nû de bi rîskên cidî re rû bi rû ne û got, kêmasiyeke mezin e ku tevgerên Kurd li tevahiya erdnîgariya Kurdistanê siyaseteke hevpar neafirandine.

Karamûs bi bîr xist ku Qatar, Tirkiye û Erebistana Siûdî ji bo destketiyên Kurdan lawaz bikin li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê di nava lêgerînên çalak ên dîplomatîk de ne û got, “Koalîsyona navneteweyî bi tena serê xwe garantiyek nîne. Divê haya mirovan ji vê hewldanê hebe û bi hişyarî tevbigere.”

Karamûs diyar kir ku pêvajoya bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo re destpê kir ji bo hevdîtinên dîplomatîk û tifaqa hevpar a nava Kurdan moral û motîvasyoneke mezin afirand û got, “Siyaseta Kurd ji bo derfetên li siyaseta herêmê û cîhanê derketine holê bi kar bînin, hîn siyaseteke hevpar neafirandine. Li gel vê yekê hevdîtinên dema dawî hatin kirin nîşaneya hewldaneke girîng e. Bi taybetî hevdîtinên navbera Rojava û Başûr ji bo Kurdan cihê hêviyê ye. Lê belê ev hevdîtin têrê nakin; pêwîstî bi stratejiyeke zelal û hevpar heye.”

Ahmet Karamûs destnîşan kir ku Kurd neçar in li hemû parçeyan stratejiyeke hevpar û îradeya tevgerke bi hev re nîşan bidin û got, “Heta niha ev yek bi temamî pêk nehatiye. Lê belê mîsyona hevpa a siyaseta tevahiya Kurdan divê ev be.”

Karamûs anî ziman ku siyaseta Kurd divê bi lez berjewendiyên partiyan dînin aliyekî û stratejiyeke hevpar ava bike û got, “Li Rojava jî rewş cuda nîne. Siyaseta Kurd di vê dema dîrokî de nikare dîmenekî parçebûyî nîşan bide.”

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs got, “Dema ku mirov rîsk û firsendan bi hev re binirxîne, sekna parçebûyî ya siyaseta Kurd ji bo gelê me lawaziyeke mezin e. Destketiyên ku li Rojava, li Başûr û li parçeyên din bi dest ketine, îro bi rîskeke cidî re rû bi rû ne. Divê haya mirovan ji vê hebe û li gorî vê jî yekîtiyê pêk bîne. Ev yekîtî ji bo me hemûyan wezîfe ye ku nabe bê taloqkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Yilmaz: Li Tirkiyeyê krîza mafên mirovan kûr dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Turkan Elçî: Axaftina li ser siberojê têrê nake, em mecbûr in bi rabirdûyê re jî rû bi rû bibin!

Parlamentera CHP’ê Turkan Elçî, diyar kir ku aştî bi edaletê re pêkan e û got…

Ji aliyê Stêrk TV

Komîsyona Jinan û Destûra Bingehîn: Em gotina xwe bikin yek

Komîsyona Jinan û Destûra Bingehîn got, "Banga me li jinan hemûyan e ku ji aştiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kenyayê kujerê 42 jinan hate girtin

Polîsên Kenyayê ragihand ku wan li paytext Naîrobiyê ‘’kujerê psîkopat’’ girtiye ku kujerî îtîraf kiriye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Soran

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari li nexweşxaneyê serdana Çîçek Otlû kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bafil Talabanî ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêxistinên civaka sivîl ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?