Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, di bernameyeke taybet a li ser Medya Haber TV’yê de axivî û got ku yek ji nîşanên herî zelal ên astengbûna pêvajoyê êrîşên li ser Rojava ne. Karasu got ku êrîşên ji Şêxmeqsûd’ê destpê kirin û li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûne, tê wateya “sabotekirina pêvajoyê” û “xitimandina pêvajoyê”.
Nirxandinên Karasu wiha ne:
Hîn jî ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şert û mercên azad ên karkirinê nehatine afirandin. Her wiha di çarçoveya ‘Mafê Hêviyê’ de gavek ji bo azadiya wî ya fîzîkî jî nehatiye avêtin. Komîsyona li meclîsê, hebûn û nebûna wê jî nediyar e. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Di ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo re 11 meh derbas bûn ku 27’ê Sibata 2025’an de kir. Ne demeke hindik e. Beriya wê jî heye. Beriya wê Bahçelî bang kir, Rêber Apo jî anî ziman ku ew dikare pêvajoya şer a 50 salî, ya 100 salî bikişîne ser zemîna hiqûqî û siyasî. Di vê mijarê de bi rastî jî gavên radîkal avêt, da avêtin. Bi banga Rêber Apo re me biryarên girîng da, gavên girîng avêt. PKK fesix bû, li hemberî Tirkiyeyê me têkoşîna çekdarî rawestand. Ji bo pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re di çarçoveya rêyên maqûl de bêne çareserkirin me hewl dan. Gelê me jî piştgirî da vê bangê. Me jî ji bo serketina vê bangê, hem ji bo afirandina raya giştî ya Kurd hem jî bi helwest û nêzîkatiya xwe me bersiveke erênî dan. Piştre çek hatin şewitandin, her wiha heval ji Bakur hatin. Wan jî daxuyanî dan. Bi vî rengî me berpirsyariya xwe di asteke mezin de bi cih anîn. Em tevgereke azadiyê ne, tevgerek in ku 50 sal in têdikoşin. Li deverên din ên cîhanê avêtina gavên bi vî rengî ne hêsan bû. Ti rêxistinekê gavên bi vî rengî nediavêt. Lê belê Rêbertî îrade danî holê, rewşa li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn da ber çavên xwe -Ji ber ku Devlet Bahçelî jî banga xwe bi wî rengî kiribû- gaveke bi vî rengî hate avêtin. 11 meh in, jê zêdetir e, Rêber Apo bi sebir vê pêvajoyê dimeşîne. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dimeşîne. Eger her gotin, her hevoka Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an bi baldarî bê lêkolîn bê bê dîtin ku Rêbertî bangeke welê kir ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên li Tirkiyeyê hemû pê bêne çareserkirin û Tirkiye demokratîk bibe. Bernameyek danî holê. Nêzîkatiyeke maqûl nîşan da. Lê belê dewleta Tirk nêzîkatiyeke welê nîşan da ku hin hevdîtinan bide kirin, bike ku peyamên me bigihêje Rêbertî, peyamên Rêbertî bigihêjin me. Tecrîd heta astekê hate rakirin, parêzer jî carekê çûn. Malbat çûn. Bi taybetî çûyîna heyetan hebû. Lê belê ev çûyîn û hatin bi xwe re encameke cidî bi xwe re neanî. Herî dawî Komîsyon ava bû. Bi salan e em vê dixwazin, Rêbertî bi salan e dixwaze Meclîs destwerdanê bike. CHP ku partiya muxalefeta bingehîn e xwest ku Meclîs tevlî bibe. Komîsyonek di vê çarçoveyê de ava bû. Meclîs bi vî rengî kete dewrê, lewma girîng bû, erênî bû. Meclîs îdîa dike ku îradeya civaka Tirkiyeyê temsîl dike, bi navê civakê biryaran werdigire, qanûnan diafirîne, destûra bingehîn çêdike. Destwerdana komîsyona meclîsê li pirsgirêka Kurd girîng bû. Lê belê ji wir jî encamek derneket holê. Nêzîkatiya wê komîsyonê ji bo avakirina raya giştî û pêşkêşkirina pêşniyaran nebû. Herî dawî bi Rêbertî re hevdîtinek kirin. Notên wê hevdîtinê jî bi temamî nehatin weşandin. Destpêkê 4 rûpel, piştre 16 rûpel hatin weşandin. Ji nava notan girtine, lê belê hevdîtin yekpare ye. Ji naveroka wê dûr xistine, bi wî rengî pêşkêşî raya giştî kirin. Lê belê wezîfeya komîsyonê ew bû ku di encama hevdîtinan de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê hin pêşniyarên qanûnan bike. Lê belê mijûl dikin, temenê wê heta dawiya meha Sibatê dirêj kirin. Hate fêhmkirin ku ev komîsyon bi navê xwe qaşo bi îdîa bû, Komîsyona Xwişk-Biratî, Demokrasî û Piştevaniyê. Lê belê bersiv neda navê xwe û bendewariyan. Ev girîng e. Di nava civakê de eger li hemberî vê pêvajoyê hîn fikar hene, sedema wê hem nêzîkatiya hikumetê ye, hem jî nêzîkatiya komîsyonê ye ku berpirsyariyên xwe bi cih neaniye. Tu dibêjî qey ne komîsyona pirsgirêkeke gelekî girîng e, her wiha nêzîkatiya hikumet û dewletê; weke ku ne pirsgirêkeke gelekî girîng e, li demê belav dike, tenê hin gotinan dike lê belê gavê neavêje. Rewşeke bi vî rengî derkete holê. Ya herî girîng jî ew e ku rewşa Rêber Apo neguherî. Hîn jî li Îmraliyê di nava tecrîdê de ye. Ji bilî hevdîtina car carna ya bi heyetê re rewşeke ku nêrînên Rêber Apo li nava raya giştî belav bibe, bi derdorên cuda re hevdîtinan bike, pêk nehat. Ji ber ku Rêbertî wê raya giştî ya demokratîk, civaka Kurd, her kesî ji vê pêvajoyê re amade bike, di amadekirina ji bo vê pêvajoyê de wê bi roleke gelekî girîng bilîsta, lê belê firsend ji vê re nehat dayin. Ev tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku ji bo pêşvebirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nêzîkatiya pêwîst nehatiye nîşandan.
Niha di ser de êriş li ser Rojava tê kirin. Êrişa li ser Şêxmeqsûd, piştre li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, niha jî li ser tevahiya herêmên Kurdan êriş tê kirin. Ev bi serê xwe nêzîkatiyeke ne cidî ya li hemberî pêvajoyê ye. Sabotekirina pêvajoyê ye, xitimandina pêvajoyê ye. Ev tê vê wateyê. Ji xwe her kes dibêje; Li Sûriyeyê bi dijminatiya li Kurdan re wê li hundir çawa aştî pêk were? Vê dibêjin. Lewma nêzîkatiya li Rojava dibe sedema fikaran ku wê pêvajo ji niha û pê ve çawa be. Em zanin ku Rêber Apo 2 caran ji Rojava re, ji rêveberiya li wê derê re peyam şand. Peyama ‘Bikevin nava entegrasyona demokratîk’ da, yanî xwest entegrasyona demokratîk li wir jî pêk were. Çawa ku li Bakur, li Tirkiyeyê entegrasyona demokratîk dixwaze li Sûriyeyê jî entegrasyona demokratîk dixwaze. Lê belê entegrasyona demokratîk, ne ferzkirinek. Yanî ji bo demokratîkbûnê jî nêzîkatiyeke xwe ya yekpare heye. Lê belê bi êrişê bersiv ji banga Rêbertî re hate dayin. Bangên Rêbertî li ber çavan nehatin girtin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, QSD û rêveberiya wê derê bangên Rêbertî li ber çavan girtibû, Rêbertî jî eger karîbûya biketibûya dewrê dikarîbû bikira ku pirsgirêk bi maqûl û dûrî ji şer bê çareserkirin. Ji xwe Rêbertî hişyar kir, got, nekevin şer, bila şer nebe ji Rêberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re. Lê dewleta Tirk ev nêzîkatiyên Rêbertî li ber çavan negirt. Ev jî girîng e. Dewlet zane bê nêzîkatiya Rêbertî çi ye, Rêbertî ji bo Sûriyeyê çareseriyeke çawa dixwaze, entegrasyoneke çawa ya demokratîk dixwaze, nêzîkatiyeke maqûl a çareseriyê dixwaze. Lê belê bi nîqaşê, bi axaftinê. Li gel vê yekê jî ev yek li ber çavan nehate girtin. Berevajî bi sorkirina dewleta Tirk û bandorên cuda êriş li ser Rojava hate kirin.
Êrişa li ser Rojava ji aliyekî ve êrişa li ser pêvajoyê ye. Provokekirina pêvajoyê ye. Wê çawa bibe? Hem tu yê pêvajoyekê bimeşîne, bi Îmraliyê re pêvajoyekê bimeşîne, bêguman di nav vê de em jî hene, weke tevger em jî di nava vê pevajoyê de hene, me rêxistin fesix kir, me têkoşîna çekdarî rawestand, ewqasî gav avêt, gerîlayên li nava Tirkiyeyê vekişand, lê belê di vê mijarê de dewleta Tirk nêzîkatiya erênî nîşan neda. Li aliyê din hem êrişî Rojava kir, hem jî êrişa li ser Rojava veguherand êrişa yekser a li hemberî me. Di her êrişê de me dixin rojevê. Dema her êriş nirxand me dixin rojevê û dikin hedef. Pêvajoyek heye, em di pêvajoyekê de ne. Ev hem sabotekirina hewldanên Rêbertî ye hem jî sabotekirina hewldanên me yên hêsanîkirinê ye. Ji ber vê yekê em jî difikirin; gelo wê pêvajo ji niha û pê ve çawa bi pêş ve biçe? Wê çawa bi pêş ve biçe? Gelo bi vî rengî dimeşe? Rêbertî û me bi sebir anîn heta vê derê, lê eger nêzîkatiyeke cuda neyê nîşandan yanî nêzîkatiyên heyî neyê sererastkirin, ev pêvajo wê çawa bimeşe? Zehmet e. Mirov dikare bibêje ku niha rewşeke xitimandî heye. Ev nirxandin, ev bîr û bawerî hema bibêje bi her kesî re heye. Piştî êrişa li ser Rojava kî dikare bibêje ku pêvajo wê bi hêsanî bimeşe? Dikarim vê bibêjim.
Di serî de gelê Kurdistanê bala tevahiya cîhanê li ser Rojava ye. Bi hevkariya dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ’ê êrişên hovane yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê destpê kirin li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûne. Beriya her tiştî hûn dixwazin têkildarî van êrişan çi bibêjin?
Beriya her tiştî Ziyad Heleb û Denîz Çiya yên li Şêxmeqsûdê şehîd bûn bi hurmet û minet bi bîr tînim. Her wiha salvegera 11’emîn a berxwedana Rojava ye. Hevrê Gelhat û Arîn Mîrkan ên li wir şehîd bûn, bi hurmet û minet bi bîr tînim. Ev şehadet bêguman rêya me nîşan dide, pêwîstiya têkoşîna me, rê û rêbazên nêzîkatiya ku divê em nîşan bidin radixe pêş çavan. Bêyî ku li sekna şehîdan binihêrin, bêyî ku sekna nirxandina şehîdan em nikarin gavê biavêjin, em nikarin polîtîkayê bimeşînin. Xeta me, xeta me ya têkoşînê ew diyar dikin. Ji ber ku ew di oxira dozekê de şehîd bûn. Bi xwedîderketina li wê dozê şehîd bûn. Wê demê ji bo serketina wê dozê çi pêwîst be em ê wê bikin. Beriya her tiştî dikarim vê bibêjim.
Bûyera Şêxmeqsûd ne bûyera êrişa li ser bajarekî ji rêzê ye. Bi rastî jî komployeke navneteweyî heye. Di 4’ê Çileyê çûn Şamê ji bo hevdîtinê. Li ber lihevkirinê bû. Perspektîfa Rêbertî jî li ser Rojava hebû. Lihevkirinek çêbû bû, wê daxuyanî bihata dayin. Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê tê destwerdanê dike. Dibêje ‘Em daxuyaniyê nedin, piştre dikarin kom bibin’. Hemû lîstik bû bêguman. Di 4’ê Çileyê de ew bû. Di 5’ê Çileyê de li Parîsê civîn tê lidarxistin. Civîna li Parîsê çi ye? Di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Fransayê de, Îsraîl jî ji xwe di nav de ye, Suriye û Îsraîl hevdîtinê dikin. Di çapemeniyê de eşkere bû bê hevdîtin çi bû. Başûrê Sûriyeyê, girên Golan ev ji Îsraîlê re hatin hiştin. Di berdêla vê de ji Rêberiya Şamê û Tirkiyeyê re erêkirin hate dayin ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişî Rêveberiya Xweser bikin. Bûyera Şêxmeqsûdê destpêkirina komployeke bi vî rengî ye. Ne bûyereke bi serê xwe ye. Piştî Şêxmeqsûdê êriş li ser qadên li rojavayê Firatê hate kirin, piştre li hemû herêman êriş hate kirin. Ev rastî balê dikişîne ser komployeke navneteweyî. Di komploya navneteweyî de rolek ji Tirkiye û Şamê re hate dayin, Şam û Tirkiyeyê di çarçoveya berjewendiyên navneteweyî de hin daxwaz qebûl kir, li ser bingeha qebûlkirina van daxwazan erêkirineke bi vî rengî dan Tirkiye û Şamê. Bi vî rengî lihevkirinek, têkiliyeke qirêj e. Divê vê bibêjim. Dema ku şer tê nirxandin, divê aliyên wê yên herêmî û navneteweyî bê dîtin. Di çarçoveya kîjan berjewendiyan de ev êriş hate kirin, divê em bi vê baş zanibin. Li gorî wê nêzîkatiyeke polîtîk û helwestê nîşan bidin. Eger em bi vê rastiyê nizanibin, em ê nikaribin têkoşînê jî li gorî wê bimeşînin. Lewma divê weke komployeke navneteweyî bê dîtin. Rêber Apo ji xwe ev weke versiyona 15’ê Sibatê nirxand, şiband 15’ê Sibatê. 15’ê Sibatê çi bû? Di encama komploya navneteweyî de bi dîlgirtina Rêbertî re di şexsê Rêbertî de xwestin rêxistinê, tevgera azadiyê ya Kurd tasfiye bike. 15’ê Sibatê ji bo vê hate kirin. Bêguman armanca wan ew bû, lê belê weke tevger û gel bi dilsoziyeke mezin a bi Rêbertî re me li dijî komployê têkoşîn meşand û komplo pûç kir. Niha ev jî weke 15’ê Sibatê komployek e. Di şexsê Rêbertî de komployek hate kirin. Weke ku tê zanîn Şoreşa Rojava di encama hewldanên Rêbertî de pêk hat. Niha bi fetisandina Şoreşa Rojava, bi destpêkirina ji wê derê dixwazin temamiya tevgera azadiyê bifetisînin. Wê demê jî bi dîlgirtina Rêbertî re bi destpêkirina ji wê derê re xwestin tevgerê û têkoşînê tasfiye bikin. Niha rewşeke bi vî rengî heye. Li hemberî vê yekê çawa ku me berê têkoşîn meşand û têk bir, dîsa em ê bi têkoşînê têk bibin. Em ê bibînin ku komployeke bi vî rengî ye.
Ev ne êrişeke tenê li ser Şêxmeqsûd û Rojava ye. Ev êriş li ser tevahiya gelê Kurd e, li ser tevahiya destketiyên Kurdan e. Dixwazin nehêlin ku Kurd li Rojhilata Navîn bibin xwedî statu. Konsepta ku Tirkiye di nav de ye, bi vî rengî ye. Hîn nediyar e ku pêvajo ber bi ku ve biçe, Tirkiye hîn jî bi polîtîka û nêzîkatiyên xwe naxwaze Kurd bibin xwedî statu. Bi polîtîkayên xwe yên li Rojava re ev yek nîşan da. Ji ber vê yekê ev êriş êrişeke berfireh a li ser tevgera azadiyê ya Kurd û têkoşîna çar parçeyên Kurdistanê ye, komployek e. Eger ev neyê rawestandin, pêşî lê neyê girtin, ne tenê li hemberî tevgera azadiyê wê li hemberî hemû tevgerên azadiyê yên gelê me yê li hemû parçeyan êriş bê kirin. Destpêkeke bi vî rengî heye. Yanî destpê kirin. Lê ev ê çawa bi pêş ve biçe, ev yek bi têkoşîna me ve girêdayî ye. Bêguman bi têkoşîna gelê Rojava ve girêdayî ye. Têkoşîna gelê Rojava ya ku niha tê meşandin pir pir girîng e. Ev yek wê nîşan bide ku komploya hatiye kirin wê dema pêş bi ku ve biçe.
Gelê Rojava li gel pêşengên xwe ji 7 heta 70 salî li hemberî vê êrişa qirkirinê dest bi berxwedana xwe kiriye. Kurd li her devera cîhanê piştgiriyê dide Rojava. Girîngiya dewamiya vê berxwedan û piştgiriyê çi ye?
Niha li Rojava berxwedanek heye, berxwedana leşkerî heye. Ne tenê ya hêzên leşkerî, berxwedana gel heye. Bi berxwedana hêzên leşkerî bi tenê encam bi dest nakeve. Em tevgereke gel in, em têkoşîna azadiyê ya gelekî dimeşînin. Têkoşîna azadiyê ya gelekî tenê bi têkoşîna bi gel re dikare encamê bi xwe re bîne. Lewma li Kobanê, li herêmên din yekbûna gel a bi şervanan re, têkoşîna bi wan re girîng e. Ev yek ji bo hemû şerên azadiyê derbas dibe. Ne tenê ji bo Rojava. Ji bo hemû parçeyên Kurdistanê derbas dibe. Li her derê tenê bi têkoşîneke ji gel encam dikare bê bidestxistin. Tenê bi berxwedan û têkoşîna hêzên leşkerî zehmet e ku encam bê bidestxistin. Lewma gelê me yê li Rojava bi rastî jî fedakariyeke mezin nîşan dide, li gel hemû zor û zehmetiyan li wir li ber xwe dide. Rabûna gelê Kurd a li her derê pir pir girîng e. Ev pir girîng e. Ev yek vê nîşan dide; Teqîna danheviya têkoşîna 50, 100 salî ye. Divê bi vî rengî bê dîtin. Ev yek radixe pêş çavan ku îradeyeke Kurd heye û li hemberî êrişekê êdî Kurd di nava yekîtiyê de wê li her derê rabe ser piyan. Ev gelekî girîng e. Her tim helwestên bi vî rengî, serhildanên bi vî rengî, berxwedanên bi vî rengî civakan diguherîne. Civaka Kurd guherî. Çima? Bi dehan serhildan kir. Ji salên 1990’î û vir ve li her bajar, bajarok, gundî serhildan hate kirin. Vê yekê civak guhert. Lewma têkoşîna me ya 50 salî civaka li hemû parçeyan guhert. Divê em bi vî rengî bibînin. Rabûna gel a li her derê ji ber xwe ve nebû. Danheviya neteweyî ya ji têkoşîna dehan salan, bilindkirina pîvanên welatparêziyê ye. Ev pir girîng e. Carna hinekî reşbîniyê belav dikin, dibêjin ‘Li filan cihî, li Şêxmeqsûdê filan tişt bû’. Belê li wir êrişek bû, êrişa komployeke navneteweyî bû. Dewleta Tirk ji xwe di nav mijarê de ye. Di nava vê atmosfera êrişan de bêguman li hin deveran – şer e – vekişîn dibe. Ev di nava têkoşînê de dibe. Lê ya esasî berxwedan e, têkoşîn e. Li hin deverên herêmî, li hin deverên weke Şêxmeqsûd an jî deverên Ereb vekişîn dibe. Ji xwe vekişîna ji herêma Ereb şaş nîne. Li wir rewşa hêzên navneteweyî heye, nêzîkatiya Tirkiyeyê heye, nêzîkatiya Şamê heye. Di nava vê atmosferê de meşandina şer li wan deveran dibe ku bibûya sedema tiştekî cuda. Ji xwe armanca wan destpêkirina şerê Kurd-Ereb bû. Rast nedibû ku bikeve wê rewşê. Naxwe li wê derê dikarîbûn şer bikira. Lê belê vekişîneke welê bû. Rast nîne ku ev yek weke rewşeke gelekî reşbîn û neyînî bê nîşandan. Lê belê ev heye. Niha rabûna niha ya gel bi heybet e, hêzeke mezin e, enerjiyeke mezin e. Ev rewş nîşan dide ku Kurd wê serketineke mezin bi dest bixe. Eger Kurd têbikoşe, bi gel re têkoşîn bê meşandin li her derê dikare bi ser bikeve. Lewma ev serhildan divê daîmî bin, têkoşîn divê daîmî be. Ji xwe li Başûr rabûneke mezin heye, rabûna gel heye. Li Bakur heye, li Ewropayê heye. Em hemûyan silav dikin. Em yên li Bakur, Başûr û Ewropayê silav dikin. Bi rastî jî rabûneke gelekî girîng heye. Herhal vê yekê moral da tevahiya gelê Kurd. Divê mirov moralê ji vê werbigire. Divê mirov zanibe ku bi rastiyeke gel a bi vî rengî dikarin serketinên gelekî mezin bi dest bixin. Girîng e mirov bi vî rengî nêzî serhildanan bibin. Me ev yek dît; rastiya gelekî, rastiya gelekî berxwedêr, rastiya gelekî ku ji bo azadiya xwe têdikoşe hate afirandin. Ciwan dibezin, ji Bakur, ji Rojava dibezin. Ji her devera cîhanê diçin. Eger derî bêne vekirin ji her derê wê niha li Rojava hêzeke leşkerî ya Kurd a ji 100 hezar kesî ji 500 hezar kesî derkeve holê. Derî bila vekirî be, neyê astengkirin, ciwan hemû wê ber bi wir ve bibezin. Rastiyeke bi vî rengî ya Kurd ji bo paşerojê cihê hêviyê ye, çavkaniya hêzê ye.
Çeteyên DAÎŞ’ê û HTŞ’ê di êrişên xwe de bi taybetî xwestin îradeya jinan bişikînin. Jinan li hemberî vê yekê têkoşîn hîn mezin kirin û bûn bersiv. Ji bo vê berxwedana jinan hûn dixwazin çi bibêjin?
Bêguman li Rojava berxwedana jinan girîng e. Rojava bû şoreşa jinê. Niha li cîhanê eger şoreşeke jinê pêk hatibe ev li Rojava pêk hatiye. Kêmasiyên xwe dibe hebe, lê belê li Rojava niha jin îrade ne, îradeya xwe datînin holê, li her derê bi rêxistin in, îradeya xwe nîşanî siyaset û tevahiya jiyanê dikin. Ji ber vê şoreşeke jinê ye. Divê bi vî rengî bê dîtin. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de jin gelekî li pêş bû. Ji ber ku mejiyê DAÎŞ’ê mejiyê kolekirina jinê ye. Jinan bi têgihiştina vê li hemberî DAÎŞ’ê têkoşîneke gelekî çalak meşandin. Têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê ji aliyekî ve weke têkoşîna azadiya jinê dîtin. Ji ber ku serweriya mejiyê DAÎŞ’ê li cihekî tê wateya kolebûna jinê. Ji xwe dikin kole, difiroşin. Li malê asê dikin. Lewma li Rojava têkoşîna azadiyê ya jinan ji cîhanê re mînak e. Ji jinên cîhanê re mînak e. Hêzeke mezin dan têkoşîna azadiyê ya jinan a cîhanê. Dikarim vê bibêjim; bi Şoreşa Jinê ya Rojava re têkoşîna azadiyê ya jinê ya li cîhanê derbasî qonaxekê bû, bandor li her derê kir. Ev pir girîng e. Eger bê lêkolînkirin, dîroknas, sosyolog, wêjevan lêkolîn bikin, wê bibînin ku Şoreşa Jinê ya li Rojava bandor li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê kiriye. Ji ber vê bêguman jin ji bo vê têkoşînê jî li ber xwe didin. We dît. Porê gerîlayeke jin hate birîn, li hemberî wê li cîhanê nerazîbûn hate nîşandan. Ev nerazîbûna ji her devera cîhanê hat, xwedîderketina li şoreşa Rojava ye. Ji ber ku tê zanîn şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, ji bo şoreşa jinê ya li wê derê neyê eciqandin jin ên cîhanê xwedî lê derdikevin. Ji ber ku li cihê HTŞ lê serwer e, jin kole ye. Dibe ku niha ji ber hevsengiyên navneteweyî, ji ber piştgiriya DYE, Îngilistanê zêde nake, lê mejiyê xwe mejiyê DAÎŞ’ê ye. Jiyana wan a li Idlibê çawa bû? Wan li Idlibê li gorî xwe sîstemek ava kiribûn. Idlib weke herêmeke cuda ya xweser bû. Her kes zane bê jin li wê derê çawa dijiyan. Tam weke koleyekê bû. Lewma berxwedana jinan gelekî girîng e. Divê xwedîderketin hîn bêhtir be. Divê gelên cîhanê hîn bêhtir xwedî lê derkevin. Êrişek li ser têkoşîna azadiyê ya jinê ye. Belê êrişa li ser gelê Kurd e, êrişa li hemberî destketiyên gelê kurd e, lê di heman demê de êrişa li ser têkoşîna azadiyê ya jinê, destketiyên têkoşîna azadiyê ya jinê ye. Bi vî rengî divê bê nirxandin. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya jinê di heman demê de têkoşîneke demokrasiyê ye. Çima ewqasî êriş li Rojava hate kirin? Ya ku bû hedefa êrişê Xweseriya Demokratîk e, Sîstema Demokratîk e, demokratîkbûna li wir e. Ji ber ku Tirkiye dijminê demokratîkbûnê ye. Tirkiye vê dibîne, eger demokratîkbûnek li ser bingeha azadiya jinê pêk were, hemû polîtîkayên Tirkiyeyê wê têk biçin. Hêzên navneteweyî jî dijminê demokrasiyê ne, dijminê jinê ne. Barrack çi got? Got, ‘Li Rojhilata Navîn demokrasî nabe, monarşî dibe’. Di vir de bi rengekî eşkere dijberiyek li azadiya jinê heye. Ji ber vê têkoşîna azadiyê ya jinê ya li Rojava girîng e. Nerazîbûna ku piştî jêkirina porê jinekê hate nîşandan pir pir girîng bû. Bi rastî jî jin baldar û berpirsyar in. Li cîhanê rewşeke bi vî rengî heye. Bi taybetî hurmet ji têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd re tê nîşandan. Lewma girîng e. Di berxwedana Rojava de jin bi bandoreke gelekî girîng tevdigerin. Ji ber ku zanin li cihekî HTŞ serwer be azadî nabe. Lewma hem xwedî li welatê xwe derdikevin, xwedî li Kurdistanê, Rojava derdikevin hem jî xwedî li azadiya xwe derdikevin û berxwedaneke mezin nîşan didin. Ez berxwedana jinan jî bi hurmet silav dikin.
Li ser helwesta hêzên siyasî yên Kurd a li hemberî van êrişan dixwazin çi bibêjin?
Ev yek eşkere ye: Gelê Kurd ewqasî rabûye ser piyan, li Ewropayê, li Başûr rabûye ser piyan, li her derê rabûye ser piyan, di rewşeke bi vî rengî de siyasiyên Kurd dikarin li hemberî vê xemsar bin? Nikarin xemsar bin. Divê mirov têkiliya navbera siyasiyên Kurd û gel de bibîne. Erênî ye. Me nêzîkatiya hêzên siyasî yên Kurd erênî dît. Divê hîn bêhtir bê teşwîqkirin. Hêzên siyasî yên Kurd girîng e li hev kom bibin û helwesteke hevpar nîşan bidin. Li Rojava qewimî? Divê hêzên siyasî yên Kurd li hev kom bibin û helwestekê nîşan bidin. Li cihekî din qewimî? Divê hêzên siyasî yên Kurd li hev kom bibin û helwesteke hevpar nîşan bidin. Li pêşberî bûyera li cihekî qewimî eger hêzeke siyasî bi tenê helwestê nîşan bide wê nikaribe encamê bi dest bixe. Lewma, bêguman girîng e. Me sekna gelê Başûr gelekî hêja dît. Gelê Silêmaniyeyê timî li ser piyan e. Bi meşeke girseyî ya mezin gihîşt wê astê ku di vê demê de pêşengiyê ji têkoşînan gel re bike. Gelê me yê li Ewropayê jî timî li ser piyan e. Li Bakur jî li ser piyan e. Hêzên siyasî divê çi bikin? Divê vê yekê li ber çavan bigirin. Bi rastî jî pêwîste Kurd yekîtiyeke demokratîk ava bikin. Li gel yekîtiya neteweyî divê yekîtiya demokratîk hebe. Li cihê ku demokrasî hebe yekîtî xurt dibe, piştgirî dibe, her kes dibe piştgirî. Yekîtiyên ne demokratîk yekîtiyên ne xurt in. Mînak, welatên ne demokratîk; mesela Îran an jî welatên cuda bêhêz e, hêzê ji gelê xwe nagirin. Ji ber vê yekê ji bo yekîtiya neteweyî bibe yekîtiya xurt a xwe dispêre gel, divê yekîtiya demokratîk a neteweyî hebe. Gel bûye yek, li qada civakî yekîtiyeke neteweyî pêk hatiye. Gel yekîtiya xwe pêk aniye. Berpirsyariya hemû hêzên siyasî ew e ku vê yekîtiya neteweyî ya ku gel afirandiye ji aliyê siyasî ve bi cih bîne. Têkoşîna gel wê zexta vê yekê bike. Bi rastî jî helwesta gel helwesteke yekîtiyê ye. Her mirovên ji nêrînên cuda daketin qadan, piştgirî dan Rojava. Ji ber vê em hêja dibîne. Helwesta gel û hêzên siyasî hêja dibînin, divê hîn xurt bikin. Mînak li cihekî bûyerek bibe, weke Rojava, divê li hev kom bibin û helwesta hevpar nîşan bidin. Kurd, rêxistinên Kurdan eger li hev kom nebin û helwesteke hevpar nîşan nedin, ev ê rast be, gel wê vê qebûl bike? Wekî din divê helwest di dema xwe de be. Divê niha be. Ji ber ku niha bi rastî jî êriş hene. Tê xwestin ku bajar, herêmên Kurdan bêne dagirkirin. Dagirkerî tê wateya komkujî, qirkirinê. Hewldana hiştina bê Kurd e. Berî çend rojan bawerim di Rûdawê de Berpirsyarê Karên Derve, Alîkar e, tevlî bûye. Li ser mijara herêmên Kurdan jê pirsî ne. Mêrik bi rengekî eşkere gotiye, ‘Herêmeke Kurd nîne’. Û gotiye ‘Em ê bikevin her derê’. Ji bo Durziyan jî gotiye, ‘Em ê bikevin wê derê jî’. Tekperest e yanî. Wê çi bibe? Wî mejiyê xwe yê neteweperest, şovenîst, ji rê derketî yê dûrî Îslamê li ser her kesî ferz dike. Rewşeke bi vî rengî heye. Li hemberî vê yekê bêguman hêzên siyasî yên Kurd divê helwestekê nîşan bidin.
Piştî êrişên li ser Rojava hin derdorên ku neteweperestiyê sor dikin, êrişeke giran birin ser xeta neteweya demokratîk a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan. Rûyê rast ê van derdoran çi ye?
Ev bi rastî jî mijareke girîng e. Êrişa li ser feraseta neteweya demokratîk paşverûtî ye. Ev cuda ye; polîtîkaya dewleta Tirk heye, nêzîkatî, polîtîkaya HTŞ, Şamê heye. Weke nerazîbûna li hemberî nêzîkatiya van êrişa li ser neteweya demokratîk ku nîşaneya jiyana bi hev re ya gelan e, yan jî rastnedîtina neteweya demokratîk herî zêde ji bo Kurdan metirsiyeke mezin e. Divê Kurd hemû bi biryardariya herî mezin xwedî li feraseta neteweya demokratîk derkevin. Eger li Rojhilata Navîn feraseta neteweya demokratîk nebe, eger em li hemberî feraseta netewe dewletê, feraseta yekperestiyê têkoşînê nemeşînin Kurd wê her tim bi qirkirinê re rû bi rû bimînin, wê di nava metirsiya qirkirinê de bimînin. Lewma êrişa li ser neteweya demokratîk tê wê wateyê ku Kurdan bi qirkirinê re rû bi rû bihêle, Kurdan ji derdorên demokratîk ên gelan qut bike, wan dûr bixîne. Lewma nêzîkatiyeke neteweperest e, neteweperestiyeke teng e. Neteweperestî ne tiştekî baş e. Bi taybetî di vê serdemê de qet ne tiştekî baş e. Îdeolojiya neteweperestiyê îdeolojiya netewe dewletê ye. Yanî îdeolojiya tepisandina neteweyên bindest ji aliyê neteweyên serdest ve ye. Bi taybetî Kurd ku azadiya xwe bi dest nexistine, rêveberiya xwe bi dest nexistine, li Rojhilata Navîn polîtîkayên qirkirina Kurdan heye, li hemberî vê yekê bi nêzîkatiyeke neteweperest sekin nikare bê nîşandan. Kurd bi nêzîkatiya neteweperestiyê nikarin paşerojekê bi dest bixin. Di sedsala 21’emîn de ev yek nêzîkatiyeke paşverû ye. Paşverûtî ye. ‘Bila gel li hemberî hev şer bikin’. Belê li cihê neteweperestî hebe dijminatî li hemberî gelên cuda heye. Li Tirkiyeyê dijminatiya li Kurdan çima ewqasî heye? Ji ber wê îdeolojiya neteweperestiyê ye. Li Sûriyeyê çima niha ev dijminatî heye? Ji ber ku xwedî wê fitneya îdeolojiya neteweperestiyê ne. Li Îranê jî bi heman rengî ye. Lewma şaş e ku neteweperestî baş bê dîtin. Eger neteweperestî baş be, wê demê tişta ku Tirkiye, Ereb an jî Îran dike çi ye? Şaş e ku bê gotin, neteweperestiya neteweya bindest baş e, ya din nebaş e. Ev şaş e. Di rewşa heyî de ev şaş e. Yanî têkoşîn, welaparêziya neteweya bindest rast e, têkoşîna wê ya azadiyê rast e. Têkoşîna neteweya bindest a li hemberî serweran rewa ye. Divê heta dawiyê têkoşînê bimeşîne. Ev yek wezîfeyeke welatparêziyê ye, eşqa azadiyê ye, daxwaza demokrasiyê ye. Ev tiştên bedew in. Lê belê nêzîkatiyên neteweperestiyê şaş in. Şaş e ku mirov berê xwe bidin neteweperestiyê. Neteweya demokratîk tiştekî nebaş nîne. Kurd niha li cîhanê bi bandor e, li cîhanê cihê hurmetê ne. Çima Kurd niha li cîhanê cihê hurmetê ne? Ji ber ku ne li ser îdeolojiya neteweperestiyê ne, ji ber ku xwedî feraseta neteweya demokratîk in, xwedî feraseta azadiya jinê ye. Paradîgmaya Rêbertî ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, feraseta neteweya demokratîk ji ber ku rast e, niha Kurd li cîhanê cihê hurmetê ne. Hurmetdariya li Kurdan ji ber vê yekê ye. Yanî xwedî mejiyekî demokratîk e. Neteweperestî û demokratbûyîn bi hev re nameşe. Ji ber ku li cîhanê li her devera ku neteweperestî lê hebe, li wir sîstema otorîter heye. Ji xwe hemû sîstemên otorîter li ser neteweperestiyê ava dibin. Dibêjin, ‘dijminê derve, dijminê hundir, filan dijmin’ û sîstema xwe ya otorîter ava dikin. Çavkaniya hemû sîstemên otorîter afirandina dijminê derve bi feraseta neteweperestiyê ye. Bi vî rengî dibe sîstema otorîter û dîktatorî. Tirk, Fars, Ereb dikarin vê bikin. Ji ber çi? Ji bo ku karibin Kurdan qir bikin. Qirkirina Kurdan tenê bi wê îdeolojiyê dikare bê kirin. Bi xwespartina li wê îdeolojiyê dikare bê kirin. Li hemberî Kurdan niha polîtîkayeke bi vî rengî ya qirkirinê heye? Heye. Di rewşeke bi vî rengî de êrişa li ser feraseta neteweya demokratîk a Rêbertî şaş e. Daxwaza me ya çareseriyê ya bi Tirkiyeyê re şaş nîne. Şaş nîne ku em bi Tirkiyeyê re li çareseriyê digerin. Şaş nîne ku li Sûriyeyê daxwaza entegrasyona demokratîk bê kirin. Ev rast in. Mijareke cuda ye, ku Tirkiye xwe nede ber vê, yê din xwe nedin ber. Ew pirsgirêka wan e. Êrişan bikin jî weke doh wê îro jî Kurd li her deverê têkoşînê bimeşîne. Dikarim vê yekê bibêjim, rabûna li ber feraseta neteweya demokratîk, nêzîkatiyeke ewqasî teng û neteweperest xetere ye. Niha Rêbertî pêvajoyek da destpêkirin, dimeşîne. Berê jî agirbest ragihandibû. Niha çi dibêjin? Dibêjin ‘bila ev pêvajo xera bibe, di pêvajoyê de pêşketinek nebe, binihêrin bi vê polîtîkayê nabe, bi feraseta neteweya demokratîk nabe, bi xwişk û biratiya gelan nabe. Wê demê wê bi çi bibe, bi neteweperestiyê bibe’. Baş e wê çawa bikin? Wê şer bikin? Wê çi bikin? Wê dijminatiyê bikin. Bi wê encamek nikare bê bidestxistin. Bêguman êrişê bikin jî wê têkoşîn bê meşandin. Mafê her kesî ye ku li hemberî êrişan li ber xwe bide. Wê demê destpêkê wê ev pirs bê kirin? Li hemberî van êrişan min têkoşîn meşand, fedakarî kir? Yên ku qet fedakariyê nakin, tênekoşin, tevkariyê li têkoşîna gelê Kurd nakin li gorî êrişî feraseta neteweya demokratîk a Rêbertî dikin, hewl didin gotinan li dijî tevgera me bikin. Ev demagojî ne. Têkoşîna 52 salan a Rêbertî heye, têkoşîna me ya li gel Rêbertî destpê kir, heye. Encamên vê têkoşînê hene. Ji ber vê yekê, ev şaş e; dijminatiya li Ereban, dijberiya li hinekan rast nîne. Wan xwestin şerê navbera Kurd û Ereban bidin destpêkirin. Ev yek bi kêrî Kurdan nayê. Bi wê yekê re ji xwe xwestin Kurdan qir bikin. Eger feraseta neteweya demokratîk nebûya, beriya 5-6 salan wê şerekî Kurd û Ereb bidana destpêkirin. Nekarîn şerê Kurd û Ereban bidin destpêkirin. Hatina HTŞ’ê bi armanca destpêkirina şerê Kurd û Ereban bû. Lê nekarîn vê pêk bînin. Bi piştgiriya navneteweyî, dewleta Tirk û hêzên derve tevdigerin. Ev cuda ye. Eşîrên Ereban hêz dîtin, dîtin ku DYE xwe dide aliyê HTŞ’ê berê xwe dan wê derê. Lê belê li holê bi hezaran şehîdên Ereb hene. HTŞ’î çûn şehîdgeha Ereban jî xera kirin. Lewma dema ku em dibihîzin em hêrs dibin. Mejiyekî paşverû ye. Ew mejî zemînê ji qirkirina Kurdan re amade dike, rê li ber qirkirina Kurdan vedikin. Di têkoşînê de ev yek pîvaneke bingehîn e; dijminan kêm bike, dostan zêde bike. Feraseta neteweya demokratîk di heman demê de ji bo Kurdan tê wateya zêdekirina dostan, kêmkirina dijminan e. Lewma em wê weke nêzîkatiyeke polîtîk a bi nêteke xerab, ji bo xerakirina vê pêvajoyê dibînin. Dixwazin bibêjin, ‘Bi pêvajoyê, diyalogê, muzakereyê, xwişk û biratiyê nabe, bi çi dibe, bi neteweperestiyê dibe’. Ew neteweperest wê çi bikin? Divê em wê jî zanibin. Heta niha çi kirin? Lewma pêwîstî bi welatparêziyê heye, bi welatparêziyeke kûr heye. Bi Rêber Apo re, bi PKK’ê re welatparêziyeke kûr heye. Me di nava gelê Kurd de welatparêziya kûr afirand. Eger mesele xwedîderketina li Kurdan, li Kurdîtiyê be bi têkoşîna me ya 50 salan me nîşan dan. Bi demagojiyê bi tevlîhevkirina mejiyê mirovan kes nikare encamê bi dest bixe. Di vir de vê bibêjim; nêzîkatiyên hestewarî heye, nerazîbûna gelê me heye, komkujî dibe, polîtîkayên dewleta Tirk heye; gelê me nerazîbûnê nîşan dide. Bi nerazîbûnê nîşandana nêzîkatiyên neteweperestiyê yên weke dijberiya li Ereban, ew nerazîbûnên hestewarî ye. Ez ji bo wan tiştekî nabêjim. Nerazîbûnên hestewarî ne ku her tim di nava gel de dikarin rû bidin. Lê belê feraseta neteweya demokratîk rast e, meylên neteweperestiyê şaş in. Bi vê yekê re Kurd nikarin bigihêjin cihekî. Dikarim vê bibêjim.
Di demekê de ku qala jinûve sererastkirina xwişk û biratiya Kurd û Tirkan tê kirin, dewleta Tirk di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi roleke çawa radibe?
Divê em vê yekê bi eşkere bibêjin. Dewleta Tirk di nava vî şerî de ye. Di plankirina wê de jî heye, di rêvebirina wê de jî heye. Divê em vê bibêjin. Ji xwe rastiyeke ku nikare bê înkarkirin. Li televîzyonên Tirkan binihêre, wê bê dîtin ku dewleta Tirk de di nav de ye. Ji xwe rayedarên AKP’ê hemû daxuyaniyê didin. Di nav de ne. Wezîrê Parastinê yê Mîlî dibêje eger bixwazin em ê piştgiriyê bidin. Ya rast, ew jî derew e. Ji xwe piştgiriyê didin, weke ku nedane hewl didin raya giştî bixapînin. Lewma dewleta Tirk di nava vî karî de ye. Di rewşeke welê de ku li Rojava Kurd têne kuştin, Kurd têne dorpêçkirin, tî û birçî têne hiştin, herêmên Kurd bi temamî di bin êrişê de ne û piştgirî ji êrişkaran re tê dayin, kîjan xwişk û biratiya Kurd û Tirkan? Kî wê ji vê bawer bike? Xwişk û biratiya Kurd û Tirk bi vî rengî dibe? Bi rastî jî vediguhere vê yekê; Kurdên li Bakur û Tirkiyeyê xwişk û bira ne, yên din dijmin e? Ma tiştekî bi vî rengî dibe? Ji ber vê xwişk û biratiya Kurd û Tirkan bi rastî jî veguheriye demagojiyekê. Di pratîkê de divê hurmet ji Kurdan re bê dayin. Divê hurmet ji maf û hiqûqa Kurdan re bê nîşandan. Dema ku eriş li Kurdan hate kirin, Tirk eger xwişk û bira be divê xwedî lê derkeve. Lewma ne bawerim kes vê mijarê cidî dibîne. Kurd wê çawa cidî bibîne; xwişk û biratiya Kurd û Tirkan? Xwişk û bira bi vî rengî tê kuştin? Tu yê li xwişk û birayê xwe bixe û piştre bibêje hîn em xwişk û bira ne. Lewma dewleta Tirk di nava kar de ye. Bi droneyan ji xwe êriş dike. Bi eşkere di nava şer de ye. Ya ku li wir tê kirin ne tenê şerê HTŞ’ê ye. Ji xwe HTŞ bi tena serê xwe nikarîbû şer bikira. Eger tenê HTŞ bûya wê bireviya, wê dest ji Şamê jî berda. Dibêjin artêşa Sûriyeyê. Çi artêşa Sûriyeyê? Li cihekî HTŞ zehmetiyê bikişîne SÎHA, ÎHA yên dewleta Tirk dikeve dewrê. Dewleta Tirk di nava şer de ye. Divê bi vî rengî bê zanîn. Ev polîtîka nîne. Ev polîtîka wê di dema pêş de encameke giran ji bo Tirkiyeyê bîne. Di dîroka Tirkiyeyê de wê weke deqeke reş bimîne. Ji ber ku wê bi Kurdan re bijîn, Kurd û Tirk wê li kêleka hev bijîn. Niha lil metropolan 6-7 milyon Kurd hene. Rastiyeke bi vî rengî ya civakî heye. Lewma Tirkiye wê ji ber van kiryarên xwe di dema pêş de poşman bibe.
Rol û daxuyaniyên Hakan Fîdan, Yaşar Guler û Omer Çelîk a di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û dijberiya wan a li pêvajoyê di nava raya giştî de bi eşkere têne axaftin. Hûn vê rewşê çawa dibînin?
Bi dîtina min qet ne pêwîste daxuyaniyên wan bêne nirxandin, li holê pratîk heye. Ji xwe niha êriş li ser Rojava, li ser Kurdan tê kirin, li hemberî vê yekê helwestek heye; ev ji xwe dijberiya li pêvajoyê ye. Kesekî ku dixwaze pêvajoyê bibe serî û li ser xwişk û biratiya Kurd û Tirkan çareseriyê biafirîne, dikare bibe hevparê van êrişan? Lewma mijar ji daxuyaniyê derbas bûye, di pratîkê de dijberî li pêvajoyê tê kirin. Pêvajo hatiye sabotekirin. Divê em bi vî rengî bibîne. Pêwendiya xwe bi polîtîkayên desthilatdariyê heye. Desthilatdarî jî bi eşkere piştgiriyê dide Şamê, piştgiriyê dide polîtîkaya Şamê ya li Şêxmeqsûdê. Niha piştgiriyê dide êrişên wan. Dibêje ‘Li wê derê wê her cûre teror bê paqijkirin’. Wateya vê çi ye? Wê Kurd bêne eciqandin. Ji xwe dijberê pêvajoyê ne. Ev jî ji ber dijberiya wan a li Kurdan e.
Muxalefeta li Tirkiyeyê ya ku dibêje li dijî olperestî û paşverûtiyê ye, bi taybetî çapemeniya wê, dema dor tê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gava çeteyên bi mejiyê DAÎŞ’ê êriş dikin bi navê artêşa Sûriyeyê pênase dike. Bi vî rengî çepik ji êrişan re lê xist. Çima muxalefet û çapemeniya muxalîf bi vî rengî tevdigere?
Hûn dibêjin muxalefet. Temamiya muxalefetê bi vî rengî nîne. Herhal mebest derdorên derdikevin Sozcuyê ye. Yên weke wan e. Ku ew hemû qaşo modernîst, dijberê olperestiyê bûn. Her wiha dijberiya wan a li olperestiyê ji aliyekî ve dijberiya li olê bû. Nêzîkatiyeke rast ji bo olê nîşan nedida, nêzîkatiyeke şaş nîşan dida. Yên ku bi vî rengî nêzî olê dibin, xwedî li HTŞ’ê ku bermahiyê DAÎŞ’ê ye derdikevin. Polîtîkaya li wê derê weke serketina Tirkiyeyê, weke serketina desthilatdariya AKP’ê dibînin. Lê belê civakeke ku azadiya jinê, civaka demokratîk, xwişk û biratiya gelan diparêze û yên ji bo vê têdikoşin jî nebaş nîşan didin. Ev ji ku tê? Ji dijberiya li Kurdan tê. Dijberiya li Kurdan dike ku ew fikrê xwe hemû bidin aliyekî û HTŞ, DAÎŞ’ê biparêzin. Dibêjin bila Kurd nebin xwedî maf. Ev ne dijberiya li Rojava, dijberiya li Kurdên li Rojava ye, ev yek nîşaneya dijberiya li Kurdên li Bakur û Tirkiyeyê ye. Lê em muxalefetê hemûyan bi vî rengî nanirxînin. Muxalefet hemû bi vî rengî nîne. Lê belê yên ku ji xwe re muxalefet dibêje, heta doh ji Erdogan re nizanim çi digot, niha desthilatdariyê serketî dibîne. Çima? Ji ber ku piştgirî da HTŞ’ê û Kurdan dieciqîne. Ev çi muxalefet e? Mejiyê faşîst e. Bi rastî jî mejiyê faşîst e. Derdoreke diyar heye, qaşo bi navê netewetiyê tevdigerin. Bêguman divê mirov hemû derdorên neteweperest nexin nava heman çarçoveyê, CHP’ê nexe nava heman çarçoveyê. Lê belê mejiyekî bi vî rengî yê neteweperest ê faşîst heye. Ya wan, neteweperestî jî nîne, dijberiya li Kurdan e. Ya rast ew e ku bi vî rengî bi zelalî bê nirxandin.
Hêzên navneteweyî di peymanên 10’ê Adarê û 1’ê Gulanê yê navbera QSD û Şamê de garantor bûn. Ev hêz her wiha di operasyonên li dijî DAÎŞ’ê de bi salan li gel QSD’ê xebitîn. Lê belê di êrişên li ser Rojava de piştgirî dan HTŞ a bi mejiyê DAÎŞ’ê. Bûn hevparê êrişên li ser Rojava. Divê mirov vê helwestê çawa binirxînin?
Ya yekemîn; di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de bi Kurd, Ereb, Suryanên li Rojava re hevkarî kirin. Di têkbirina DAÎŞ’ê de bi hev re bûn, di nava têkiliyeke taktîkî de bûn. Niha piştgiriyê didin HTŞ’ê ku xwedî heman mejiyê DAÎŞ’ê ye. HTŞ kî ye? El Nûsra bû? El Nûsra çi bû? El Nûsra baskê Sûriye yê El Qaîdeyê bû. El Qaîde kîjan rêxistin e? Ew rêxistin e ku li herdu kûleyên cotik xist. 5 hezar mirov mirin. Li wê derê mirovan xwe ji qatê 20’emîn, ji qatê 10’emîn avêtin û mirin. Îngilistan piştgiriyê dide rêxistineke bi vî rengî, piştgiriyê dide rêxistineke bi vî rengî. Lê belê li hember Kurdan, Suryan û Erebên demokratîk ên li dijî DAÎŞ’ê di revên pêş de şer kirin û zêdeyî 10 hezar şehî dan, disekine. Tiştekî bi vî rengî dibe? Bi rastî jî ev çawa dikare bê îzahkirin? Berjewendî dibe, lê ewqasî jî nabe. Hemû nirx daniye aliyekî, berjewendiyên xwe yên neteweyî jî daniye aliyekî. Ev nêzîkatî bi navê ti neteweyê nikare bê kirin. Nikare bi navê ti dewletê bê kirin. Ji ber ku her dewlet, her siyaset ji xwe re li rewatiyê digere. Niha di nava nêzîkatiyeke bi vî rengî de ne. Civaka wan jî vê dinirxîne, em dibihîzin. Rêveberiyên DYE, Îngilistan û Fransayê têne rexnekirin. Gerîlaya jin a ku Fransayê ew vexwendibû Qesra Serokatiyê niha şer dike. Dibe ku sibe li wir bimire. Li dijî DAÎŞ’ê pesnê wê didan. Ev rewş rewşa van hêzan radixe pêş çavan. Nîşan dide ku ji nirxên moralê bêpar in. Ev ji bo wan di paşerojê de rewşeke gelekî xetere ye. Belê mirov ji kapîtalîstan, ji emperyalîstan, ji yên xwedî feraseta netewe dewletê zêde tiştekî hêvî nake lê belê ewqasî nabe, welatiyên wan jî qebûl nake. Em wê bibêjin. Bêguman Kurd ketin nava têkiliyeke taktîkî. Ew têkiliya taktîkî bû, ne têkiliyeke stratejîk bû. Têkiliyek li dijî DAÎŞ’ê bû. Lê belê bêhurmetiyek li hemberî vê têkiliya taktîkî ye. Temam, têkiliya taktîkî piştî demekê dikare bê terikandin lê belê ew têkiliya taktîkî jî tiştekî li pey xwe dihêle. Ji ber vê yekê McGurck bi rengekî bi hêrs piştgiriya ji bo HTŞ’ê red dike. Red kir. Li Sûriyeyê demeke dirêj berpirsyarê hêzên taybet ê DYE’yê bû. Berpirsyarê Rojhilata Navîn bû. Lê belê vê polîtîkaya niha ya DYE’yê red dike. Em ji polîtîkaya wan re çi bibêjin? Civak dibîne, gel dibîne, her kes dibîne. Ji xwe ji bo me ev girîng e; em ji bo gelê Kurd dikarin vê bibêjin. Divê bi hêza xwe piştrast be, her kes divê bi hêza xwe piştrast be. Têkiliya taktîkî cuda ye, lê belê bi esasî divê mirov ji hêza xwe bawer bike. Kes nikare bi spartiya li têkiliyên taktîkî encmê bi dest bixe. Têkiliya taktîkî di têkoşînekê de wergirtina hêzekê ye, lê belê tenê bi têkiliyên taktîkî nikare encam bê bidestxistin. Lewma girîng e ku xwe bispêre hêza xwe.

