Sêşem, 13 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    NY: Em amade ne ku piştgiriya pêvajoyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Du kadroyên pêşeng li Tûzlûçayirê tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Kongre ji bo çareserî û aştiyê firsendeke pir girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Apoyiyên destpêkê yên li Dersimê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taxa Apoyiyan: Tûzlûçayir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TKP-ML’ê: Ne axa wan pêlê kirî û ne jî şiverêyên li ser meşiyane wê ti carî wan ji bîr neke

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qubat Talebanî: PKK’ê derî li pêş qonaxeke nû vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Encamstandin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên Kongreya 12’emîn a PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên Kongreya PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cemîl Bayik: Eger careke din bême dinyayê ez ê dîsa jî Rêber Apo ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Em dîrokeke nû dinivîsînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê diyarî Sirri Sureyya Onder hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Karayilan: Divê dewleta Tirk tavilê guhertinên qanûnî bike
Kurdistan

Karayilan: Divê dewleta Tirk tavilê guhertinên qanûnî bike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku ji bo biryara li ser bidawîkirina têkoşîna çekdarî di pratîkê de bikeve dewrê divê dewleta Tirk tavilê guhertinên qanûnî bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Gulan 2025 Dema xwendinê: 30 dq.
Parvekirin

Kongreya 12’emîn a PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin. Encamnameya kongreyê û biryarên hatin wergirtin doh bi raya giştî re hatin parvekirin.

Hêzên HPG û YJA Starê jî li qadên xwe civîneke hemwextî lidar xistin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di destpêka kongreyê de axivî û anî ziman ku bidawîkirina têkoşîna çekdarî dawî nîne, destpêkek nû ye.

Nirxandina Mûrat Karayilan a li Kongreya 12’emîn a PKK’ê bi vî rengî ye:

PKK PARTIYA ŞEHÎDAN E

“Em kongreya PKK’ê ya 12’emîn vedikin. Kongreya PKK’ê ya 12’emîn bi ked û amadekariya Rêber Apo pêk hatiye. Ji bo kombûn û pêşxistina kongreyê Rêber Apo kedeke mezin da. Hewldaneke mezin bi pêş xist. Em destpêkê bi navê delegeyên kongreyê Rêber Apo û berxwedana Îmraliyê ya bêhempa silav dikin. Dilsozî û rêzdariya xwe pêşkêş dikin. Em tevahî şehîdên şoreşê di şexsê hevrê Fûat-Alî Haydar Kaytan, hevrê Alî-Riza Altûn û hevrê Sirri Sureyya Onder de bi bîr tînin û ji bo bîranîna tevahiya şehîdên Kurdistanê hemû hevalan dawet dikin 2 deqeyan bi hurmet bisekinin. Bîranîna wan wê rêya me ronahî bike.

Meha Gulanê meha şehîdan e. Em tevahî şehîdên meha Gulanê û şehîdên şoreşê di şexsê hevrê Hakî Karer heta hevrê Fûatan şehîdên pêkhatî, di şexsê wan de bi rêzdarî, bi hurmet bi bîr tînin. PKK Rêber Apo weke partiya şehîdan destnîşan kir. Ji ber ku PKK li ser erdnîgariyeke ku navê wê jî qedexe bû derkete ser dika dîrokê. Her tişt bi ked û berxwedanê bi xwînê ava kir. Ji bo wê PKK weke partiya şehîdan hatiye pênasekirin. Hemû tişt bi keda Rêber Apo, berxwedana şehîdan ava bûye. Divê em îro li vê yekê di vê serdema dîrokî de vê kongreyê dikarin bicivînin, ev li ser hîmê keda şehîdên leheng û keda Rêber Apo pêk hatiye. Bi rastî bi avakirinê heta îro meşandina tevahiya kar û xebatê de rola sereke ya esasî ya şehîdan e. Em çiqasî li ser bibêjin wê kêm bimîne.

HEVALÊN FÛAT Û RIZA DÎREKÊ DAMEZRANDINÊ YÊ TEVGERÊ NE

Şehîdên me yên dawî û yên destpêkê pir dişibin hev. Şehîdê destpêkê hevrê Hakî kesê ku Rêber Apo yekem nas kir, hevalê Hakî û heval Kemal Pîr bûn. Piştî wê yê weke Kurd kesê yekem nas kir hevalê Fûat e. Herdu jî hîn di 1972’an de naskirina van hevalan bû bingehê avakirina komê. Ji bo wê pir watedar e. Yek naskirinê, yek merhebeyê de navbera wan de hevaltiya kûr çêbû. Ew bû hêvanê kombûnê û dûre bû hêvanê PKK’bûnê. Di vir de hem weke enternasyonalekî rola hevalê Hakî, Kemal heye, hem jî weke kesekî ji Kurdistanê, ji devereke weke Dersimê di komkujiyê re derbas bûye, rola hevalê Fûat di avakirina komê de, di meşandina komê de û heta roja dawî pir rola xwe hebû. Hêza manewî bû, hêza ruhê PKK’ê bû. Piştre weke tê zanîn PKK di sala 2002’an de fesix bû. Jinûve avakirina PKK’ê dema ket rojevê dîsa endamê Komîteya Jinûve Avakirinê bû. Hevalê Fûat tevî hevalê Dogan, hevala Nûda di xebatê komîteyê de kedeke mezin dan.
Hevalê Riza jî hevalekî avakerê PKK’ê bû. Hîn di dema xebata îdeolojîk de destpêkê hevalê Hakî Karer li Enqereyê nas kir, dûre jî Rêber Apo nas kir. Kom biçûk bû, ji bo kom bi cih bibe, ji ber ku hevalê Riza derdorek xwe hebû li Enqere Tûzlûçayirê, ji bo bi cih bibe, ji bo bibe xwedî derfet, mal roleke xwe pir esasî hebû. Hem ew, hem dayik hem malbat giştî. Kedeke xwe pir mezin di avakirina kom û partîbûnê de heye. Hevalekî di dîroka me de cihekî xwe yê girîng heye. Hem berxwedana zindanê de hem dûre li derve têkoşînên cûrbecûr heval cih girt, ked da. Van hevalan di avakirina PKK’ê hîn destpêkê heta roja îro xwedî kedeke mezin bûn. Ti carî nayên jibîrkirin. Dîrekê avakirina vê tevgerê ne.

SIRRI SUREYYA ONDER ŞEHÎDÊ AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ YE

Hevalê din, hevalê Sirri Sureyya Onder kesekî taybet e. Mirovekî dixwest PKK’ê baş fêhm bike, Rêber Apo baş nas bike û pir dilsozê Rêber Apo bû. Tesîr bûbû ji Rêber Apo. Kanser bû ji xwe, bi xwe hat ji hevalan re got, emrê min du sal, yan jî pênc sal mane. Ji du salan heta pênc salan. Lê ez dixwazim xizmetê ji şoreşê re bikim, çareseriyê bi pêş bixînim. Bi rastî jî roleke girîng dilîst. Ji ber ku mirovekî pir jêhatî bû. Bi ûslûb û rêbaza xwe di serdema herî krîtîk û krîzê de karîbû nerm bikira û çareyek destnîşan bikira. Pisporê diyalogê bû. Kûrahiya wî ya çandî rê dida ku bi her kesî re biaxive. Ji qada herî jor û ya herî jêr. Ya din, mirovekî sosyalîst bû. Jiyana xwe jî sosyalîst bû. Ji malbateke Tirkmen û xwedîderketina li doza gelê Kurd, gelê Ermen, Asûrî, Suryan, doza kedkar, pir roleke xwe ya girîng hebû. Ji bo me windahiyeke mezin e. Rêber Apo 2 caran peyam da. Yek dema li nexweşxaneyê bû, yek jî piştî şehîd bû û pê ve. Şehîdê azadî û demokrasiyê ye, şehîdê demokrasî û aştiyê ye. Bi rastî jî ji bo wê pir kedeke mezin da.

Careke din di şexsê van hevalan de bi rêzdarî, bi hurmet bi bîr tînin. Di vê meha şehîdan de destpêkirina kongreya me, kongreya 12’emîn a PKK’ê bi wate ye. Ji bo bîranîna şehîdên leheng di meha şehîdan de, di 5’ê Gulanê de ev kongre destpê dibe.

PKK’Ê DESTAN AFIRAND

Hevalên hêja kongreya 12’emîn a PKK’ê ne kongreyeke ji rêzê ye. Di dîroka têkoşîna me de xeleke herî girîng û dîrokî ye. Meşa Rêber Apo yan jî rabûna Rêber Apo, weke Rêber Apo got, di ser re 52 sal, mehek û 2 hefte derbas dibin. Lê belê Rêber Apo li welatekî asayî derkete rê. Li welatekî ku li kêleka tinebûnê bû. Siyaseta asîmîlasyon, qirkeriyê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê êdî gelê Kurdistanê anîbû kêleka tinebûnê û mirinê. Weke nexweşê li ser doşekê sikran dikişand. Civaka Kurd bi vî rengî bû. Kesekî nikarîbû navê wî welatî bigota. Di van şert û mercan de derketa Rêber Apo çêbû. Bi vî rengî hevalê Hakî û hevalê Fûat nas kir. Weke hevrêyên destpêkê û ketin rê. Tê zanîn, xebateke bi ked, bi bawerî, bi israr hate meşandin pênc salan. Weke xebata îdeolojîk tê pênasekirin. Bingeha partîbûnê bi vî rengî hate danîn û 27’ê Mijdara 1978’an de fermî PKK hat damezrandin. 47 sal in em bi vî navî tevdigerin. PKK bi avabûna xwe re berxwedan li Kurdistanê bi pêş xist. Berxwedana Hîlwan û Sêwerek û li gelek deverên Kurdistanê têkoşîn bilind kir. Mudaxeleya 12’ê Îlonê ya rejîma cûntaya faşîst çêbû. Lê wê jî nikarîbû pêşî li meşa PKK’ê û hewldanên Rêber Apo bigirta. Piştî amadekariyek li qada Fîlîstînê careke din vegera welat û ew pêngava dîrokî ya bi pêşengiya fermandarê nemir hevrê Egîd de hate pêşxistin, di 15’ê Tebaxa 1984’an de. Beriya wê berxwedana zindanan deng vedabû. Ji bo bîranîna wan ketina rê hebû. Berxwedana bi pêşengiya hevrê Mazlûm, Hayrî, Kemal û Ferhatan çêbû. Yanî PKK bi avabûna xwe destan ava kirin li zindanan, li serê çiyê. Wê çi çêkir? Şoreşa vejînê çêkir. Li Kurdistanê şoreşa vejînê çêbû, ew nexweşê li ser doşekê rabû ser xwe, êdî li xwe xwedî derket, dakete kolanan, sîngê xwe li hemberî hemû xeteran vekir. Yanî civakeke nû hate avakirin. Şoreşeke fikrî, civakî, siyasî çêbû. Şoreşeke demokratîk di nava civakê de çêbû. Li ser vî hîmî şoreşa jinê çêbû. Bi vî rengî êdî di pêşengiya şoreşê de kete qada pêş.

RÊBER APO TI CARÎ DEST JI GUHERÎN Û VEGUHERÎNÊ BERNEDA

Ew hewldana 1993, îlana yekem a agirbestê, tê zanîn di hundirê dewletê de rêberê wê dewleta veşartî, dewleta veşartî mudaxele kir. Tûrgût Ozal, Eşref Bîtlîsî û hemû tîma wan hate tasfiyekirin. Yanî Rêber Apo hîna di 1990’î de xwest guhertinê çêbike. Ma ne êdî dewleteke serbixwe ne, weke bi dewletê re çareserî. Ji xwe guhertinê destpê kir. Ji aliyê siyasî ve guhertinê destpê kir. Lê belê weke rêxistinî jî, weke rêbazê jî ji bo guhertinê hewldanên çêbûn hemû bi êrîşên dewletê re rû bi rû man. 1995, 96 ew hewldan encam negirt. Bi Erbakan re name çûn û hatin û dûre Erbakan bi şêwazekî ji erkê dûr xistin. Banga agirbesta 1998’an weke tê zanîn bi komploya navneteweyî hat pêşwazîkirin. Lê Rêber Apo di nêzîkbûna xwe ya guhertinê de israr kir. Yanî dest jê berneda. Weke tê zanîn di sala 1999’an de şerê çekdarî hat rawestandin. Dûre 2002’an PKK hate fesixkirin. Armanc guhertin û veguhertin bû. Yanî destpêkirina serdemeke nû bû. Lê belê me dît wan jî bi mudaxeleyeke hîn berfireh re rû bi rû ma, tasfiyekarî derkete holê. Xeterek li ser tevgerê hate çêkirin, hem di hundir de hem jî li derve. Weke beşeke komploya navneteweyî çawa ku komploya navneteweyî di 15’ê Sibatê de Rêber Apo dîl girt, xwest tevgerê tine bike vê carê bi destê tasfiyekaran xwestin wê encamê bi dest bixin. Yanî tevgerê ji xeta Rêberiyê qut bikin, dûr bixînin. Ji bo wê careke din Rêber Apo neçar ma PKK’ê ji nû ve ava bike. Ew Komîteya Jinûve Avakirina PKK’ê bi vî rengî ket rojevê. Bû çare ji bo wan pirsgirêkan re bibe bersiv, tasfiyekariyê tasfiye bike. Rêber Apo di wê demê de çareseriyeke bi vî rengî dît.

Di heman çarçoveyê de ji ber ku hemû hewldanên guhertin û veguhertinê û çareseriyê bi nêzîkbûna tasfiyekariyê re rû bi rû ma, ew pêngava dîrokî ya 1’ê Hezîranê 2004 ket rojevê. Piştî wê hewldanên 2009, 2013, 2015 em zanin ku ev dema dewleta, desthilata AKP’ê de careke din bi êrîşên valaderxistinê re rû bi rû ma. Bi vî rengî guhertina ku Rêber Apo hîn di salên 1990’î de dixwest bike pêk nehat. Di vir de sedem yekem; êrîşên dewletê ye. Dewletê ev qonaxên guhertin û veguhertinê ji bo xwe weke firsend bi kar anî, xwest tevgerê tasfiye bike. Rê neda. Yek sedem ew bû. Sedema duyemîn jî em bûn. Me jî ew hewldanên Rêber Apo ku dixwest guhertin, veguhertinê çêbike weke tê xwestin me bersiv neda. Her tişt me nîvco hişt. Weke tê xwestin me guhertin û veguhertin temam nekir. Em jî bûn aliyekî wê xitimandinê. Sedemê wê bi giştî bi vî rengî ye.

PLANA ÇOKDANÎNÊ NE TENÊ YA DEWLETA TIRK BÛ, NATO’YÊ JÎ PIŞTGIRÎ DA

Bêguman di şexsê PKK û Kurdistanê de ji bo tevahiya pirsgirêkên sosyalîzmê ket lêhûrbûnê. Ji ber wê xeteke nû bi pêş xist. Salên destpêkên xwe Rêber Apo weke sala 2003 destnîşan dike. Sala 2003, 2004 û jê pê ve dewam kir. Heta parêznameya 5 ku em dibêjin 2011’an tê. Ew qonax hemû qonaxa temamkirina paradîgmaya nû ye. Paradîgmaya li ser hîmê şoreşa jinê ya demokratîk ekolojîk li miqabilê kapîtalîst modernîte, avakirina demokratîk modernîte, li miqabilî sosyalîzma netewe dewlet avakirina sosyalîzma demokratîk netewe û civakî. Sosyalîzma demokratîk a civakî. Xeteke nû afirand. Ev xet êdî bi çarçoveya destpêkê hînê di bin bandora reel sosyalîzmê de nedibû. Lê belê dewletê, dewleta Tirkiyeyê di 10 salên dawî de piştî pêvajoya Îmraliyê, beriya wê pêvajoya Oslo heye, 2 sal nîv, 3 salan dewam dike. Bi esasî wê demê jî mutabaqatek çêbû. Jê re protokol hate gotin. Lê belê radestî Tirkiyeyê kirin, dewleta Tirkiyeyê, hikumetê qebûl nekir. Bersiv neda. Dûre mutabaqata Dolmabahçeyê bi heman aqûbetê re rû bi rû ma. Û li hemberî me plana çokerdêkirinê xistin rojevê. Ev plana çokerdêkirinê ne ya dewleta Tirkiyeyê bi tenê ye. Rast e dewleta Tirkiyeyê bi pêş xist, lê belê NATO’yê piştgirî da. Dûre bi hewldanên NATO’yê lingê wê yê Kurdê hevkar jî çêkir. Berxwedana xweseriya demokratîk a bajaran û piştî wê berxwedana dîrokî ya sala 2016’an û pê ve dema ku wisa mudaxeleya derve jî çêbû, 2017, 2018, 2019’an berxwedanên pir dîrokî bi pêş ketin. Me windahiyên mezin dan. Dijmin xwest bi teknîkê me tine bike, li hemberî teknîka dijmin lêhûrbûnên teknîkê çêbûn. Teknîka ku ji wê re bibe bersiv di astekê de hate pêşxistin. Gerîlayên Kurdistanê de jî hem ji aliyê ruh ve bilindbûnek çêbû, li ser ruhê fedaî Apoyî, hem jî ji aliyê rê û rêbaz ve astek çêbû ku ew xitimîn, nikarîbûn encamê bigirin. Naxwe dixwestin me bi temamî tine bikin. Armanca wan ew bû, ji xwe bi eşkere jî destnîşan dikir.

Di encamê de bi ser neketin. Wan dixwestin di sedsala Komarê de serketina xwe îlan bikin. Lê belê negihiştin vê encamê, ji bo wê bi navê dewletê, Devlet Bahçelî ev banga tê zanîn ya Cotmehê kir. Ew mecbûr man li rêyeke din bigerin. Rêber Apo jî weke me berê got, hewldanên xwe yên guhertinê ji xwe hebû. Rêber Apo got, 10 salên dawî ez pir li ser rawestiyam, li ser kûr sekinîme. Yanî Rêber Apo ji bo guhertinekê amade ye. Dema ew gava Bahçelî çêdibe, Rêber Apo dixwaze vê bi kar bîne.

BERXWEDANÊN DÎROKÎ HATIN KIRIN, ME ŞEHÎDÊN MEZIN DAN

Ev derfeteke û gava xwe ya li ser demeke dirêj lê hûrbûnê dike, destpê dike. Bi vî rengî fesixkirina PKK’ê bi rengekî nebe nabe ket rojevê. Rêberî xeteke nû afirand. Xeta demokratîk netewe û sosyalîzma civakî û demokratîk bi pêş xist. Ji bo wê jî êdî guhertin lazim bû. Guhertina PKK’ê lazim bû. Heman tişt ji bo rêbazê têkoşînê jî derbasdar e. Yanî rêbaza têkoşîna şerê çekdarî. Me şerê çekdarî bi fermî 41 salan meşand. Ji heval Hakî heta Sarayan, Delalan, Atakanan, Adilan, Nûdayan, Reşîdan, Rojînan û heta şehîdên dawî hevrê Fûat û Rizayan, careke din şehîdên me yên herî dawî hevrê Gabar, Besê û Mîtrayan şehîdên mezin me dan. Berxwedana pir dîrokî çêbû. Bi giştî 35 hezar kadro, şervan me şehîd dan. Sivîl û welatparêzan bihesibîne 45, 50 hezar şehîdên me hene. Ruhekî şer, şervanî yê pir xurt bi pêş ket. Dibe ku li cîhanê hempayê xwe kêm be. Em zanin li herêmê nîne. Li Rojhilata Navîn nîne. DAÎŞ derket holê, dewlet ji ber DAÎŞ’ê direviyan, lê vî ruhî, vê xeta fedaî DAÎŞ têk bir, paytexta wan hilweşand û têk bir. Destpêkê li Kobanê û dûre dewam kir.

Şerê çekdarî dîrokeke mezin ava kir. Dîrokeke destanî bi tîpên zêrîn nivîsand ji dîroka Kurdistanê û mirovahiyê re kir mal. Berxwedaneke bi vî rengî hat meşandin. Yanî gerîla, PKK serketî ye, ev yek hîn di salên 1990’î de pêk aniye, jê şûn ve dijmin xwestiye tine bike û nekariye tine bike. Nekeftina xwe raber kiriye. Hêzeke nekeftî ye. Lê belê neketin tenê têrê nake, divê bi ser bikeve jî. Ev qonax pêk nehatiye. Heqîqeta me jî bi vî rengî ye. Vî şerî pir zêde encam bi xwe re anî. Beriya her tiştî qirkerî sekinand. Gelê Kurd ji tinebûnê kir hebûn, hebûn misoger kir û kir gelekî neketî. Bi fikra sosyalîzma demokratîk a demokratîk bikaribe pêşengiyê bike ava kir. Gelekî bi vî rengî ava kir. Destektiya xwe ya herî mezin ev e. Û rêya çareseriya siyasî vekir. Ku ne ev bûya, ne berxwedana PKK’ê, berxwedana gerîla bûya, herî dawî ne berxwedana Zapê bûya, ne ji berxwedana giştî ya tevgera Apogerî li hemû beşên Kurdistanê bûya, ev berxwedan û ked nebûya, fedakariya civaka me, gelê Kurd, dostên me nebûya, li derdora sekna Rêber Apo nebûya yek, ma dewletê wisa diçû gel Serokatî? Wê neçûbûya. Sekna Rêber Apo ya bi wate, israr, berxwedan, berxwedana gerîla, fedakariya gel dewlet bir gel Serokatî.

BANGA RÊBER APO BANGA PÊŞVEBIRINA TÊKOŞÎNA DEMA NÛ YE

Devlet Bahçelî bi navê dewletê, yan jî bi navê baskekî dewletê ev bang çêkir. Gotin em li hemberî xeteriyên li ser Tirkiyeyê yên heyî em aştiya xwe ya hundirîn çêbikin. Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê bangek dîrokî ye û banga pêşxistina serdemeke nû ye. Bihurandina sosyalîzma netewe dewlet, pêşxistina sosyalîzma demokratîk netewe ye. Banga pêngaveke demokratîk sosyalîzm, demokratîk konfederalîzmê ya mezin e. Divê em banga Rêber Apo bi vî rengî binirxînin. Destpêkek nû ye. Banga pêşxistina têkoşîna serdemê ye. Ez zanim gelek heval jî belkî careke din bi hestiyarî nêzîk dibin. Lê belê weke min got, dema kevn de jî bi vî rengî me dinirxand, lê belê dem derbas bû, di têkoşînê de eşkere bû ku Rêber Apo di dema xwe de tişta gotiye rast e, di cih de ye, piştrast bû. Niha jî bi vî rengî ye. Rêber Apo weke Rêberiyek dîrokî tiştên dibêje divê mirov zanibe ku sînoran derbas dike. Cudahiyê dibîne, li ser wî hîmî lêhûrbûnê dike û gavê diavêje. Divê em bibînin ku ev bang û ev qonax ji bo serdemeke nû ye, çaxek nû ye. Û ev bang tenê ne ji bo Kurdistan ji bo tevahiya mirovahiyê roleke xwe ya girîng û dîrokî heye. Êdî sînorê Kurdistanê derbas dike. Li hember kapîtalîst modernîteyê ji bo xeta demokratîk modernîte bi ser bikeve êdî ev tiştên weke pranga li lingên me digire, me paşde dihêle, tenê li hundirê Kurdistanê teng dike, divê em biavêjin. Rêber Apo vê ji me dixwaze. Fesixkirina PKK’ê divê bi vî rengî bê fêhmkirin.

MADEM DIBÊJIN AŞTÎ, DIVÊ DAWÎ LI DIJMINATIYÊ BÎNIN

Bêguman di serdema me de, di roja îro de paradîgmayeke wisa berfireh, sosyalîzma civakî pêkanîn, têkoşîna wê bi çek weke berê nabe. Erê guhertinên aliyê me, em fêhm dikin, zanin. Weke Rêber Apo jî destnîşan kiriye, bi esasî emrê PKK’ê hîn di 1990’î de qediya bû. Bi wan bangên Devlet Bahçelî û bi keda Rêber Apo bi keda rêzdar şehîdê hêja Sirri Sureyya Onder û heyeta Îmraliyê hevdîtinên hatin çêkirin, bi rayedarên dewletê re, bi saziyên siyasî re, civakî re, wisa zemînek ava kir ku guhertinek bibe. Ango guhertin nebe ji xwe nabe. Ev misoger e. Ev kongre divê biryarên dîrokî werbigire. Biryara fesixkirinê wê bigire. Herî kêm baweriya me di destpêkê de bi vî rengî ye. Ji bo qonaxa dûre qonaxa çekberdanê wisa pêk were, hewceyî guhertinên qanûnî yên baweriyê heye. Rêber Apo bi şehîdê hêja Sirri Sureyya Onder da nivîsandin, wî bi destê xwe nivîsand û dûre di wê civîna dîrokî de ya çapemeniyê ya 27’ê Sibatê xwend Sirri Sureyya Onder. Hewceyî bi aliyê hiqûqî û mafê demokratîk siyasetê heye. Ji bo ku ev tevgera ewqas sal bi çek xwe diparêze, bi parastina cewherî bi hêza xwe, xwe diparêze bikaribe pala xwe bide qanûn, destûrê bawer bike, teqez divê gav bêne avêtin. Guhertin divê bibe. Yanî eger ku dibêjin aştiya hundir, aştiya hundir, ew wisa dibêjin, wê demê pêwîstî heye ku dijminatî bi dawî bibe. Hîna êrîş hene, hîn bikaranîna çekên kîmyewî heye. Heval şehîd Besê, heval Mîtra di 11’ê Nîsanê de li Girê Cûdî yê Zapê bi çekên kîmyewî şehîd ket. Li gel me agirbest îlan kiriye. Ango dibe ku di zîhniyeta dewletê de guhertin çêbibe. Ev zîhniyeta înkar îmhayê heta neyê guhetin aştiya hundir wê li ser kîjan hîmî pêk were? Ew kesên ku dibêjin, em aştiya hundir çêbikin divê beriya her tiştî vê zîhniyeta înkar îmhayê biguherîne, wê derbas bikin. Bi rastî aştiyeke hundirîn çêbibe. Qanûn jî hemû yên dijminane ne. Qanûnên heyî piraniya wan hebûna gelê Kurd red dikin. Ji bo wê tenê di çarçoveya guhertinên di aliyê dewletê de, di asta qanûnî û hiqûqî de ev tevger dikare bêçekiyê bixe meriyetê. Naxwe wê ev pir zehmet be.

JI BO ÇEK JI DEWRÊ DERKEVIN DIVÊ DEWLET BAWERIYÊ BIDE

Hemû kesên îro weke gerîla çek rakirine, armanca xwe ya yekem azadiya Rêber Apo ye. Rast e, niha Rêber Apo ji me dixwaze. Em heta dawiyê bi Rêber Apo bawer dikin. Lê belê ji bo ku em rastî bêçekiyê têxin meriyetê divê em bi dewletê jî bawer bikin. Lê belê niha nêzîkbûna dewleta Tirkiyeyê zêde baweriyê nade. Em ne weke dûz û teng nêzîk dibin, tim bi şik û guman. Na. Em heqîqî nêzîk dibin. Bingeh beriya her tiştî qanûn e. Ev yek divê pêk were. Bingeha wê jî hinekî weke me got bi hewldanên Rêber Apo, têkoşîna Rêber Apo, bi hewldanên heyetê, têkoşîna tevgerê hinek bingeha wê çêbûye. Ji ber vê kongreya me dikare êdî hinek biryaran werbigire. Bêguman wê kongre nîqaş bike. Em destpêkê di vê baweriyê de ne. Kongre li ser hîmê nêzîkbûna heyî ya dewletê yê fermî, her çend ên neyînî jî heye, lê belê yê erênî jî heye.

YÊN KU DIXWAZIN ŞER DEWAM BIKIN DIVÊ ZANIBIN KU NIKARIN ME TÊK BIBIN

Diyar e ku aliyek heye dixwaze ji şer rant bigire û dom bike, bi şer biçe encamê. Ji bo wî alî em dikarin bibêjin, ew bi şer nikarin biçin encamê. Çima? Ji ber ku me jî 41 salan tecrûbe wergirtine, me taktîk afirandiye, me kûrahî çêkiriye, me şer xistiye bin erd, ser erd û ezman. Em bi me nikarin, nikarin me tasfiye bikin. Doktorînê şerê nû di civîna Konseya Fermandariya HPG’ê de çêbû, li ser wî hîmî bilindkirina têkoşînê neketiye, wê neketî be. 100 salên din jî biçe wê dîsa heman encam derkeve holê. Ji bo wê em mantiq dimeşînin, em dibêjin Rêberê me rast dibêje, em zanin ku eger bi vî rengî dewam bike, wê nikaribin bi me. Wan bi teknîkê em tengav dikir, lê em niha dikarin teknîka li hemberî wê bi pêş bixînin. Yanî ewladên vî gelî û dostên wan lêhûr bi pêşxistî, ne tenê ji aliyê bilindkirina ruhê fedaî û ji aliyê kûrkirina taktîk de di heman demê de ji aliyê teknîkê ve jî gav hatin avêtin. Û gelê me jî bi me re ye. Ji ber wê, em ji wan kesan re dibêjin hûn bi me nikarin. Vê tevgerê neketina xwe ispat kiriye. Û ev gel êdî neketiye. Û ev gel di pêşengiya Rêber Apo de amade ye ku aştiyê çêbike. Aştiya hundir ava bike. Bi rastî amade ye. Ji bo wê divê di nava dewletê de jî nêzîkbûnek li gorî wê çêbibe. Ew aqlê ku dibêje ’em ê bi çekê tine bikin, ji xwe me tine kiriye, aniye halekî ku nikare şer bike û em ê karibin bi operasyonê bi êrîşê biçin encamê’, ev aqil ne aqilê çareseriyê ye û ne rast e. Bi rê û rêbazên demî gerîla dikare şer dewam bike û neketina xwe careke din nîşan bide. Lê belê weke Rêber Apo jî tîne ziman, êdî dema vê bihurî ye. Ji ber wê hewceyî heye bi guhertinê heye. Em pê bawer dikin ku em stratejiya şerê çekdarî bi dawî bikin. Lê belê eger ku dewlet vê qebûl neke, ji bo vê guhertinên pêwîst ên qanûnî, di çarçoveya azadiya Rêberî, di çarçoveya şerdawîkirin, dijmintî bi dawîkirin, yê ku baweriyê bide ev ê pêk neyê.

Serdemeke nû destpê dike. Ev ne dawî ye, ne dawiyeke, destpêkeke. Lê belê ji bo azadî, tevgera Apogerî, ji bo gelê me, ji bo gelên herêmê destpêkek nû ye, çaxekî nû ye. Serdemeke nû ye. Bi vî rengî divê em binirxînin û nêzîk bibin. Ji bo di xeta Rêber Apo de kongreya me serketî be û encamê werbigire her heval divê xwe berpirsyar bibîne. Bi berpirsyarî tevbigere. Em di xeta şehîdan de, di xeta Rêber Apo de dilsoz in. Em temsîlkarên şehîdan e. Li her kêleka me bi sedan şehîd çêbûne. Ev ji bo me pir bi wate û berpirsyariyeke giran e. Ji bo wê em nikarin ji rêzê û sivik nêzîk bibin. Berpirsyariya me giran e. Çawa em ê li hemberî heqîqeta Rêber Apo bibin bersiv, çawa em ê xeta şehîdan rast temsîl bikin, ev ji bo me girîng e. Ez bawerim wê her heval bi van hestan û berspiryariyê beşdarî xebatên kongreyê bibe û kongreya me di çarçoveya perspektîfên Rêber Apo de wê serketî be. Di vê çarçoveyê de ez ji niha ve ji bo tevahiya hevalan serketinê dixwazim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Besê Hozat: Em dîrokeke nû dinivîsînin
Nûçeya Pişt re Cemîl Bayik: Eger careke din bême dinyayê ez ê dîsa jî Rêber Apo ji xwe re bikim esas
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji AKP’ê daxuyaniya têkildarî ‘PKK’ê: Qonaxeke girîng e

Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk piştî daxuyaniya PKK'ê ya li ser bidawîkirina karên xwe got, 'Qonaxeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Tayînkirina kujerê Hevrîn Xelef li sê bajaran hat şermezarkirin

Biryara desthilata Şamê ya tayînkirina çeteyê kujerê Hevrîn Xelef wek fermandar, li Hesekê, Heleb û…

Ji aliyê Stêrk TV

SOHR: Li Sûriyeyê 1500 Elewî hatin qetilkirin

Çavdêriya Sûriyeyî bo Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku hejmara kesên li herêmên peravê hatine kuştin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Qubat Talebanî: PKK’ê derî li pêş qonaxeke nû vekir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Sozdar Avesta: Encamstandin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dîmenên Kongreya 12’emîn a PKK’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Wêneyên Kongreya PKK’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?