Fermandarê HPG’ê Murat Karayilan di bernameyeke taybet a Stêrk TV’ê de axivî. Karayilan diyar kir ku êrîşên çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk ku di 6’ê Çileyê de ji Helebê destpê kir, ne “ji rêzê ye” û got, “Eşkere ye ku ev komplo û planeke mezin e.” Karayolan got, “Xwestin li gorî Peymana Sykes-Picotê herêmê dîzayn bikin… Niha jî ji Sûriyeyê dest bi ji nû ve dizaynkirina herêmê kirin.”
Karayilan destnîşan kir ku li pişt êrîşan “erêkirina dewletên herêmî û hêzên navneteweyî heye” û wiha got, “Ev plan ji aliyê dewletên herêmî yên wekî Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Qeter heta Urdunê û hêzên navneteweyî yên wekî DYA, Brîtanya, Elmanya û Fransa ve hatiye erêkirin. Karayilan got, “Di dizayna nû de cih ji Kurdan re nehat dayîn” û got ku êrîşên li ser Rojava hedefa “Mehabada duyemîn” dikin.
Karayilan îşaret bi banga Rêber Apo ya di 27’ê Sibata 2025’an de kir û wiha got, “Li ser bingeha vê bangê xwişk û biratiya gelan heye. Ev komplo dijminatiya di navbera gelan de pêş dixe.” Karayilan li ser dewleta Tirkiyeyê jî got, “Divê Serokkomar Erdogan û Devlet Bahçelî bizanin ku; li ser cenazeyê Rojavayê Kurdistanê bi Kurdan re aştî çênabe.” Karayilan ji bo rakirina dorpêça Kobanê û “Korîdora daîmî ya di navbera Kobanê û Cizîrê de” bang li raya giştî kir ku bi erka xwe rabin.
Berfirehiya nûçeyê tê…

