Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Star û HPG’ê û Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes (Nazli Taşpinar) di encama êrîşa dewleta Tirk de 20’ê Nîsana 2020’î li gel hevrêyên xwe Zîn Zagros (Leyla Acar) û Ekîn Amara Toldar (Şehrîban Akin) li Garê şehîd bû.
Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan qala tevlîbûna Emîne Erciyes a li nava PKK’ê, jiyana wê ya têkoşînê û evîna wê ya ji bo çiyayên Kurdistanê kir. Nirxandina Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:
TEVLÎBÛNA WÊ JÎ SEKNA WÊ JÎ JI RÊZÊ NEBÛ
“Hevala Emîne Erciyes (Nazli Taşpinar) sala 1996’an tevlî nava têkoşînê bû. Hevala Emîne li gel Ekîn Amara û Zîn Zagros di 20’ê Nîsana 2020’î de li êrîşên dewleta Tirk rast hat. Li Biryargeha YJA Starê şehîd bûn. Şehadeta van her sê hevalan em gelekî êşand. Her sê hevalan bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza ku me dane wan dubare dikin.
Tevlîbûn û kesayetiya hevala Emîne ji rêzê nebû. Yanî ne tevlîbûna xwe tevlîbûneke ji rêzê bû ne jî sekna xwe sekneke ji rêzê bû. Gelek aliyên xwe yên balkêş hebûn. Gelek heval li ser hevala Emîne axivîn. Bawerim taybetmendiyên heval ji aliyê raya giştî ve tê zanîn. Em jî hevala Emîne ji nêz ve nas dikin.
Hevala Emîne ji Anatoliya Navîn ji bajarê Nevşehîrê bû ku weke herêmeke girtî tê dîtin. Ev herêm bi aliyên xwe yên muxafazakar derdikeve pêş. Lê belê her çend bi vî rengî bê dîtin jî dema ku mirov li rabirdûyê, li dîrokê dinihêrin, dikarin bibêjin ku herêmeke ji rêzê nîne. Di dema Hîtîtan de jî xwedî cihekî girîng bû. Li cîhanê yekemcar li vê herêmê bajarên binê erdê hatin çêkirin. Ji bo xwe ji împaratorên mezin biparêzin her wiha xwe ewle bikin, bajarên ji 30-40 hezar kesî çêkirin. Herêmeke ku Kapadokya lê ye. Di dîrokê de cihekî gelekî navendî ye. Herêmeke ku Haci Bektaş-i Velî lê ma û kar kir.
Xwedî dîrokeke bi vî rengî ya dewlemend e, lê belê îro weke bajarekî ji rêzê tê dîtin. Hevala Emîne li gundekî vî bajarî ji dayik bû û piştre li navenda Nevşehîrê bi cih bûn. Li wê derê mezin bû, li wir xwend. Li nava malbateke asayî, xwezayî û muxafazakar mezin bû. Piştre ji bo xwendina zanîngehê diçe Stenbolê. Armanca xwe ji çûyîna zanîngehê ew bû ku ji derdora teng rizgar bibe. Armanca xwe ya destpêkê ev bû, lê belê piştre cîhan nas kir, kûr bû û dît ku zanîngehê biqedîne jî wê ev yek têra wê neke, wê negihêje wê astê ku armancên xwe pêk bîne; li ser vê bingehê kete nava lêgerînê. Hem weke jinekê hem jî weke kesek ji beşeke bindest a xizan a civakê hatî bala xwe diçe ser çepgirî û sosyalîzmê. Di lîseyê de hîn dibe ku li Tirkiyeyê Kurd hene, piştre jî Kurdan nas dike. Li lîseyê bi taybetî li zanîngehê xwendekarên Kurd nas dike, têkiliyê bi wan re datîne. Bawer nake ku di nava sîstema modernîteya kapîtalîst de bibe xwedî jiyaneke azad û hêja. Lewma lêgerînên xwe zêde dike.
DÎT KU BI TEVLÎBÛNA LI NAVA PKK’Ê DIKARE XWE BIGIHÎNE ARMANCÊN XWE
Li ser şoreşa Tirkiyeyê didsekine, li zanîngehê bala xwe dide ser tevgerên çep; dibîne ku gotinên wan gelekî radîkal e, lê belê di pratîkê de nînin. Yanî pratîk û gotin li hev nakin. Dibîne ku ya pratîk û gotina xwe li hev dike tevgera Apoyî ye, PKK ye.
Çawa ku Kemal Pîr li dadgehê got, ‘Ez jî ji PKK’ê bawer dikim. PKK wê rejîma heyî hilweşîne û bi şoreşa Kurdistanê re şoreşa Tirkiyeyê pêk bîne. Ji ber vê yekê tevlî nava PKK’ê bûm’, hevala Emîne jî bi heman rengî difikire û ji bo şoreşa Tirkiyeyê bawer dike ku divê tevlî nava PKK’ê bibe. Bi vî rengî biryareke bi wêrekî werdigire. Hevala Emîne digot, ‘Dema ku min ji hevalan re got, gelekî matmayî man. Hevalan ji min re gotin, tu ji Nevşehîrê ye, tu yê açwa bê çiyayên Kurdistanê’. Digot, ‘Her wiha ji bo min ji biryara min vegerînin, ji b israr nekim hewl didan min qanih bikin’. Yên ku pê re diaxivîn jî xwendekarên zanîngehê bûn, sempatîzanên partiyê bûn. Wan jê re gotin, ‘Tu nikare bike, zehmet e’. Hevala Emîne jî ji wan re gotiye, ‘Ewqas jin eger karibe bike ez jî karim bikim’.
Biryareke bi vî rengî ya radîkal wergirt û di 20 saliya xwe de tevlî nava refên tevgera me bû. Armanca xwe mezin e: Şoreşa Tirkiyeyê, azadiya jinê. Lêgerînera azadiyê ye. Xwedî lêgerîneke gelekî bi wate ye. Bi rengekî durust dilsozê armancên xwe ye. Ne ji bo jiyaneke şexsî ıyan jî malbatî, berê xwe dide armancên xwe. Ne kesek ji malbat an jî derdora xwe aciz bû yan jî ji wan qut bû; berevajî vê yekê gelekî dilsoza malbat, derdor û nirxên xwe bû. Mînak, digot ‘Ez bi zarokatî ji gund derketim lê belê her firsendê diçûm gund, li wir bêhn dihat ber min’. Yanî dilsozê koka xwe bû. Ji xwe li ser vê bingehê tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû.
Wê demê hinekî li Balkanan ma, piştre firsend dît ku biçe qada Rêbertî. Dibe ku şensê herî mezin ji bo wê ev bû. Li qada Rêbertî ma, bi xwe Rêbertî dît, tevlî perwerdeya wî bû, çend dewreyan lê ma. Li wê derê lêgerînên wê hîn kûr bûn û di biryar axwe de hîn bêhtir zelal bû, tevlîbûna xwe hîn xurt bû.
Mînak di jiyana xwe ya şoreşgerî de ti carî krîz, pirsgirêkê nabîne. 24 salan di nava me de ma; bi qasî ku em zanin ti pirsgirêk nejiya û her tim bû xwedî sekneke mînak. Rêber Apo dît, îdeolojiya wî nas kir. Dibe ku dema tevlîbû ewqasî zane nebû lê belê piştre îdeolojiya Rêber Apo nas kir û qebûl kir. Dibîne ku tişta lê digere ev e. Ji ber vê jî şoreşgeriyeke rast dimeşîne. Bingeha xwe bi xurtî danî. Gelekî baş fêhm dike ku şoreşa Tirkiyeyê bi şoreşa Kurdistanê dibe. Lewma difikire ku divê şoreşa Kurdistanê destpêkê bê xurtkirin û serxistin. Bi vî rengî dikeve ser rêya Kurdîtî û Kurdistanê. Ji Kurdekî bêhtir li ser taybetmendiyê Kurdî kûr bû. Di karên li nava tevgera me de, di wezîfeyên wergirtî de… Dema ku li nava tevgera jinê bû endama Koordînasyona PAJK’ê bû, dema li nava tevgera gerîla bû Endama Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Endama Fermandariya Bİryargeha Navendî ya YJA Starê bû. Di asta herî bilind de wezîfe bi cih anî.
BI ZIMANEKÎ ZELAL BI KURDÎ DIAXIVÎ
Dibe ku tiştên min heta niha got asayî ne. Di nava jiyana hevala Emîne Erciyes de tişta ne asayî ev e: Ji nava gundekî Anatoliyê rabû, heta 16-17 salî haya xwe ji hebûna Kurdan tine bû, li gel vê yekê jî di asta herî bilind de tevlî bû, bêteredût tevlî bû, bi civaka Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re bû yek, bi fikir û felsefeya Apoyî re bi xurtî bû ye; ev hemû tiştên ne asayî ne.
Hevaa Emîne dibêjî qey PKK’yiyeke xwezayî bû, weke Kurdeke xwezayî ya têkoşîna Kurdistanê bû. Miroveke bi vî rengî bû. Bi rastî jî yeka ji rêzê nebû. Sala 2011’an di civînekê de min ew pîroz kir. Çima? Ji ber ku rabû bi Kurdî axivî. Min lê nihêrî ji min xweştir bi Kurdî diaxive.
Li gel wê çend heval hebûn, bi Kurdî baş nizanî bûn. Kurd bûn lê belê bi Tirkî hîn bûbûn, axaftina bi Tirkî ji bo wan hîn xweş dihat, ji ber vê jî axaftina bi Kurdî biçûk didîtin. Lê belê hevala Emîne bi Kurdiyeke ewçend xweş û zelal diaxivî ku ji ber vê yekê di civînê de min spasiya wê kir, ew pîroz kir.
EVÎNDARA ÇIYAYÊN ZAGROSÊ BÛ
Sal hîn 2011 bû. Mînakeke gelekî balkêş e ku miroveke bi vî rengî di vê astê de bi Kurdistanê re bû yek. Ne tenê bi hevalan, bi civaka Kurd re, he rwiha bi çiyayên Kurdistanê re jî bûbû yek. Mînak; evîndara çiyayên Zagrosê bû. Digot, ‘Li çiyayên Zagrosê ez azadiyê hîs dikim. Li wê derê dibînim bê azadî tê çi wateyê. Mirov li wê derê dibîne ku azad e. Çiyayên Zagrosê bihuşt e’. Çiyayên Zagrosê weke bihuştê didît, ewqasî dilsozê wê bû. Li wir şoreş didît, şoreşa Kurdistanê, şoreşa Tirkiyeyê, azadî didît. Miroveke ji rêzê nebû.
Hevala Emîne çûbû zanîngehê, lê belê li gel vê yekê xwe gelekî bi pêş ve biribû. Bi wêje, helbest û şano re eleqedar dibû. Digot, ‘Ez profesyonel nînim’. Rast e, profesyonel nebû lê belê hîn li dibistana seretayî, li zanîngehê şano dikir. Li nava me dema ku hevalan rojên moralê lidar dixistin ew jî dibû şanoger. Hevaleke welê bû ku bi çandê, wêjeyê, zanistê re eleqedar dibû û ti carî teredût nedikir û tevlî dibû.
ENTERNASYONALEKE KU JI HEQÎQETÊ QUT NEBÛ
Bala xwe bidinê, navê Emîne li xwe kir. Dibe ku dikarîbû navekdî cuda, navekî şoreşger li xwe bikira, lê belê ev taybetmendiya wê ji ber wê bû ku yeka ji gel bû. Dilsoza heqîqeta xwe bû, ji herêma jê hatî qut nedibû, di heman demê de keseke gelê bû ku gihîşt asteke enternasyonal.
Gelekî dixwest ku biçe Bakur. Çûbû Dibistana Şehîd Zîlan, li wir pêşniyarî biryargehê kiribû ku biçe Bakur. Hevalên li wir di rêveberiyê de bû bi erênî nêzî pêşniyara wê bûbûn, lê belê me ev pêşniyar qebûl nekir, me got, ‘Nikare biçe Bakur’. Gelekî aciz bûbû, nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, ‘Madem hûn min naşînin Bakur, ez jî naçim nava HPG’ê’.
Bi vî rengî 3-4 salan tevlî nava karên Tevgera Jinê bû. Wê demê bi wezîfeya koordîneya jinê rabû, piştre bi xwe hat. Çima? Ji ber ku dilsoza gerîla bû, evîndara çiyayên Zagrosê bû, ji ber vê yekê me zanîbû ku wê rojekê bê. Hat jî.
Hevala Gulnaz Ege hebû; ew jî di rêveberiya YJA Starê de bû. Navê wê yê rastî Nûran Er bû. Hevalek ji Bûrsayê bû, gelekî sade û durust bû. Dayik û bavê wê hatibûn gel wê, ew jî gelekî samîmî û durust bûn. Ewlada yekane ya malbatê bû, hevaleke gelekî taybet bû. Ew jî di rêveberiyê de bû û pêşniyara xwe ji bo Amedê kiribû. Ji ber ku hevala Emîne berê nerazîbûn nîşan dabû, vê carê em li ber pêşniyara hevala Gulnaz ranebûn, naxwe em ê li ber rabûna. Em di hevalan re di nava xwe de cudahiyê nabînin, ev heval hemû weke rengên tevgera me ne, kulîlkên vê tevgerê ne. Ji ber vê jî divê li qada perwerdeyê, li qadên kûrbûna hevalan bin. Ne li Bakur li nava tîmekî, li nava yekîneyekê, lê li cihên ku hêz lê zêde ne dikarin bêhtir bi rola xwe rabin. Ev heval hevalên mînak bûn. Mînak ji Bûrsayê hatibû, bûbû milîtaneke vê tevgerê. Hem jî ewlada yekane ya malbata xwe bû. Bi vî rengî dilsoza tevgerê bû.
Wê demê me got, ‘Eger em hevala Gulnaz asteng bikin, ew ê jî nerazîbûnê nîşan bide’ û ji ber vê me pêşniyara wê qebûl kir. Çû Amedê. Weke ku tê zanîn hevala Gulnaz li Amedê dikeve şer û di şer de şehîd dikeve. Wê jî bi hurmet û minet bi bîr tînin.
BI SEKN, TEVLÎBÛN Û KEDA XWE HEVRÊYEKE MÎNAK BÛ
Dema ku hevala Emîne hat me mijara pêşniyarê pê re parve nekir, me got ‘Wê li ber bikeve’. Ne wê qalê kir ne jî me qalê kir. Ew mijar qet nehat axaftin. Endama Biryargeha Navendî bû, li Akademiyên Apollo ders dida. Wezîfeyên mezin bi cih dianî, li ku karek hebûya diçû wê derê. Hevaleke gelekî kedkar bû. Bi sekn, tevlîbûn û keda xwe, bi yekbûna xwe ya bi Kurdan re yeka mînak bû. Mînaka şêweyê milîtaniyeke şoreşger, enternasyonal bû.
Tevlîbûna hevala Emîne mijareke ku divê lêkolîn li ser bê kirin, pirtûk li ser bê nivîsandin. Yeka ji herêmeke bi vî rengî rabû tê li çiyayên Zagrosan dibe fermandar, dibe fermandareke mînak. Ev tiştekî ji rêzê nîne.
Ev rewş tu tiştan bi şênberî nîşan dide. Ya yekemîn; ev kes keseke ji rêzê nîne, keseke taybet e. Bi sekn, nêzîkatî, tevlîbûn û biryardariya xwe cewherek e. Ji bo xwe najî, ji bo dozekê dijî, ji bo azadiyê dijî, ji bo armanceke pîroz dijî. Di van mijaran de bi biryar e, bêteredût e. Heta dawiyê dilsozê biryarên xwe ye, dudil nabe. Taybetmendiyên ji malbat û derdora xwe wergirtî hîn dewlemend dike, diguherîne, tê Kurdistanê û dibe Kurdek. Weke Kurdekê tevdigeriya lê belê di heman demê de dilsozê nirxên civaka Tirkiyeyê bû.
Taybetmendiya duyemîn a hevala Emîne taybetmendiyên tevgera Apoyî ye. ji Anatoliya Navîn, ji herêmeke ewçend muxafazakar radibe û li nava tevgera Apoyî digihêje asteke ewçend bilind û biryardariyeke ewqasî mezin. Vê yekê jî ji mezinahiya îdeolojî û felsefeya Apoyî werdigire. Di 20 saliya xwe de tevlî nava refên me, 24 salan di nava me de ma. Jineke ji rêzê nebû, ew jineke bedew a Apoyî, Tirk bû.
MILÎTANEKE ZANA, GIRÊDAYÎ NIRXÊN ŞOREŞÊ Û BI BIRYAR BÛ
Bê guman ev rewş bedewiya tevgera Apoyî nîşan dide. Sala 1989’an tevgerên çep ên Tirkiyeyê hîna hêza xwe winda nekiribûn; niha hinekê di rewşa binketî de ne. Ev heqîqetek e. Wê demê hîn bi hêztir bûn, bi taybetî jî li Ewropayê hîn bi hêztir bûn. Wê demê ji çepa Tirkiyeyê hîn tevger xwedî li Kemal Pîr derdiketin. Nedikarîn Kemal Pîr înkar bikin, ji ber ku li dijî faşîzmê û li qada şer xwe îspat kiribû. Li Enqereyê, li Tirkiyeyê hemû bûbûn şahidê vê yekê. Heval Kemal piştre li zindanê li dijî dijmin qet gav paşde neavêtibû û di encama rojiya mirinê de şehîd bû. Lewma şoreşgerekî mezin bû ku xwe îspat kiribû. Çepa Tirkiyeyê xwedî li wî derdiket, lê Tevgera me jî rexne dikirin, li dijî radibûn.
Wê demê yek ji şoreşgerên herî kevn ê Tirkiyeyê Mihrî Bellî ku jê re digotin ‘tifinga berê’, têkildarî van mijaran nivîseke wî ya nirxandinê heye. Wê demê got, “Eger Kemal Pîr bûye Kemal Pîr, bûye şoreşgerekî mezin, gelo kîjan dibistanê ew wisa perwerde kiriye? Gelo ma ne dibistana PKK’ê bû ew wisa perwerde kirî? Başe, hûn çawa xwedî li Kemal Pîr derdikevin û li dijî PKK’ê radibin? Kemal Pîr li dibistanekê perwerde dîtiye, taybetmendiyên xwe ji perwerdeyekê girtiye, ev perwerde jî perwerdeya PKK’ê ye.” Ev nivîsa Mihrî Bellî wê demê di nava çepa Tirkiyeyê de pir deng veda, gelek nîqaş li ser hatin meşandin. Em ji bo heval Emîne jî dikarin heman tiştan bêjin. Heval Emîne li dibistana tevgera Apoyî, li dibistana PKK’ê taybetmendiyên wisa bi nirx û bi rûmet bi dest xist. Ev jî nîşan dide ku PKK çawa mirov perwerde dike. Çiqasê welatparêz û Kurd be, ew qasê enternasyonal û xwedî îdeolojî û felsefeyeke kûr bû.
Weke lêgerînvana azadî û heqîqetê tiştên ku lêdigere di nava PKK’ê de dibîne. Heval Emîne digot, “Min xwe li vir dît, ez parçeyekî vir im.” Ji bo çiyayên Kurdistanê ev tişt digot, “Ji bo min jiyana rast ev e, ev têkoşîn e, jiyana min a berê qediya.” Ev rewş hem nîşan dide ku heval Emîne şoreşgerek çiqas mezin e hem jî îdeolojî û fikrên Apoyî çiqas mezin e. Heval Emîne milîtaneke zane, bi biryar û girêdayî nirxên şoreşê bû. Di heman demê de bû pireke xwişk-biratiya gelên Kurd û Tirk. Ev jî heqîqetek e. Di destpêkê de heval Hakî Karer, Kemal Pîr, piştre heval Cumalî Çorum, Gulnaz Ege, heval Emîne û gelek hevalên ku me navê wan negot, bingehê siyaseta ku îro ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, ava dikin. Mesele Rêber Apo niha çareseriya netewa demokratîk pêş dixe.
DI 24 SALAN DE DÎROKEK AFIRAND
Xwişk-biratiya gelan pêş dixe, xwişk-biratiya Kurd-Tirk, Kurd-Ereb, Kurd-Fars, Ermenî, Asurî-Suryanî pêş dixe. Ev hêvî di encama kedên hevalên wiha de ava bûne. Ji ber ku ev heval hemû ji aliyê Rêber Apo ve hatine perwerdekirin. Rêber Apo bi xwe perwerde da van hevalan hemûyan, hemû nas kirin. Sekna kesek mîna heval Emîne, rûyê bedew ê Tirkiyeyê ye, jineke Tirk a bi rûmet e. Ev rûyê Tirkiyeyê nîşan dide. Tenê rûyê faşîzm, dagirkerî û qirker ê Tirkiyeyê nîne; rûyê wê yê gelparêz û bedew jî heye. Bi saya van hevalan ev rû derdikeve holê.
Heval Emîne li pey şopa Kemal Pîr û Hakî Karer dimeşiya. Jixwe hin taybetmendiyên wê pir dişibiya. Mesele; tespîta “Şoreşa Tirkiyeyê di şoreşa Kurdistanê re derbas dibe”… Tespîtên “Wê demê divê mirov bibe şoreşgerê Kurdistanê, wê demê divê biçe Kurdistanê û li wir têbikoşe”.
Ev heval nîşan didin ku divê em çawa li dijî faşîzma Tirkiyeyê têbikoşin. Ji ber ku van hevalan têkildarî têkoşînê ti teredut jiyan nekirin. Sekneke pir bi biryar raber kirin. Roleke wiha ya heval Emîne jî heye. Jineke bedew a Apoyî û Tirk bû, bi biryardariyeke mezin, bi ruheke mezin di dilê xwe de gel didan jiyankirin, nûneriya xwişk-biratiya gelan dikir. Divê mirov pêvajoya ku niha ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, di vê çarçoveyê de binirxîne. Di çarçoveya xwişk-biratiya gelan de, bi taybetî jî di çarçoveya xwişk-biratiya gelên Kurd û Tirk de. Ev heval jî pireke xurt a xwişk-biratiya gelan e. Gul û rengên Tevgera me ne.
Di nava Tevgera me de hebûna hevalên mîna Emîne, ji bo me pir bi wate, reng, dewlemendî û kûrahiyek e. Ew di nava me de vê heqîqetê nîşan didin. Bi jiyana xwe, uslubên xwe yên zelal, paqij, dirûst, samîmiyet, sekin û kedên xwe vê heqîqetê nîşan didin.
Eger di nava Tevgera me de bingehekê xwik-biratiya gelan hebe, keda van hevalan di vir de pir zêde ye. Ev heval bi fikir û ramanê Rêber Apo bingehê vê yekê ava dikin. Bûn bingehê avakirina netewa demokratîk. Lewma em bawer dikin ku; eger ev pêvajo îro çênebe jî wê sibe teqez bi ser bikeve. Li ser bingehê xwişk-biratiya gelan, gelên herêmê li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî teqez wê bi ser bikevin. Hingî ku milîtan û şoreşgerên wisa mîna heval Emîne, şoreşgerên enternasyonal û şoreşgerên welatparêz ên ji bo xwişk-biratiya gelan û azadiya jinê xwedî sekneke bi biryar û hêja hebin, têkoşîna me teqez wê bi ser bikeve.
Pratîkên ku heval Emîne di nava Tevgera me de pêş xistî, di 24 salan de dîrokek afirand, nirxekî wiha derxist holê. Hevrêyên mîna heval Emîne nemir in, ev heval her tim wê bibin pêşengên me. Lewma “Şehîd namir in, Şehîd namir in”.