Duşem, 16 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Salih Muslim li Torontoyê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeyên Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê: Em ê paradîgmaya Rêber Apo bidin jiyîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê pîrozbahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê têkildarî Komkujiya Helebceyê daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên di komkujiyên Helebce û Beyazitê de hatin qetilkirin bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK’ê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gotina dawî ya zarokên ENFAL’ê: Dayê bêhna sêvê tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Yekîtî dikare gel li dijî şer biparêze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK di 38’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de li dijî rejîmên komkujer banga yekîtiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê ji bo Salih Muslim konê sersaxiyê hat danîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihê jinan agirê Newrozê pêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCDK-E: Em ê komkujiyan ji bîr nekin
Rojane

KCDK-E: Em ê komkujiyan ji bîr nekin

KCDK-E’yê, bi wesîleya 38’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyanî da, komkujiyên li Kurdistanê hatine kirin bibîr xist û banga pêşxistina yekîtiya neteweyî, wijdanê hevpar û têkoşîna civaka demokratîk kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Adar 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCDK-E), bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku meha Adarê ji bo gelê Kurd sembola êş û berxwedanê ye û kesên ku di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.

KCDK-E’yê got, “Meha Adarê êşa kûr û berxwedana xurt di bîra gelê Kurd de nîşan dide. Di salvegera Komkujiya Helebceyê de, em kesên ku di komkujiyan de şehîd bûne bi hurmetî û minetdarî bi bîr tînin. Bîranîna wan îlham dide têkoşîna jiyanek birûmet, wekhev û azad.”

Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku di seranserê dîrokê de, daxwazên gelê Kurd ên ji bo azadî û wekheviyê di serdemên cuda de bi tundî hatine tepeserkirin û ev tişt hat gotin, “Di sala 1988’an de bi fermana dîktator Sedam Hûseyîn li Helebceyê 5 hezar kes bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Di sala 1995’an bûyerên Taxa Gazî ya Stenbolê, Komkujiya Qamişloyê yê sala 2004’an û êrîşa dagirkeriyê ya sala 2018’an a li ser Efrînê… Armanca van komkujiyan hemû, daxwaza gel a azadî û demokrasiyê tunekirine. Lê li hember berxwedan û biryardariya gel polîtikayên zextê têk çûne.”

Di daxuyaniyê de, her wiha hat diyar kirin ku tu çek an komkujî nikare têkoşîna gel a ji bo azadiyê rawestîne û hat gotin ku êrîşên li dijî sivîlan li herêmên cuda yên Kurdistanê berdewam dikin, lê ev tenê biryardariya gel a ji bo têkoşînê xurt dike.

KCDK-E’yê, diyar kir ku rûbirûbûna bi komkujiyên berê û hesabpirsîna ji berpirsiyaran ji bo edaletê pir girîng e.

KCDK-E’yê, di dawiyê de bang li tevahiya gelên li Kurdistan û herêmê kir û got, “Em li dijî hemû komkujiyên berê xwedî wijdan û helwesteke exlaqî bin. Em berxwedana xwe li ser bingeha yekîtiya netewî û xwişk-biratiya gelan xurt bikin. Azadiya ku şehîdên me ji me dixwazin, tenê bi fêmkirina êşa hevdû, pêkanîna edaletê û avakirina demokrasiyê ji bo her kesî, dikare pêk were. Bila em ji bîr nekin ku azadiya rastîn ji rûbirûbûna êşên rabirdûyê, berxwedana li dijî polîtîkayên dagirkirin û komkujiyê yên îroyîn û avakirina siberojê bi hev re wekî hemwelatiyên wekhev tê. Berxwedana me dê heta roja azadiyê hil tê, bidome.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Efrînê lehî rabû: Zarokek xeniqî
Nûçeya Pişt re Salih Muslim li Beyrûd û Şamê hate bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komên girêdayî Şamê êrîşî du gundên Dêr Hafirê kirin

Komên girêdayî hikûmeta Şamê êrîşê du gundên girêdayî Dêr Hafirê kirin. Di êrîşê de windahiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê ragihand ku dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Artêşa Tirk a dagirker 774 caran êrîş kir

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer, helîkopter, çepên giran, top û obusan 774 caran…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Salih Muslim li Torontoyê hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Salih Muslim li Beyrûd û Şamê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Wê tevahî êş û janên me bibin haveynê rojên azad’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gotina dawî ya zarokên ENFAL’ê: Dayê bêhna sêvê tê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?