Li gorî daneyên rapora Paltforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha Çileyê de 22 jin hatin qetilkirin û 14 jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji sedî 73 jin li malên xwe, ji sedî 50 bi çekan û ji sedî 23 jî ji aliyê mêrên ku pê re zewicîbûn ve hatin qetilkirin. Rapor nîşan dide ku ev rewş encama tundiya li dijî jinan a ku nayê dîtin e.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji 22 jinên ku hatine qetilkirin yek jê ji ber hinceta aboriyê hatiye qetilkirin, yek ji hêla zavayê xwe yê ku keça wê pêşniyara lihevhatinê red kiriye hat qetilkirin û sedemên qetilkirina 20 jinan nehat tespîtkirin.
Di raporê de ev agahî hatin parvekirin: “Jin herî zêde ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye ve hatin qetilkirin. Ji 22 jinên ku di meha Çileyê de hatin qetilkirin 5 jê ji aliyê mêrê pê re zewiciye, 3 ji aliyê mêrê ku pê re bû, 2 ji aliyê nasekî xwe ve, 2 ji aliyê bavên xwe ve, 1 ji aliyê kurê xwe ve, 1 ji aliyê birayê xwe ve, 1 ji aliyê mêrê ku berê ve, 1 ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, 1 ji aliyê xizmekî xwe ve û 1 ji aliyê zavayê xwe yê berê ve hatin qetilkirin. Xizimtiya kesên 4 jinan qetilkirine nehat tespîtkirin. Di vê mehê de ji sedî 23 jin ji aliyê mêrên ku pê re zewicîne ve hatin qetilkirin. Jin pir caran li malên xwe hatin qetilkirin. 16 jin li malên xwe, 3 li kolanê û 2 li cihekî dûr hatin qetilkirin. Cihê qetilkriian 1 jinê nehat tespîtkirin. Ji sedî 73 jinên ku di vê mehê de hatin qetilkirin li malên xwe hatine qetilkirin. Jin herî zêde bi çekan hatin qetilkirin. Ji jinên ku di vê mehê de hatine qetilkirin 11 jê bi çekan, 5 jê bi xeniqandinê, 4 jî bi tiştên tûj, 1 jê ji jopr ve hat avêtin û 1 jî bi lêdanê hat qetilkirin. Vê mehê ji sedî 50 jin bi çekan hatin qetilkirin.
Bajarên rêjeya qetilkirina jinan lê zêde ne ev in: Edene 1, Enqere 2, Antalya 5, Bartin 1, Çorûm 1, Stenbol 4, Îzmîr 4, Konya 1, Manîsa 1, Mêrdîn 2.
Bajarên ku jin bi awayekî gumanbar lê hatine qetilkirin ev in: Balikesîr 1, Xarpêt 1, Colemêrg 1, Kutahya 1, Manîsa 1, Mêrdîn 2, Muğla 1, Nevşehir 1, Sakarya 2, Sêrt 1, Riha 1, Tekîrdag 1.

