Şemî, 2 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Amedspor derket Super Lîgê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê jinek hat kuştin.

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila girtiyên nexweş Altig, Horoz û Bekîk bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Avşar bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baz Mert ê ku tehliyeya wî 18 mehan hatibû taloqkirin, hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema peywirê ya qeyimê Mêrdînê hate dirêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn: Em ê mîrateya şehîdan bi felsefeya ‘Yek hirqe û yek loqma’ bidomînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî: Em her rojê veguherînin roja zimanê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê şehîdên Gulanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahidê şehadeta Karasûngur û Bîlgîn: Armanca wan yekîtî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’ê Gulanê li Mexmûrê bi coşekî mezin hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Di karên çandiniyê yên demsalî de jin rû bi rûyê mêtingeriyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêvîn Reşîd: Ji bo parastina mafên xwe divê em jin dengê xwe bikin yek û bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama KJK’ê ya ji bo 1’ê Gulanê: Jin azad nebe ked azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Newaya Jin: Li dijî tundiya civakî dema avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA hate damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê jînek hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Metirsiya herî mezin siyaseta hevkar a PDK’ê ye
Kurdistan

KCK: Metirsiya herî mezin siyaseta hevkar a PDK’ê ye

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê diyar kir ku siyaseta hevkariyê ya PDK’ê metirsiyeke mezin bi xwe re tîne û bang li gelê her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî van lîstokên metirsîdar ên PDK’ê helwest bigire û têbikoşe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê wiha got: “Em di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin ku weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê pênasekirin. Di vê pêvajoyê de li Rojhilata Navîn û cîhanê geşedanên girîng diqewimin. Şerê Ûkrayna-Rûsyayê dikeve sala sêyemîn, şerê Îsraîl-Hamasê jî bi hemû tundiya xwe dewam dike. Girêdayî vê şerê li ser Behra Sor dijwar dibe û hîn jî pêkan e ku belavî deverên cuda jî bibe. Ev şer çavkaniya xwe ji nakokiyên berjewendiyê yên di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst de digirin û mixabin ên ku berdêlê didin û êş dikişînin gel û jin in. Dewleta Tirk a dagirker û şefê wê yê faşîst Erdogan vê şer û nakokiyan suîstîmal dike û dixwaze destkeftiyên gelê Kurd tune bike û şerê xwe yê qirkirinê bigihîne encamê. Bi vê armancê hemû berjewendiyên binerd û sererd ên Tirkiyeyê, warê wê yê jeo-stratejîk û jeo-polîtîk bazar dike û di qada dîplomatîk a siyasî de tawîzan dide û dixe bin xizmeta vî şerê qirkirinê. Li ser vî bingehî di serî de Îran, Sûriye û Iraq bi dewletên herêmê re trafîkeke hevdîtinê ya pir zêde dimeşîne û dixwaze van dewletan bike hevkarê vî şerê qirkirinê. Di encama vê yekê de li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê yên nû pêk tîne û armanc dike ku hemû destkeftiyên gelê Kurd ên li van deran tune bike.”

SIYASETA PDK’Ê METIRSIYEKE MEZIN BI XWE RE TÎNE

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a faşîst li herêmê û cîhanê hewl dide tifaqeke antî-Kurd ava bike, bê guman wezîfeya ku dikeve ser milê Kurdan jî ew e ku yekîtiya xwe pêk bînin û li dijî van êrîşên dagirkerî û qirkirinê li ber xwe bidin. Bi taybetî hêzên ku li her çar parçeyên Kurdistanê li ser navê Kurdan siyasetê dikin, di vê dema dîrokî de bi berpirsyariya pêşxistina stratejî û siyaseta hevkar re rû bi rû ne. Lê, malbata Barzanî ya ku PDK’ê bi rê ve dibe şûna ku ji bo yekîtiya Kurdan bixebite, bi tifaqa antî-Kurd re hevkariyê dike û hewl dide çarenûsa Kurdan bike qurbanê berjewendiyên malbata xwe. Ev siyaseta PDK’ê mîna ku di dîrokê de zirarên mezin daye Kurdan û bi taybetî Başûrê Kurdistanê, îro jî metirsiyeke mezin bi xwe re tîne.”

LI BAŞÛR GEL XIZAN DIBE, PDK SERWETÊ LI SER SERWETA XWE ZÊDE DIKE

Di daxuyaniya Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê de ev xisûs jî hatin diyarkirin:

“PDK’ê di sala 1975’an de bi Aşbatal re xiyaneke mezin li doza azadiyê ya Başûrê Kurdistanê kiriye. Piştre jî ev xeta xiyanetê li Rojhilat û Başûr bi pêşxistina şer domandiye û di vê çarçoveyê de sala 1996’an artêşa Sedam anî Başûr û komkujiyên mezin kirin. Ji sala 2003’yan û vir ve piştî ku Başûrê Kurdistanê statuyeke fermî bi dest xist û li Iraqê mafên Kurdan kete bin ewlehiya makeqanûnê, ji bo demokratîkbûna Iraqê û çareseriya pirsgirêka Kurd a li vî welatî derfeteke mezin çêbûbû. Lê rêveberiya PDK’ê hizirî ku demokrasî û çareseriya pirsgirêka Kurd wê zirarê bide berjewendiyên wan ên malbatî, li aliyekî hewl da hundirê makeqanûna Iraqê vale bike û ji meriyetê derxîne, li aliyê din derfetên polîtîk û ekonomîk ên Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên desthilatdarî, malbat û partiya xwe sûîstîmal kir û pêşkêşî Tirkiyeyê kir. Îro krîza siyasî (bêkêrbûna hikumet û parlamenta herêmî) û krîza ekonomîk (nedayîna pereyên memûran, bêkarî, nelirêtî, hwd) encama yekser a vê siyaseta PDK’ê ye. Gelê li Başûrê Kurdistanê her roja ku derbas dibe hîn xizantir dibe û neçarî koçê tê kirin. Malbata Barzanî jî serwetê li ser serweta xwe zêde dike û pereyên ku ji gel hatine dizîn, vediguhêze welatên ji derve.

PDK HEMÛ QIRKIRINÊN DEWLETA TIRK ÊN LI BAŞÛR VEDIŞÊRE

Di encama siyaseta qirêj a PDK’ê de gelê Iraq û Başûrê Kurdistanê bi gelek metirsiyan re rû bi rû maye. Demekê beriya niha DAÎŞ ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya mirovahiyê metirsiyeke mezin bû. Her wiha PDK’ê DAÎŞ weke cîranê xwe yê nû pejirand û Şengal ji DAÎŞ’ê re hişt û Êzidî bi komkujiyan re rû bi rû man. Tevî ku ev kiryarên komkujiyê ne bes bûn, PDK bi polîtîkayên xwe yên qirêj destkeftiyên gelê me yê Başûr bi metirsiyeke mezin re rû bi rû hiştiye. PDK niha jî dewleta Tirk a dagirker dixe  nava pirsgirêkên Iraq û Başûrê Kurdistanê û rê li ber Erdoganê faşîst vedike ku li Iraqê siyaseta xwe ya qirêj bidomîne. PDK ji bo çareseriya pirsgirêkên Iraq û Başûrê Kurdistanê li şûna ku gel û hikûmeta Iraqê esas bigire, teslîmî Erdogan û dewleta Tirk a ku li ser Kurdan polîtîkayên xwe yên qirêj yên weke înkar û qirkirinê didomînin, bûye. PDK ye ku rê li ber dewleta Tirk vekiriye ku zextê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bike. PDK ye ku ji Zaxoyê heya Sîdekanê ji artêşa Tirk a dagirker û qirker re rê vekiriye. Yê ku hemû qirkirinên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê  (ji kuştina sivîlan heya qirkirina xwezayê) rewa dike û vedişêre dîsa PDK bi xwe ye.  Rêveberiya PDK’ê Erdoganê faşîst ê xwedî zihniyeta neo-Osmanî ku dixwaze xeyalên xwe yên dagirkirina Kurdistanê pêk bîne, xistiye di nava siyaseta Mûsil û Kerkûkê. Bi vê yekê îxanet li têkoşîna Şêx Abdulselam Barzanî kiriye ku ew li Mûsilê ji aliyê Osmaniyan ve hatiye darvekirin.

Îro PDK ji bo hemû destkeftiyên ku gelê Başûrê Kurdistan bi berdêlên mezin bi dest xistine metirsiya herî mezin e. Tevî ku ev rastî hemû li holê ne jî, Nêçîrvan Barzanî li ser navê PDK’ê diaxive û PKK’ê ‘bi avakirina pirsgirêkan li Başûr û rêznegirtina li saziyên Başûr sûcdar dike!’ û hewl dide bi vî awayî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Iraq û Başûrê Kurdistanê rewa bike. Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ne bi rastiya dîrokî, ne bi konjonktura îro yên heyî û ne jî bi edeb û exlaqê re ti eleqeya wê nîne. Her kes baş dizane ku yê ku avahiya parlementoyê ya Başûrê Kurdistanê pêşkêşî leşkerên Sedam kiriye, PDK bi xwe ye. Piştî vê bûyerê bi 20 salan yê ku serokê hilbijartî yê vê parlementoyê li ber deriyê Hewlêrê zivirand, dîsan PDK ye. Yê ku li Kurdistanê navaroka têgeha ‘pêşmerge’ vala kir, di sala 1975’an de pêşmerge bêçek kir û piştre jî pêşmerge bêqîmet kir û kir hêza xizmetê ya artêşa Sedam û artêşa Tirk a dagirker a parastinê û desteka lojîstîkê dîsan PDK bi xwe ye. PDK li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê bêzarbû ku xwe û gelê xwe biparêze û ji ber vê ji Şengal, Kerkûk û Hewlêrê reviya. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û PKK’ê bi dayina berdêlên mezin gelê Başûrê Kurdistanê parast û li dijî DAÎŞ’ê li eniya pêş şer kir. Niha jî PDK destkeftiyên Iraq û Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk dike, destûr dide artêşa Tirk bi sedan baregeh ava bike, xizmeta lojîstîk pêk tîne û derfet dide endamên terorîst ên MÎT’ê ku li Başûr bi rehetî tevbigerin. Li aliyê din jî yên ku bi qehremanî şer dikin û ax û gelê xwe diparêzin Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û PKK’ê ne. DAÎŞ’ê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê xeteriyek çawa ava dike, Tirkiye jî heman xeteriyê ava dike. Şerê li dijî DAÎŞ’ê çi be li dijî artêşa Tirk a dagirker jî heman wateye. Ji ber ku Erdoganê faşîst û DAÎŞ di aliyê siyasî û îdeolojî de di pozîsyonek wekhev de ne. Yê ku DAÎŞ kiriye bela serê mirovahiyê û Kurdan, dewleta Tirk a dagirker û şefê wê yê faşîst Erdogan e.

DIVÊ HER KES LI HEMBERÎ LÎSTIKA PDK Û DEWLETA TIRK HIŞYAR BIN

Tirkiye bi rêya PDK’ê destwerdana siyasî, leşkerî û aborî ya li Iraqê dike. PDK li şûna ku li gorî berjewendiyên gelên Iraqê û Başûrê Kurdistanê siyasetê bike, bûye dirêjahiya siyaset, siyaseta derve û îstîxbarata Tirkiyeyê. Li ser vê bingehê dixwaze cudahiyên etnîkî û olî ku dewlemendiya Iraqê ye, bike zemîna pevçûn û nakokiyan. Komara Tirkiyeyê bi bikaranîna PDK’ê hewl dide bandorê li ser siyaseta Iraqê bike û heta dixwaze Iraqê bîne ser xeta xwe ya siyasî ya dij-Kurd. Îro bi PDK’ê re hewl tê dayîn çeteyên Roj û Zêrevanî yên girêdayî PDK’ê di bin ala Iraqê de bixin qadên gerîla. Di dema ku gerîlayên azadiya Kurdistanê derbe li ser derbe li artêşa Tirk a dagirker dixin, PDK jî hewl dide leşkerên Tirk rizgar bike. PDK vê yekê bi ala Iraqê di bin navê Parazvanên Sînorê Iraqê de bi kar tîne da ku rewşa xwe ya hevkarî û xiyanetê veşêre û artêşa Tirk a dagirker li ser xaka Kurdistanê bi cih bike. Ji bo vê jî em bang li rayedarên dewleta Iraqê dikin ku li hember lîstikên ku PDK û dewleta Tirk dilîzin hişyar bin. Ji bo hikûmeta Iraqê banga me ev e; divê destûr nedin ku nasnameya Muhafizên Sînor ên Iraqê û ala Iraqê ji bo nixumandin û fîhilkirina sûcên dewleta Tirk ên înkar û qirkirina Kurdan pêk tînin, bikar bînin û nebin hevkarê hîleyên qirêj ên AKP-MHP’ê ya qirker-dagirker.

Li hemberî vê siyaseta hevkar a ji aliyê PDK’ê ve tê meşandin, ku ne tenê destketiyên gelê Başûrê Kurdistanê dixe xeteriyê, di heman demê de deriyê qirkirinê li hemû Kurdan vedike, em bang li gelê xwe yê li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li dijî van lîstikên metirsîdar ên PDK’ê bibin xwedî helwest û têbikoşin. Bi taybetî em bang li hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo li dijî vê siyaseta hevkar û xayîn a PDK’ê û dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê helwest were pêşxistin, berpirsyartiyên xwe yên dîrokî bi cih bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qedexeya li Çiyayê Gabarê careke din hate dirêjkirin
Nûçeya Pişt re Straneke destanî ya Lorî: Dayê dayê wextê ceng e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin 4 roj in nayê wergirtin

Cenazeyê Fehîm Tosûn ku li taxa Elbêsê ya navçeya Elbak a Wanê li ser sînorê…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê daxwaz kir ku demildest Neteweyên Yekbûyî kom bibe

Nûneriya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Îranê nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya NY’ê re şand…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Navê vê dizî ye

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigitê ji bo desteserkirina şaredariyan got ‘operasyona diziyê’ û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin!’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Farqîn: Em ê mîrateya şehîdan bi felsefeya ‘Yek hirqe û yek loqma’ bidomînin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî: Em her rojê veguherînin roja zimanê Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê şehîdên Gulanê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?