Pêncşem, 12 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevserokên DEM Partiyê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amarayê agirê Newrozê hate vêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Komkujiya Gazî di salvegera 31’an de hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya DEM Partiyê civiya: Rojev şerê Îranê û pêvajo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Paradîgmaya civaka demokratîk dikare aramiyê bîne Rojhilata Navîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîr: Pirsgirêka Kurd bi perspektîfa ewlekariyê çareser nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tevgera Goran ji bo Salih Muslim peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî Silêmanî û Hewlêrê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Muslim ji bo yekîtiya me faktorekî girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Danezana Newroza Wanê hat ragihandin: Bi ruhê yekîtiyê dakevin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Salih Muslim wê derbasî Rojava bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li surên Amedê agirê Newrozê pêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serhildanan ber bi Jineolojiyê ve: Veguherîna ber bi pêşengên jiyana azad ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 8’ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe rênîşana me ya têkoşînê
Rojane

KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe rênîşana me ya têkoşînê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê sala nû pîroz kir û destnîşan kir ku nêrînên ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkan bi 7 madeyan anî ziman, wê di sala nû de bibe rênîşana wan a têkoşînê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê anî ziman ku baweriya wan heye di sala nû de Rêber Apo azad bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye û herêm demokratîk bibe, li herêmê û hemû cîhanê aştî û aramî çêbibe.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK) bi wesîleya sala nû peyamek weşand. Peyam bi vî rengî ye:

“Mirovahî û gelê me dikeve saleke nû. Sala borî li cîhanê, herêma me û welatê me Şerê Parvekirinê yê Cîhanê yê 3’yemîn kûr bû, bû sedema gelek windahiyên can û birîndariyan, belavî qadên nû bû û dom kir. Şer bi rengekî giran hemû mirovahî bandor kir. Birçîtî, têhnîtî, xwe negihandina derfetên tenduristiyê, xizanî, bêkarî, şert û mercên jiyanê hîn xirabtir bûn û belav bûn.

LI KURDISTANÊ PÊKANÎNÊN MÊTINGER HATIN PÊŞXISTIN

Dewleta Tirk a mêtinger û qirker, şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn weke yedek bi kar anî û ji bo tasfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, ti tişt nema ku pêk neanî. Tecrîda li ser Rêber Apo domandiye, li dijî gerîla bikaranîna her cure çeka kîmyewî domandiye, êşkenceyên herî giran jî di nav de li dijî girtiyên azadiyê pêk anî, mafên hiqûqî yên gerdûnî tune hesibandiye û her cure bêhiqûqî pêk aniye. Zextên li ser jinan jî hatine domandin, komkujî, girtin û destdirêjî êdî weke ku tiştekî ji rêzê ye hatine domandin. Bi taybetî tayînkirina qeyûm a li gelek şaredariyên bi hilbijartinê hatine ser kar, nîşan da ku bêtehemûliyeke mezin li hemberî mafê jiyanê yê gelê Kurd heye. Ev yek bûne pêkanînên mêtingeriyê yên herî berbi çav.

Bi geşedanên li Sûriyeyê re, çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê yên girêdayî hikûmeta Tirk a faşîst li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêkanînên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd de, zêdeyî sed hezar mirovên me ji cihên wan kirine, jin û zarok qetil kirine.

Êrîşên li dijî gelê me û Tevgera Azadiya Kurdistanê, di esasê xwe de bi vê armancê tên kirin ku îradeya berxwedanê, hêvî û baweriya ji bo jiyana azad bişikînin. Berxwedana ku Rêber Apo di şert û mercên tecrîdê yên herî dijwar de raber kirî, berwedana lehengî ya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî her cure çekên qedexekirî û teknîka pêşketî ya artêşa Tirk raber kirî, hemû hesabên hikûmeta faşîst têk birine. Em hemû şervanên azadiyê yên ku di vê berxwedanê de û li Kurdistanê şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em ê di bingeha mezinkirina têkoşînê de xwedî li bîranîna wan derkevin û em baweriya xwe ya pêkanîna serkeftinê tînin ziman.

Berxwedana gelê me, kedkaran û jinan a ku bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ nîşan dan nehişt ku hikûmeta mêtînger û faşîst bigihije armanca xwe. Bi taybetî jî pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ ku Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê me bi dostên xwe re di asta cihanî de meşand, sînorên Kurdistanê derbas kir û gerdûnî bû. Ji bo tarîtiya ku dihat afirandin belav bike, rolekî mezin lîst û asoyeke mezin a azadiyê afirand.

Rêber Apo di 28’ê Kanûnê de li Îmraliyê bi heyeta DEM Partiyê re hevdîtin pêk anî. Ev hevdîtin di encama sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê, berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, gelê me û dostên me yên li Kurdistan û tevahiya cîhanê de, pêk hat. Di vê hevdîtinê de Rêber Apo li dijî tarîtiya ku tê ferzkirin, careke din bi berpirsyariyeke dîrokî nêrînên xwe yên pozîtîf, çareserî û nêrînên ku asoya hizir berfireh dike, nîşan da. Ligel çareseriya pirsgirêka Kurd demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, bi bawerî û îradeyeke mezin nîşan da ku aştiya adil li hemû cîhanê erkeke lezgîn e, ji bo gel, tevger, kedkar, jinan, hemû bawerî û çandan asoyeke nû ya azadî, hêvî û baweriyê ava kir. Rêbertiya me nêrînên xwe ji bo çareseriya pirsgirêkan di heft xalan de diyar kiriye, ev yek dihêle ku em weke tevger û gel hê bi hêvîtir nêzî sala nû bibin û erkên divê werin bi cih anîn ji bo me diyar kiriye.

Weke Tevgera Gel û Azadiyê, em diyar dikin ku nêrînên Rêbertiya me ku di rojên dawî yên sala 2024’an de mîna manîfestoyê ye, wê di sala nû de bibe pisûlayê me ya têkoşînê. Em bang li gelê xwe, hemû dostên xwe, hemû beşên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ên alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dikin ku li ser vê bingehê têbikoşin. Bi bîr û baweriya ku sala nû wê Rêber Apo azad bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye û herêm demokratîk bibe û aştî û aramî li herêma me û tevahiya cîhanê serwer bibe, em pêşî sersala Rêber Apo, hemû hevrê, jin û kedkarên ku ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikin.”

 
YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Hevserokatiya giştî ya DEM Partiyê: Sala nû li gelên me pîroz be
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mêrdînê polîsekî jinek û zarokê wê qetil kir

Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê polîsekî jinek û zarokê wê qetil kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Fatma Bostan Unsal Paketa Darazê ya 10’emîn rexne kir

Fatma Bostan Unsal paketa darazê ya nû rexne kir û got, "Pêwîstî bi sererastkirineke wekhev…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Enqereyê trafîka ‘pêvajoyê’ û ‘komisyonê’ 

Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş têkildarî "pêvajoyê" û "komisyona meclisê" ya ku tê payîn were damezrandin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hevserokên DEM Partiyê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Amarayê agirê Newrozê hate vêxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Qurbaniyên Komkujiya Gazî di salvegera 31’an de hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêveberiya DEM Partiyê civiya: Rojev şerê Îranê û pêvajo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?