Şemî, 10 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sevda Karaca: Îradeya jiyana hevpar a gelên Sûriyeyê hedef digirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî çalakiya rêxistinên ciwanan provokasyona faşîst û êrîşa polîsan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Ozgur Polîtîka ji navnîşana ozgurpolitika.news di weşanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 90 saziyên Kurdistanî daxuyanî: Êrişên li Helebê ji bo Kurdan meseleyeke neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heya ku berpirsên Komkujiya Parîsê neyên eşkerekirin em ê têkoşîna xwe bidomînin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Barzanî bi nûnerê DYA û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê çalakiya piştevaniyê ji bo Helebê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê êrîşên li ser Helebê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berpirsyarê Têkoşîna li dijî Terorê yê YNK’ê: Kurd destaneke din dinivîsînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimên olî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ji bo Helebê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Malterre: Dema darazê işaret bi MÎT’ê kir dosya weke sira dewletê hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Leyla Şaylemez a li Parîsê hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Başûrê Kurdistanê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de herî kêm 294 jin hatin kuştin û 297 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna hevala Sara jiyaneke azad afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan ên li Herêma Kurdistanê: Îradeya gel ji her cûre zextan xurtir e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ên li Rûsyayê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li Çerxerêya Şîhan nuqteyek çeteya hedef hat girtin: Gelek çete hatin kuştin
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêvajoya pêkanîna xeyalên şehîdên 10’ê Cotmehê ye
Rojane

KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêvajoya pêkanîna xeyalên şehîdên 10’ê Cotmehê ye

KCK’ê di salvegera komkujiya Enqereyê de ku beriya 10 salan di bin çavdêriya dewletê de pêk hat, şehîd bi bîr anîn û got, "îdeala wan a xwişk-biratiya gelan, aştî, azadî û jiyana demokratîk di têkoşîna gelên me de dijî."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 10’an a êrîşa bombeyî ya ku 10’ê Cotmeha 2015’an li Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê pêk hatî de, daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di komkujiyê de zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û ev komkujî yek ji bûyerên tarî ya di bin çavdêriya dewletê de pêk hatiye. KCK’ê ragihand ku hesreta aştî û jiyana demokratîk a şehîdên 10’ê Cotmehê di têkoşîna gelan de tê jiyîn û ev tişt got, “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoya pêkanîna xeyalên şehîdên 10’ê Cotmehê ye.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di êrîşa 10’ê Cotmeha 2015’an a li Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li ber Gara Enqereyê de, zêdeyî 100 welatî şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn. Em vê komkujiya nemerdane ya li dijî îdeala gelan a xwişk-biratiyê, jiyana hevpar û demokratîk, di salvegera 10’an de car din bi tundî şermezar dikin û kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Îdeala wan a xwişk-biratiya gelan, aştî, azadî û jiyana demokratîk di têkoşîna gelên me de dijî û rêwitiya xwe ya ber bi serketinê ve didomîne. Em car din diyar dikin ku, bi komkujiyên bi xwîn wê hesreta gelan a ji bo aştî, azadî û xwişk-biratiyê neyê tunekirin. Wê nekare pêşî li îdeala gelan a wekhevî, azadî û jiyana hevpar a li Tirkiyeya demokratîk bigire. Kesên ji bo jiyana wekhevî û azadiyê ya gelan, stranên aştî û xwişk-biratiyê dibêjin û govend digerînin, hîna ji destpêkê ve ev hêz têk birine. Wê hesreta wan teqez pêk were.

YEK JI KOMKUJIYÊN TARÎ YA DI BIN ÇAVDÊRIYA DEWLETÊ DE PÊK HATÎ

Komkujiya Garê yek ji komkujiyên tarî ya di bin çavdêriya dewletê de pêk hatî ye. Tevî ku 10 sal li ser derbas bûne, komkujî bi hemû aliyên xwe nehatiye ronîkirin, ev yek yekser rola dewletê û desthilatdariyê ya di komkujiyê de nîşan dide. Komkujiya ku bi destê DAÎŞ’ê pêk hatî, nikare dewlet û desthilatdariyê veşêre. DAÎŞ di gelek êrîş û komkujiyan de hatiye bikaranîn. Di vê komkujiyê de jî bikaranînek heye.

Ev komkujî beriya şerê ku 10 sal in li hemberî gelê Kurd tê meşandin pêk hat, ev yek nîşan dide ku bikaranînek heye. Beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê pêk hatina komkujiyên bi vî rengî, ne tesaduf e. Di pêvajoya ku êrîşên wiha dihat kirin de kedkar, jin û gelek rêxistinên civaka demokratîk ji bo aştî û pêşî girtina şer ev çalakiya dîrokî pêk anîn. Ev çalakî wê her tim di têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Tirkiyeyê de were bîranîn. Piştî van êrîşan li Tirkiyeyê gav bi gav hemû qadên demokratîk hatine tengkirin, azadî hate sînordarkirin. Li Tirkiyeyê di serî de li dijî hêzên demokrasî û gelê Kurd, ev 10 sal in şerê qirêj û taybet didome û encama pêvajoyeke wiha pêk hat.

ARMANCA PÊVAJOYÊ, PÊKANÎNA HESRETA ŞEHÎDÊN 10’Ê COTMEHÊ YE

Zextên ku 10 salan berdewam kirine, nekarîne gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê têk bibe, berovajî wê van polîtîkayan Tirkiye bi pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û dîplomatîk re rû bi rû hiştiye. Gelên me di van 10 salan de bedêlên giran dane, lê belê dev ji têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê ya ku hestên şehîdên 10’ê Cotmehê bûn, bernedane. Di encama vê têkoşînê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi înîsiyatîfa Rêber Apo bi rê vê diçe, destpê kiriye. Armanca pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di serî de pêkanîna xewn û xeyalên şehîdên komkujiya 10’ê Cotmehê ye. Dema ku ev pêvajo gihîşt serkeftinê bedêlên giran ên ku şehîdên me bi canê xwe dane wê watedartir bibe.

Ji ber vê yekê divê hemû gelê me û dostên me ji bo serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî çalak di nava têkoşînê de cihê xwe bigire. Rasttirîn bersiva ku em bidin bîranînên kesên ku di encama komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane, wê ev be. Bi vê nêrîn û baweriyê em dubare kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranînên wan di nava têkoşîna xwe de zindî bigirin û xewn û xeyalên wan pêk bînin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Siwêdaya êrîşa bi droneyê: 1 mirî, 7 birîndar
Nûçeya Pişt re Erden piştî dîlgirtina xwe ya 30 salan, hate berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevdîtinên Stenbolê yên Delegasyona Li Dijî Tecrîdê bi dawî bûn

"Delegasyona Navneteweyî ya Hiqûqnasên Dijî Tecrîdê" ku ji bo balê bikişîne ser tecrîda mutleq a…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Ferhan Hacî hate oxirkirin

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Ferhan Hacî bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin û kesên beşdarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Pirtûka “Zîndana Akrê” çap bû

Pirtûka bi navê “Zîndana Akrê” hat çapkirin. Ev pirtûk ji hêla Zana Mehabad ve hatiye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Sevda Karaca: Îradeya jiyana hevpar a gelên Sûriyeyê hedef digirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şêxmeqsûdê erebeyek doçka li ser hat rûxandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li derdora Şêxmeqsûdê pevçûnên dijwar diqewimin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?