Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê di arîfeya Cejna Noelê ya sala 2026’an de, peyameke pîrozbahiyê ya nivîskî weşand.
KCK’ê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de ji bo hemû gel û baweriyan helwesta herî rast ew e ku li ser xeta netewa demokratîk têkoşînê bilind bikin û got, “Di serî de gelên Ermenî, Asûrî, Suryanî, Keldanî yên Kurdistanî em Cejna Noelê ya alema Xristiyan car din pîroz dikin, hêvî dikin ku sala 2026’an ji bo hemû mirovahiyê bibe saleke hezkirin, rêzdarî, aştî û aramiyê.”
Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye: “Cejna Noelê ya alema Xristiyan pîroz be.
Tevgera me ya Azadiyê li ser bingehê xwişk-biratiya gelan û baweriyan, jiyana wekhev a hevpar weke pîvan dibîne û qebûl dike. Li ser navê Tevgera me di şexsê hemû Xristiyanên Kurdistanî de em Cejna Noelê ya hemû alema Xristiyan pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev Cejna Noelê ji hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya cîhanê re aştî, xwişk-biratî, aramî û tenduristiyê bîne.
Gelên Xristiyan Cejna Noelê pîroz dikin û mirovahî jî xwe amade dike ku bikeve saleke nû ya mîladî. Bi vê wesîleyê em sala nû ya mîladî ya her kesê pîroz dikin, hêvî dikin ku sala nû ji gelan re hezkirin, aştî, edalet û wekheviyê bîne. Em hêvî dikin ku di sala 2026’an de pirsgirêkên mirovahiyê yên esas çareser bibin, şer bi dawî bibin, xizanî ji holê rabe, têkoşîna yê cuda ya ji bo xwebûnê bi serketinên mezin bi encam bibe.
Rojhilata Navîn ku Xristiyanî lê derketiye û belavî mirovahiyê bûye, bi pirsgirêkên civakî yên mezin ên li benda çareseriyê re dikeve sala 2026’an. Gel bi encamên şer û di nava têkoşîneke dijwar de sala nû pêşwazî dikin. Êş, xizanî û sefalet ên ku di encama şer de çêdibin, qedrê parvekirin û aştiyê li bîra mirov tîne. Cîhana me û pirsgirêkên mirovahiyê, aştiya cîhanê û avakirinên demokratîk kiriye pêdiviya esas. Bi vê wateyê perspektîfa Rêberê Gelê Kurd a ‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo dema pêşiya me hem ji bo civakên Rojhilata Navîn hem jî ji bo cîhana mirovahiyê derketineke nû îfade dike.
Perspektîfa ‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk’, ji têkoşîna rizgarbûn û aştiyeke herêmî derketiye û ji bo pêşketina aştî û demokrasiya cîhanê mizgîniya ‘Serdema Eksen’ dide. Bi vê wateyê rêya çareseriya pirsgirêkên mirovahiya cîhanê û civakên Rojhilata Navîn, rêya derbaskirina krîz û kaosê ew e ku her kes ji perspektîfa ‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk’ bawer bike û ji bo pratîkkirina wê bixebite, lêhêrbûn bike û têbikoşe. Bi taybetî jî ji bo beşên bawermend em dixwazin diyar bikin ku aştî xwestina ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê û pêşxistina têkoşîna demokratîk a ji bo vê yekê di asta pîrozahiyê de ye. Bi vê wesîleyê em dixwazin ji civakên Rojhilata Navîn, mirovahiya cîhanê, jinan, ciwanan û di serî de Xiristiyan û hemû beşên bawermend re bi bîr bixin ku karkirina ji bo aştiyê wê bibe îbadeta hevpar a hemû baweriyan.
Em di wê baweriyê de ne ku di vê pêvajoyê de ji bo hemû gelan û baweriyan rasttirîn helwest bilindkirina têkoşînê ya li ser xeta neteweya demokratîk, xurtkirina yekîtî û xwişk-biratiya di navbera gelan û birêvebirina xurt a xebatên Avakirina Civaka Demokratîk e. Di serî de gelên Xiristiyan em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna demokrasiyê ya ji aliyê hemû gelan, baweriyan, jinan û ciwanan ve were birêvebirin, tekane rêya rizgarbûna Rojhilata Navîn û cîhanê ye.
Bi vê bawerî û hişmendiyê em bang li hemû beşên ku ji demokrasiyê bawer dikin û girîngiyê didin nirxên mirovahiyê dikin ku ji banga Rêbertiya Gelê Kurd re bibin bersiv û ji bo ‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk’ bixebitin.
Em di wê baweriyê de ne ku wê sala 2026’an biba sala ku aştiya di navbera gelan de pêk were, Civaka Demokratîk ava bibe, têkoşîna azadiya jinan mezintir bibe û belav bibe, nirxên Civaka Demokratîk li gel berxwedana gelên ku xwe bi hişmendiya ekolojîk pêş xistine pêş bikeve û belavtir bibe.
Bi van hest û ramanan di serî de gelên Ermenî, Asûrî, Suryanî, Keldanî yên Kurdistanî em Cejna Noelê ya alema Xristiyan car din pîroz dikin, hêvî dikin ku sala 2026’an ji bo hemû mirovahiyê bibe saleke hezkirin, rêzdarî, aştî û aramiyê.”

