Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera êrişa kîmyewî ya rejîma Saddam Huseyîn de ku 16’ê Adara 1988’an li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê kir, daxuyaniyek da, qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî û got, “Gelê Kurd, bi taybetî jî gelê Helebceyê wê vê komkujiyê ti carî ji bîr neke, têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê bigihîne encamê û hesabê dîrokî ji mejiyê komkujer bipirse.”
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye: “Em di salvegera Komkujiya Helebceyê de ne ku bi êş û hêrseke mezin bi bîr tînin. Komkujiya Helebceyê ku yek ji komkujiyên herî giran ên dîroka mirovahiyê bû û li dijî gelê Kurd hate kirin û mirovên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi hurmet bi bîr tînin. Kujerên komkukjiya Helebceyê ku para xwe ji exlaq, wijdan û mirovahiyê girtine, mejiyên wan ên qirker bi tundî şermezar dikin. Gelê Kurd di serî de komkujiya Helebce wê ti komkujiyan ti carî ji bîr neke, têkoşîna xwe ya ji bo azadî û wekheviyê bibe serî û bi vî rengî hesabê dîrokî ji mejiyê komkujer bipirse.
Di demekê de ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi pêş ve diçû, rejîmên mêtinger ji bo hişyarbûn û rabûna ser xwe ya gelê Kurd asteng bikin, li Helebceyê komkujî kirin. Di vê demê de bi heman armancê li parçeyên din ên Kurdistanê jî komkujî hatin kirin. Bêguman di serî de Komkujiya Helebceyê di van komkujiyan hemûyan de gelê me êşeke giran kişand. Bi sed hezaran Kurd di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan, êşên gelekî giran bi serê gelê me de hat. Lê belê ev komkujî negihîştin armanca xwe. Gelê Kurd bû xwedî têkoşîna hebûnê û nehişt ku komkujer bigihêjin armanca xwe. Bi komkujiyan hewl hate dayin ku pêşî li hişyarbûna gelê Kurd bê girtin, lê belê encameke berevajî vê yekê derkete holê, gelê Kurd li hemberî komkujiyan bi têkoşînê hişmendî û rêxistiniya neteweyî hîn xurt kir û siyaseta înkarê şikand.
Gelê me ku berê ji bo hebûnê têdikoşiya, niha ji bo çareserkirina pirsgirêka azadiyê têdikoşe. Lê belê metirsiya komkujiyê di vê demê de jî heye. Li Şêxmeqsûdê, li Rojava ev xeterî qewimî. Gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat rabû serhildanê û komkujiya ku li ser Rojavayê Kurdistanê dihate ferzkirin û dixwest gelê Kurd û gelên din li hemberî hev rake, asteng kir. Yên ku berê bi komkujiyan dixwestin hişyarbûna Kurdan asteng bikin îro bi heman rê û rêbazê hewl didin li pêşiya azadiya gelê Kurd bibin asteng. Ji ber vê yekê divê helwesta yekîtî û têkoşînê ya ku gelê me ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşan da, dewam bike. Rêya pêşîgirtina li komkujiyan yekîtiya demokratîk a gelê me û têkoşîna li ser vê bingehê ye.
Her wiha em Komkujiya Beyazitê ya 16’ê Adara 1978’an û 7 xwendekarên pêşeng ên hatin qetilkirin, Komkujiya Qamişloyê ya ku 12’ê Adara 2004’an hate kirin û Komkujiya Gazî ya 12’ê Adara 1995’an bi hurmet bi bîr tînin. Berpirsyarên van komkujiyan hemûyan şermezar dikin û di wê baweriyê de ne ku gelên me wê bi feraseta neteweya demokratîk û stratejiua têkoşîna hevpar hesabê dîrokî ji van komkujiyan tekez bipirsin.”

