Kedkarê saziyên çand û hunerê Evdirehman Zal ê duh êvarî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, piştî merasîma li ÇandAmedê ber bi gundê xwe ve hat oxirkirin. Cenazeyê Zal li gundê wî Xerabê Kurê yê Şemrex a Mêrdînê hat definkirin. Gelek kes beşdarî definkirinê bûn. Zal li vir piştî duayan hat definkirin.
Şîna Zal, dê li Mala Şînê ya Çinar Tûrgûtlarê ya li Taxa Talaytepeyê ya navçeya Peyas a Amedê bê danîn.

