Pêncşem, 29 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji bo Evdirrehman Zal li Amedê merasîm
Kurdistan

Ji bo Evdirrehman Zal li Amedê merasîm

Ji bo kedkarê çandê Evdirrehman Zal ê jiyana xwe ji dest da, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmed’ê merasîm hate lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Adar 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Evdirrehman Zal (Gecîken) ku bi salan di saziyên çandî û hunerê de xebitî, duh li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir. Ji bo Zal li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê merasîmek hat lidarxistin. Xebatkarên çand û hunerê, rojnamevan, malbata Zal û gelek kesên din beşdarî merasîmê bûn. Kesên beşdar wêneyên Zal li ber singa xwe vekirin. Darbesta Zal, ala kesk û sor û zer hat nixumandin. Her wiha di merasîmê de mûm hatin vêxistin û wêneyê Zal li ber darbestê hat danîn.

Piştî rêzgirtinê hunermend Şêrko Kanîwar axivî û got ku Zal yek ji mezintirîn xebatkarên pişt perdeyê bûye. Kanîwar diyar kir ku li Kurdistanê kes tune ku Kekê Evdirrehman silav nedabe wî û got: “Behskirina wî pir dijwar e. Em ê keda wî ji bîr nekin. Mîrateya wî hîn bêtir kar ji me re hiştiye. Nivîskar Ehmed Huseynî, Salih Muslim, xebatkarê Çapemeniya Azad Osman Kiliç û niha jî Evdirrehman Zal koça dawî kirin. Em ê wan ji bîr nekin.”

Piştre şanoger Berfîn Emektar axivî û got: “Evdirrehman Zal tê wateya kedê. Li pişt perdê, li pişt kamerayê kedeke wî ya mezin hebû. Ew ked kêm tê dîtin, lê ew cara yekem derket ser vê dikê. Werin em ji bo wî çepikan lê bidin.” Berfîn Emektar ku got ku ew 30 sal in Evdirrehman Zal nas dike, diyar kir ku Zal bi her kesî re têkilî daniye û got: “Keda wî berhewa neçû.”

Metîn Ewr ji bi bîr xist ku Evdirrehman Zal paşnavê xwe ji Geciken guhertiye Zal û got: “Ew bi qasî Rustemê Zal kedkar bû.” Ewr destnîşan kir ku Zal di sînemayê de li pişt kamerayê, di şanoyê de li pişt perdeyê û di govendên gelêrî de li pişt lîstikvanan bûye û got: “Em îro wî bi hesreteke mezin bi bîr tînin. Hevalê me Evdirrehman dê her tim di xebata me de were bîranîn. Em ê wî qet ji bîr nekin.”

Kurê Zal, Mazlum Geciken got: “Em ne tenê bav û kur bûn; em heval bûn. Dema ez biçûk bûm, min bi bavê xwe re rojname belav dikir. Gava ez mezin bûm, ez bûm hevalê wî. Em ê tu carî ruhê wî yê paqij, ruhê wî yê berxwedêr û kedkar ji bîr nekin. Oxir be bavo.”

Piştre, tabûta Zal hat hilgirtin û ji bo veşartinê ber bi gundê wî yê li navçeya Şemrex a Mêrdînê ve hat birêkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê Dîrektorê ANF’ê Osman Kiliç li Amedê hate pêşwazîkirin
Nûçeya Pişt re Kedkarê çandê Evdirehman Zal hate spartina axê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Walîtiya dagirkeriyê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ qedexe kir

Walîtiya dagirkeriyê ya li Amedê biryareke skandal da û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” qedexe kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

Îranê kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê ya li navçeya Koye ya Hewlêrê bombe kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk a dagirker gundên Amediyê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker malên welatiyan ên gundên Amediyê bombebaran kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Çalakiya nobetê ya li dijî projeya GES’ê ya li Arzoxliyê di roja 7’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?