Rojnamevan Roger Westan bi bîr xist ku li Kurdistanê kevneşopiya çapemeniyê bi berdêlan gihîştiye vê rojê û li pey xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê hiştiye. Roger Westan got, “Şehîd Azad jî yek ji nûnerên herî baş ê vê kevneşopiyê bû.”
Rojnamevan Roger Westan qala kedkarê çapemeniya Kurd Azad Serxwebûn kir ku 29’ê Nîsana 2019’an li Garê şehîd bû. Roger Westan got, “Min hevalê Azad di sala 2014’an de nas kir. Di navbera salên 2014 û 2015’an de em bi hev re bûn. Hevrê Azad beriya ku tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe li Bakurê Kurdistanê di nava karên çapemeniyê de bû. Piştre beşdarî nava refên azadiyê bû û lêgerîna li heqîqetê li çiyayên azad dewam kir.
LI MEXMÛR Û KERKÛKÊ XEBITÎ
DAÎŞ’ê sala 2014’an li Kerkûk, Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê dest bi pêleke êrişê kiribû. Li xeta Mexmûr û Kerkûkê Denîz Firat dixebitî û yek ji pêşengên çapemeniya azad bû ku berxwedana li dijî DAÎŞ’ê ragihand. Dema ku li vê herêmê karê çapemeniyê dimeşand şehîd bû. Hevalek ji aliyê karê çapemeniyê ve xwedî tecrûbe bû. Tevkarî li pêvajoya perwerdeyê kir. Hevaleke sempatîk û xwîngerm bû, di nava hevalên xwe de dihate hezkirin. Piştî pêvajoya perwerdeyê hevalê Azad û hevalê şehîd Rûbar Kerboran ji bo karê çapemeniyê bimeşînin berê xwe dan Mexmûr û Kerkûkê. Li qada ku Denîz Firat şehîd bû, xwedî li mîrateya wê derketin û ev kar meşandin.
NÛÇEGIHANIYA ŞER A LI ZAGROSAN
Piştî Mexmûr û Kerkûkê careke din li çiyê vegeriya. Li Zagrosan têkoşîn û şerê gerîla bi rengekî eşkere ji raya giştî re ragihand. Li gel Argeş Serhed û Jiyan Amargî weke tîmekê li vê qadê jiyan û şerê gerîla bi belge kir, kir nûçe. Weke nûçegihanê şer li vê herêmê wezîfe kir, hestên gerîla nîşan da, bû kedkarekî çapemeniya azad ku çav û zimanê gerîla bû. Rastiya li Zagrosan qeyd kir, bi belge kir. Jiyan û têkoşîna gerîla bi kameraya xwe bi belge kir. Hevrê Azad hesta gerîla bû ku ji dilê gerîla diherikî nava pênûsê. Bi vê daxwazê têdikoşiya.
YEK JI NÛNERÊN HERÎ BAŞ Ê KEVNEŞOPIYÊ BÛ
Li Kurdistanê kevneşopiya çapemeniyê her tim bi dayina berdêlan xwe gihandiye vê astê. Mîrateyeke mezin a têkoşînê heye. Şehîd Azad jî hevalekî welê bû ku bi kesayetiya xwe di nava vê têkoşînê de li pêş bû. Yek ji nûnerên herî baş ê vê kevneşopiyê bû. Kedkarên Çapemeniya Azad li çiyê bûn dengê gerîla. Bi rengekî welê li ber xwe dan ku têkoşîna gerîla nîşan dan. Nûnerên kedeke bêhempa bûn. Hevrê Azad Serxwebûn, Aso Baran, Şîlan Ezgî, Firat Tolhildan û Tûfan Sefkan bi hurmet û minet bi bîr tînim. Ew bûn ev kevneşopî bi xwe. Pênûs û kameraya wan wê li erdê nemîne. Weke hevrêyê wan soz didim ku li ser şopa wan mîrateya wan biparêzim.”

