Ji bo kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger Huseyîn Aykol, li Sehneya Yilmaz Guney a Şaredariya Çankayayê merasîma cenazeyê hate lidarxistin.
Rojnamevan Reyhan Hacioglû di merasîmê de peyama kedkarên Çapemeniya Azad xwend.
Peyam wiha ye:
“Mamosteyê me Huseyîn, hevrêyê me ye sosyalîst ê şoreşger ku bi hemû xwerûbûn û dilnizmiya xwe bû parçeyek jiyana me û hînî me kir…
Vegotina kesên heqê jiyanê û heqê mirovbûnê dane her tim zehmet tê. Hin kêlî hene ku mirov ji bo erd û esîman biqelişe diqîre lê dengê mirov dernakeve, hin kêlî hene ku mirov dixwaze biqîre lê gotin di qirika mirov de asê dimînin. Yê ku herî baş bi vê rastiyê dizanî jî tu bûy.
Vegotina te, ku barê hemû kesên çûyî te li xwe girtibû, gelek giran tê. Lê her çend peyv û dengê me di qirika me de asê bimîne jî, heke destûra te hebe em dixwazin hêjayî jiyana te ya hînî me kirî, çendek gotinan bikin. Mamoste Huseyîn; mamosteyê me, hevrêyê me, tenê çendek gotinên hêjayî jiyana te ya sosyalîst, çend peyvekên ku hêjayî giraniya barê Çapemeniya Azad…
Te; 70 salên jiyana xwe ya biyolojîk ji bo pêşerojeke ronî ku gel, bindest, ên rastî cihêkariyê tên bi hev re bijîn û wekhev bijîn feda kir…
Heta, di nava dîwarên sar ên îşkencexane û girtîgehan de jî tu bûy nûnerê kesên te mafên wan diparast, tu bûy dengê wan û te peywira xwe bicih anî…
Tu ji wir derketî, îcar jî tu bûy dengê kesên di nava çar dîwaran de û bindestên ew kes di oxira wan de têdikoşiyan, bûy dengê bindestan, yên keda wan tê xwarin, ên tune dihatin hesibandin. Di her sersibehê de çavên te li nameyên ji girtîgehan dihatin bû. Quncikê te, weke dengê zindanan û hem pirsgirêk hem jî hêvî û berxwedêriya wan kesên ên li cihên herî zehmet dijiyan te gihand derve û hundir…
Tenê yek rojê jî pênûsa te di vegotina rastiyê de dudil tevnegeriya. Te, 24 saetên jiyana xwe li gorî avakirina jiyaneke kolektîf, li gorî hînbûn û hînkirinê plan kir.
Bêyî ku navber bidî te di her sersibeheke zû de deriyên buroyên Çapemeniya Azad vekir. Te çay dem kir û dema te bi wî îskanê biçûk ê gelek li bedena û jiyana te dihat, bûbû sembola jiyana te ya xwerû çay vedixwar, ji ewil te li nameyên wan kesên di nava çar dîwaran de nihêrt, ji ewil te tiştên diviyabû têkildarî wan werin nivîsandin rêz kir û piştre jî têkildarî yên derve….
Dema em kedkarên Çapemeniya Azad dihatin buroyê û me laşê xwe bi çaya te dem kiribû germ dikir, mîna ku qurtekî çayê ji îskana mamostetiya te, ji şoreşgeriyê vexwin, em hînî dilsoziya bi heqîqetê re bûn…
Gotin têr nake mamoste Huseyîn; te mîna neferekê dilqewîm ê kevneşopiya Çapemeniya Azad, tevî her zehmetî û zordestiyê 37 salan li ber xwe da. Di demeke hevrêyên te ji piştve dihatin gulebarankirin, dema dihatin girtin, dema dihatin sirgunkirin, dema avahiyên rojnameyên me, ofîsên me dihatin teqandin te tenê yek kêliyê jî paşvegav neavêt. Tu hatî girtin lê te dîsa jî paşvegav neavêt. Tevî dozên ji te re bi dehan sal ceza dihat xwestin jî, weke dilsoziya bi bîranîna hevrêyên xwe re te tu caran terikandina van deran ji hişê xwe re derbas nekir.
Em şahid in ku te her rêzika nivîsandî bi hesreta hevrêyên xwe xemiland û di her kêliya dilê te lê dida te ew bi bîr anî. Em bi hêvî û duaya ji kûrahiya dilê me dihat li bendê bûn ku tu wê hesretê dîsa bi nivîsên xwe, bi lêdana dilê xwe dîsa binqişînî. Bi rojan em li benda man. Weke hevrêyên bi te re xebitîne em li benda te man, weke xwendekarên te hêza heqîqetê bi tecrubeyên jiyana xwe hînkirî li benda te man. Lê herî zêde jî ji bo ku tu tecrubeyên xwe yên jiyanê bi wê kesayetiya xwe dilpak, bi wî dengê xwe yê nerm û bi wan çavên xwe yên delal ji peyrewên xwe yên ciwan, jîr jîr nû dest bi rojnamegeriyê kirine parve bikî sekinîn. Her çend tu rûyê wan, dengê wan nas nekî jî ji bo hevrêyên te yên di nava çar dîwaran de em sekinînin…. Lê nebû. Hesreta te ya ji bo dîtina Apê Mûsa, Gurbetellî, Cengîz, Ferhat, Nazim, Nagihan û Kaloyan bi ser ket…
Tu, her dem bûy hem mamosteyê jiyanê hem jî şagirtê wê. Te baş dizanî ku ji yên herî nû jî hîn bibî û hînî wan bikî. Te digot ‘Rexneyên we yên li hemberî hevrêyên we bila giran nebin.” Ge digot “Heke hûn bixwazin çîçekê şîn bikin wê demê zêde avê nedinê. Ji ber ku av çîçekê dirizîne. Kêm avê jî nedinê, ji ber ku ew jî dê hişk bike. Heke hûn bixwazin çîçek şîn bibe, wê demê bi qasî têr dike ewqas bidinê.” Mamosteyê me; dema me hevalên xwe rexne dikir û tu didît ku em sînorê wê derbas dikin, te ev mînaka çîçekê bo me vedigot…
Te hînî me kir ka divê çawa li çîçekekê, li mirovekî, kêzikekê were nihêrtin. Bi mînakên herî xweşik…
Xwerûbûn divê çawa be, weke şoreşger û kedkarê Çapemeniya Azad te bi jiyana xwe hînî me kir…
Te her dem digot; “Barê 70 kedkarên Çapemeniya Azad li ser milê min e. Dema karê xwe dikim, ez bi giraniya vî barî tevdigerim…”
Te, bêyî dudil bimînî û awayekî hêja ev barê şehîdên Çapemeniya Azad heta roja me anî û emanetî me kir Mamoste Huseyîn.
Ev barê te li xwe girtî, ev mîrateya delal niha jî li ser milê şagirtên te anku bi hezaran kedkarên Çapemeniya Azad e. Dema em vê mîrateya barê te li xwe girtibû digirin, em niha jî giraniya te li wî barî zêde dikin.
Em dizanin dê zehmet be û dê her tim tirsa “gelo em ê bikarin vî barî ragirin” di dilê me de hebe lê em sozê didin te; weke rojnamegerekî Kurd mamosteyê me, weke rojnamegerekî Tirk mamosteyê me û weke şoreşgerekî enternasyonalîst hevrêyê me yê şoreşger, mamoste Huseyîn! Her cara em zehmetiyê dikişînin, dê li kêliya tu li ser maseyê rûniştî û bi wî îskanê xwe çayê vedixwî temaşe bikin. Ber bi dinyaya wekhev, azad û adilane ve ku xeyala te bû, em ê bi hev re bimeşin.
Em ê wêneyê te yê xwerû lê te bi giraniya jiyana xwe watedar kirî jî di nava wêneyên 70 hevrêyên xwe de hilayîsin.
Em ê her tim bi te re bin, dê her tim bi me re bî…
Rêya te rêya me ye…”

