Li Silêmaniyê muzexaneyeke bîra berxwedana li dijî zilma rejîma Beesê heye. Navendeke êşkenceyê bi navê Emne Sureke veguheriye muzexaneyê. Min ji mêj li ser Emne Sureke nivîsîbû. Di vê nivîsê de ez ê behsa wê nekim, bi her halî ew karekî baş e û di vê bi pêş jî bikeve. Ez behsa Muzexaneya Silêmanî ya Giştî (muzexaneya dîrokî ye esas) û muzexaneya etnografîk Muzeya Kelepora Kurdan a li nava bazarê bikim.
Pêşî behsa muzexaneya giştî bikim: Qismê wê yê giştî pir baş hatiye amadekirin. Yanî rêzeke kronolojîk heta bi beriya mîladê bi çend sedsalan diçe. Rêwîtiyeke ku ji destpêka paleolîtîkê dest pê dike mirovî digihîne heta bi beriya mîladê bi demeke kurt. Nimûneyên bi rastî jî gelekî baş li ber destê muzexaneyê hene û ev nimûne bi wêne, tablo û nivîsên li ser dîwaran pêşî di çarçoveyeke giştî de tê rûnandin. Paşê em dikarin berê xwe bidin nimûneyan û ew bi nivîsan xweşik hatine ravekirin. Bi vî awayî kesê diçe muzexaneyê bi rengekî giştî dibe xwedî agahiyên bi zelal û bikêr ên li ser dîroka mirovan a li Silêmanî û derdora wê.
Sermeselê, behsa belgeya yekem tê kirin, ku tê de behsa herêmê dike.Ev belge bi navê “Tabletî Paşa Şulgî” hatiye binavkirin. Zimanê wê Sumerî ye, beriya mîladê di hezarsala sêyem de hatiye nivîsandin û behsa şikandina xelkên li Hewlêr û deverên li parêzgeha îro ya Silêmaniyê dike. Beriya wê jî ji beriya qederê 100 hezar salan heta bi wê serdemê, agahiyên lazim bi awayekî kronolojîk tên dayîn. Nimûne hemû ji ber ku di nava vê peywendê de tên nîşandan, kesê diçe serdana muzeyê bi rastî jî razî dibe.
Lê mixabin piştre, di nîvê duyem de ev nîşandana xweş bi dawî dibe, êdî li ber destê me nimûne hene, carinan serdema wan li ser wan hatiye nivîsîn, lê bi giştî, em neçar dibînin ku em bixwe hewl bidin ji wê koma nimûneyên nîşandayî tiştinan li hev bînin. Aliyê xweşik ji bo mirovan hatiye amadekirin û aliyê din jî hema nimûne lê hatine komkirin. Yanî kontrasteke ecêb hişk di navbera wan de heye.
Li Muzeya Kelepora Kurdan jî, meseleya sereke saetên ku deriyên wê li xelkê vekirî ne. Piştî ku ez çar caran di saetên wê de çûm, hîna nû cara pêncan min karî bikevimê. Ji destnivîsên şairên Silêmaniyê heta bi sîlehên xelkê, ji amûrên çandiniyê heta bi berr û merşan, ji sindoq û sebetên navmalan heta bi sinhetkariyên nava bajêr, gelek odeyên raxistî hene. Lê sed mixabin tenê li du odeyan em nivîsên agahiyên li nimûneyan dibînin. Li ser dîroka Silêmanî, dîroka wan nimûneyan, sihnet û huneran de agahiyên bi giştî nînin. Sermeselê hespê bi bask ê li ser sindoq û sebetan hatiye rengandin, ji bo min gelekî balkêş bû. Min dixwest li ser rêûresm, efsane û resmandina wê malûmatan peyda bikim, lê ew malêmat û heta navê wî hespî bi xwe jî ne berdest in.
Ji bo ku ev muzexane karibe bi rola xwe rabe, şert e ku bi zanîngehên bajêr, Înstîtuya Kelepora Kurdî û şarezayên meseleyê re herdu muzexane jî di warên malêmatan xwe kamiltir bikin. Mesela ez nizanim gelo Muzexaneya Kelopora Kurdan zarokên dibistanan dihewîne yan na, lê meraq dikim, gava dihewîne, tenê nimûne û odeyan nîşanî wan dide yan bi riya xebatkarên muzexaneyê malûmatan jî dide wan. Esas piştî ku ev meseleyên sereke yên muzexaneyan safî bûn, mirov dikare serê xwe bi stratejiyên cihê yên agahdarkirina zarok, ciwan û mezinan jî biêşîne. Weke kereste li Silêmaniyê di her warî de têra xwe belge hene, lê di warê nîşandan û agahdarkirinê de diyar e Silêmanî hîna nê li destpêka vî karî ye û divê hîn gelek gavên baş biavêje.