Çeteyên cîhadîst ên paramîlîter ên HTŞ’ê girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin, tevî agirbestê jî êrîşên xwe yên li ser Rojava didomînin. Li Kobanê ya ku di bin dorpêçê de ye, krîzên elektrîk, av û sotemeniyê berdewam dikin û gihîştina xizmetên tenduristiyê tê astengkirin. Heta niha şeş zarok ji sermayê û gelek zarokên din jî ji ber êrîşên çeteyan jiyana xwe ji dest dan. Li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo Rojava ya ku bi gefa tunekirinê re rû bi rû ye, seferberî hat ragihandin. Parlamentera DEM Partiyê Kezban Konûkçû ya ku di nav şandeya ku ji bo hevgirtinê serdana Rojava kir de bû, ji ANFê re axivî.
‘SERDANA ME Û ÇALAKIYÊN HEVGIRTINÊ MORALEKE MEZIN ÇÊKIRIN’
Kezban Konûkçû diyar kir ku serdana wan a hevgirtinê ya ji bo Rojava ku êrîş lê berdewam dikin, ji bo her kesî çavkaniyek mezin a moralê bû. Kezban Konûkçû di derbarê serdanê de got ku tevî êrîşan jî bi taybetî jin û gelê Rojava ji bo parastina destketiyên şoreşê pir bi biryar in.
Kezban Konûkçû anî ziman ku gelê Rojava çalakiyên hevgirtinê yên li Tirkiyeyê hatine kirin pir girîng dibîne û ev çalakiyan moralek mezin daye wan û got, “Diyar kirin ku destketiyên li Rojava hatine bidestxistin ji bo hemû gel û jinan watedar in. Ji ber vê yekê pêwîstiya berdewamiya hevgirtinê heye.”
‘TIRKIYE PEYMANA 18’Ê ÇILEYÊ XERA KIR’
Kezban Konûkçû destnîşan kir ku ji ber dorpêça li ser bajarê Kobanê ew nikarin bikevin herêmê û wiha domand:
“Di civînên ku me li wir kirin de, diyar kirin ku peymana 18’ê Çileyê ya bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re hatibû kirin ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye xerakirin. Gotin ku peyama ku gelê Kurd wê destkeftiyên ku wan di herêmên xwe de yên derbarê rêveberiyên herêmî de bi dest xistine biparêzin û wê aniyên xwe yên xweser biparêzin û wekî tumenê tevlî artêşa Sûriyeyê bibin dema ku li ber îmzekirinê bû Tirkiyeyê ev peyman xera kir. Her wiha gotin ku armanca civîna di navbera Îsraîl û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de li Parîsêpêk hat ji bo xerakirina peymanê bû.”
‘JI BO KURDAN TIŞTA GIRÎNG PARASTINA DESTKETINÊN ŞOREŞÊ YE’
Kezban Konûkçû destnîşan kir ku xala herî girîng ji bo partî û rêxistinên jinan ên Kurd parastina destketiyên şoreşê ye û wiha berdewam kir: “Di nav partiyên Kurd ên li wir de alîgirên PYD’ê, her wiha alîgirên PDK û YNK’ê hene. Ya girîng ji bo wan parastina rêveberiyeke azadxwaz û wekhev a jinan û destketiyên şoreşê ye. Diyar kirin ku ew ê di vê mijarê de qet paşve gav neavêjin.”
‘HEKE DIBÊJIN TIRK Û KURD XWIŞK-BIRA NE, WÊ DEMÊ BILA PÊWÎSTIYÊN WÊ BI CIH BÎNIN’
Kezban Konûkçû anî ziman ku li aliyekî li Tirkiyeyê “pêvajo” tê meşandin û li aliyê din jî êrîşên li ser destketiyên girîng ên gelê Kurd li Rojava nakokiyeke mezin ni xwe de dihewîne û wiha bertek nîşan da:
“Heke dibêjin Tirk û Kurd xwişk-bira ne, wê demê bila ew pêwîstiyên vê xwişk-biratiyê bi cih bînin. Li vê derê zîhniyeta ku divê li dijî wê derkevin zîhniyeta DAÎŞ’ê ye û divê em baş bibînin ka ev hikûmet piştgiriya kîjan zîhniyetê dike. Heta serokê koma meclisê ya AKP’ê jî dibêje ‘Kurdan ji sedî 95 ê petrolê desteser kirine.’ Ger ew li wir dijîn ew ê jixwe dahatê jî bistînin. Ew ê bi hikûmeta navendî re sîstemek federal ava bikin, ew ê biryara xwe bidin; lê ‘desteser kirin’ tê çi wateyê? Wekî ku ji derve hatine û cihekî ku ne axa wan e desteser kirine nîşan bide? Ew nikarin bi van argumanan kesî bixapînin. Ew bi xwe tim”î dibêjin “Welat, mîllet, Sakarya.’ Ew der di heman demê de welatê wan e. Çima AKP xema petrola wir dixwe? Çima destwerdanê dikin? Ev tê wê wateyê ku niyetên wan ên din hene û ew van niyetên xwe eşkere dikin.”
EV AVANIYA SEKULAR JI HÊLA TEVGERA KURD VE HATIYE AVAKIRIN’
Kezban Konûkçû anî ziman ku di vir de alî diyar in; li aliyekî gelê Kurd destketiyên xwe diparêze, li aliyê din çeteyên cîhadîst hewl didin ku van destketiyan tune bikin û wiha pê de çû:
“Beşek li vî welatî ku xwe wekî sekuler pênase dike, di vê mijarê de bi rastî jî durû ye. Ji ber ku motîvasyona ku bi rastî wan dimeşîne di aliyê îdeolojiyê de ne ku sekuler in; şovenîzma wan e. Dema ku dor tê ser mafên Kurdan, tavilê ‘lê’ û ‘lêbelê’ li pey hev rêz dikin. Hincetên wekî ‘wisa bi Emerîkayê re tpkilş danîne, wisaî bi Îsraîlê re danî’ne’ didin pêş. Lê Kurd ji bo destkeftiyên xwe misoger bikin hin hevdştinan dikin.
Em Kobanê ji bîr nekin.Dema ku wan qîr kir, “Kobanê ket, an jî wê bikeve”, me wekî mirov ê kedkaran piştgirî da Kobanê. Lê di dawiyê de, li Kobanî mirov dihatin qirkirin, û hêzên koalîsyonê hatin û piştgirî dan. Dema ku hûn li qada rehet rûdinin, siyaset kirin hêsan e. Dema ku ew ji qadên rehetiya xwe derdikevin û bi rastî dadikevin qadê, bi zelalî dibînin.
Ma ew nabînin ku ew li cihên ku wan bi navê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê girtine alên DAÎŞ’ê lê bilind dikin? Ma DAÎŞ ji bo wan ne gef e? Çiqas zû ew komkujiyên li Amed, Pirsûs û Enqereyê ji bîr kirin. Herî dawî li Yalovayê polîs hatin qetilkirin; ma ew vê nabînin? Ma ew nabînin ku ev çete destdirêjî jinan dikin û qetil dikin, porê wan jêdkin û pesnê xwe didin? Ew vê dibînin, lê her kes hewl dide ku qada rehetiya xwe biparêze û şovenîzmê wekî hêmanek paşxaneyê bikar tîne.
Ew xwe wekî sekuler bi nav dikin, lê ti eleqeya wan bi vê yekê re tune. Eger mesele sekularî be, avaniya herî sekular ji hêla tevgera Kurd ve hatiye damezrandin.
‘DIVÊ EM DESTKETIYÊN ŞOREŞA ROJAVA BIPARÊZIN’
Dema ku em çûn Rojava, ji bilî PYD’ê me bi partiyên din re jî hevdîtin kir. Di wan civînan de jinek jî tunebû; ew hemû mêrên temen mezin bûn. Lê di civîna me ya bi PYD’ê re, jin, ciwan û nûnertiya wekhev hebûn. Ev avaniya wekhev û rizgarker a jinan li Rojhilata Navîn bayekî nû diafirîne, mîna biharê li çolê geş dibe. Divê girîngiya wê baş were fêmkirin.
Parastina Rojava tê wateya parastina mirovahiyê, azadiya jinan û wekheviyê. Binêrin, tevî agirbestê jî, Kobanê ji aliyê bermahiyên DAÎŞ’ê û çeteyên cîhadîst ve di bin dorpêçê de ye. Zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin; dixwazin Kobanê veguherînin Xezeyê. Lê gelê li wir ji bo pêşiya vê yekê bigirin çi ji destê wan tê dikin. Divê em gelê Kurd ê li wir li ber xwe dide, avaniya rizgarker a jinan a ku bi wekhevî dijî û destketiyên Şoreşa Rojava biparêzin.”

