Sêşem, 29 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xozatê li dijî tiryak û çetebûnê meşeke girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo Denîz Goktaş banga azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Şopandin û Nirxandinê civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyan serdana rêveberiya Kobanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmerge: Vekişîna DYE’yê ya ji Herêma Kurdistanê cihê fikarê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Em 8’ê Adarê cîhanê bikin warê serhildanê
Jin

KJK: Em 8’ê Adarê cîhanê bikin warê serhildanê

Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku divê di çalakiyên 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bê kirin û bang li hemû jinan kir ku cîhanê bikin warê serhildan û avakirinê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de hat diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya azadî û aştiyê bi rengekî herî bi wate nîşanî jinan daye û wiha hat gotin: “Di çalakiyên vê 8’ê Adarê de divê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo bê kirin. Di sedsala 21’an de têkoşîna azadiya jinê rasterast girêdayî paradîgmaya Rêber Apo û xeta azadiyê jinê ye.”

Daxuyaniya ku Koordînasyona KJK’ê di Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê 8’ê Adarê de bi sernava “Ji bo jinên ku bi 8’ê Adarê re ber bi biharbûna jinan ve diçin” weşandî, bi vî rengî ye:

“Em di bin siya şerê ku berdewam dike û qetlîamên li dijî  jinan û bi têkoşîna jinan a ku weke rojê li hemberî vê siyê xwe nîşan dide, pêşwaziya 8’ê Adarake din a nû dikin. Jin li dijî zîhniyet û pergala mêran a serdest ku hewl dide jinan û gelan tune bike, weke mizgîniya biharê hêviyê didin û jiyanê dixemilînin.

Em nikarin têkoşîna azadiyê ya jinan bi rojekê re sînordar bikin. Lê belê rojeke weke 8’ê Adarê ku bi sedan jin hatin şewitandin û qetilkirin,  mezintirîn erka me jinan e ku divê em vê rojê veguherînên vejînekê û her roj di vê çarçoveyê de tevbigerin.

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn bi awayekî eşkere li dijî jinan nehatibû îlankirin, lê belê şerekî nixumandî bû û wisa jî bi rê ve çû. Her çend vê rastiyê bi hezaran derew, dek û dolaban veşêrin jî, rewşa heyî rewşa şerekî  dijwar e. Ji ber vê yekê têkoşîna jinan di heman demê de têkoşîna xweparastina li hemberî vî şerî ye. Emerîka, welatên Ewropa û gelek welatên cîhanê yên din a niha li hemberî tu dewletan ne di nava şerekî şênber de ne lê belê gava ku em li hejmara qetilkirina jinan, destdirêjî, qetilkirin û îstîsmara karî dinêrin, em bi hejmara windayên ku di kêliyên şerî de jî pêk nehatine re rû bi rû dimînin. Ji bilî şerekî dijwar ne pêkan e ku em van hejmaran bi gotineke din pênase bikin.

Her wiha di van salên dawî de bi zêdebûna şerên netewedewletan û şerên navxweyî re  ev rewş di astên metirsîdar de derdikeve li pêşiya me. Şerên li Kurdistanê, Rojavayê, Filistînê, Ûkraynayê, Sûdanê, Yemenê, Nîjeryayê, Efxanistanê, Îranê, Azerbeycanê, Ermenistanê û li gelek welatên ku me navê wan bilêv nekirine asta qetlîamên jinan derdixîne asteke bilindtir.  Helbet li hemû welatên cîhanê li dijî  van yekan di astên cuda de jî be jin têkoşîna xwe dimeşînin û ev hemû têkoşîn gelekî watedar û girîng in.

Lê belê feraseta Şerê Cîhanê yê 3’yemîn weke feraseta serdest a mêran di meriyetê de ye û li her derê ji bo ku jinan û têkoşînê biçewisînin her çi ji destê wan tê, dikin. Ji ber vê yekê 8’ê Adarê rojeke gelekî watedar û girîng e.  Li dijî vê rastiya şerê heyî ku cîhanê talan û pûç dike em weke jinan divê em sînorên netewedewletan ji xwe re weke asteng nebînin û wan derbas bikin û piştevaniya hev bikin, êşên xwe bi dengekî bilindtir biqîrin û xwe bigihînin hêza têkoşîn birêxistinbûnê. Li dijî şerê ku ji aliyê dewletên xwedî zîhniyeta mêr ve hatiye destpêkirin, li dijî pergala xwedî zîhniyeta mêr a global ku li dijî hemû jinan û gelan hatiye destpêkirin, li ber xwe bidin û xwe û civaka xwe birêxistin bikin û vê yekê ji bo xwe weke têkoşîna aştiyê ya roja me diyar bikin.

Zîhniyeta Şerê Cîhanê yê 3’yemîn girêdayî neteweperestî, zayendperestî, olperestî û zanistperestiyê şer dide destpêkirin û di çarçoveya vê yekê de dimeşîne. Û ev zîhniyet hemû cihên ku lê ye wan cihan pûç dike. Ji ber vê yekê jî di roja me ya îroyîn de feraset û têkoşîna jinan a aştiyê divê li dijî her cure neteweperestî, olperestî, zayendperestî û zanistperestiyê li ser hîmên Demokratîk û paradîgmaya ekolojîk û azadparêziya jinan bi pêş bikeve. Divê em têkoşînê, li dijî neteweperestiyê neteweya demokratîk, li dijî olperestiyê baweriya demokratîk, li dijî zayendperestiyê jiyana azad a wekhev, li dijî zanistperestiyê jî Jinolojî û Zanista Azad berfirehtir bikin û astên têkoşîna xwe di vê çarçoveyê de bilindtir bikin.

Rêber Apo ku ev 25 sal in li Îmraliyê di bin şert û mercên gelekî giran de tê dîlgirtin, rêya azadî û aştiyê bi awayekî herî watedar nîşanî me jinan daye. Çalakiyên îsal ên 8’ê Adarê jî di heman demê de divê di çarçoveya bangkirin û xwedîderketina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de be. Têkoşîna azadiya jinan a sedsala 21’an rasterast girêdayî paradîgmaya Rêber Apo û xeta azadiyê ya jinan e.

Tevî ku em çaryeka ewil a sedsala 21’ê hêdî hêdî li dû xwe dihêlin, têkoşîna jinan divê feraseta aştiyê ya stratejîk, bi îdeolojî, polîtîka, birêxistinbûn û têkoşîna xwe, xweparastina xwe pêş bixin. Di vê 8’ê Adarê de li seranserê cîhanê divê em navên hemû jinên ku hatine qetilkirin bi bîr bînin, em astengiyên weke sînoran derbas bikin û dengê xwe bigihînin hev û em bi feraseta Neteweya Demokratîk û Konfederala Demokratîk piştevaniya hev bikin. Divê li dijî vî şerê ku jinan û civakan pûç dike, em li her derê dengê xwe bilind bikin. Em li dijî êrîşên li ser jinan ên Boko Haramê yên li Nîjeryayê, yên Talîbanê yên li Efxanistanê, yên rejîma şerîetê yên li Îranê û faşîzma AKP’ê yên li Tirkiyeyê û dîsa li dijî destdirêjî, kuştin, êşkence, îstîsmarkirina ked û laşî û heqaretê yên li dijî jinan ên li Sûdan, Yemen, Ûkrayna, Ermenistan, Brezîlya, Arjantîn, Meksîka, Şîlî û li hemû welatên cîhanê her cûre êrîşan derxînin holê û yekîtiya têkoşîna jinan xurttir bikin.

Li Rojava dewleta Tirk li dijî şoreşa jinê bi tolhildaneke mezin êrîşan dike, jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin li Şengal, Mexmûr, Başûr, Bakur û heta Parîsê qetil dike. Li Efrîn, Serêkaniyê û qadên şoreşa jinê ku ji aliyê komara Tirk a faşîst ve hatiye dagirkirin, jin her roj rastî êşkenceyên giran tên û bi kuştinê re rû bi rû dimînin. Li Bakur li dijî destketiyên jinê bi her cûre rêbazên şerê taybet û fîzîkî hewl tê dayîn bê desteserkirin û tasfiyekirin. Girtîgeh bi jinên ku têkoşîn didin tijî bûne. Her wiha goristan jî bi jinên ku bi destê mêrên mîna Erdogan, hatine qetilkirin tijî bûne. Di vê 8’ê Adarê de divê Erdogan û mêrtiya kirêt a li civakê belav kiriye li her derê bê teşhîrkirin û zîhniyeta faşîst û mêrtî bi edaleta jinê bê mehkûmkirin. Divê em dewleta Îranê ya ku jinan darve dike, êşkenceyê li wan dike, bedena wan heps dike, rejîma Talîbanê ya Efxanistanê, avadaniya çeteyên Boko Haram, desthilatdariya dewleta mêr ên rê li ber hemû şer û zordariyan vedike û pergala kapîtalîst a ku jinan vediguherîne her cûre metayê, teşhîr û şermezar bikin.

Bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ divê em mêrtiya hegemonîk li her deverê bi hiş û edaleta jinê darizînin. Bi meşa ber bi Şoreşa Jinê ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re, divê em li dijî vê pergala kapîtalîst a ku jiyanê ziwa dike û têk dibe, li dijî her cûre versiyonên wê yên faşîst, li dijî vê pergala desthilatdariya mêr a ku heta hucreyên me îstîsmar dike, serî hildin. Hemû kolan, bajar, gund, çiya, kargeh û zevî her der ên me ne, warên me yên avakirin û serhildanê ne.

Jin bi serhildana xwe, bi pîvanên redkirinê, bi zanebûna jiyana azad û bi avakirina wê re jiyanê mîna biharê zindî û ronî dike. Bi wesîleya 8’ê Adarê em bang li hemû jinên ku bi serhildana xwe jiyanê jinûve avakirine dikin ku tevahiya cîhanê bikin qada serhildan û avakirinê, hevrêtiya jinê ya li vî welatî xurt bikin û têkoşînê mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Newaya Jin hejmara taybet a ji bo 8 û 21’ê Adarê
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk a dagirker li Dêrikê bombe li 4 wesayîtan barand – NÛ BÛ
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîla Cengîn Welat: Em ê bi Rêberê azad re serketinê tacîdar bikin

Gerîla Cengîn Welat anî ziman ku banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xezeyê 103 kesên din hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina êrîşên Îsraîlê yên li…

Ji aliyê Stêrk TV

DFG’ê rapora meha Adarê eşkere kir

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku meha Adarê êriş li 6 rojnamegeran hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

MAF-DAD: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sûcên şer hincetên maqûl hene

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişlo û Çilaxayê xwendekar ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê çalakî lidar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Lehî û hezazên li Hîmalayayê: Zedetirî 100 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?