Pêncşem, 26 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Pakistanê êrîşên çekdarî: 19 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 33 ramangeran banga ji bo ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    SAMER: Rapora komîsyonê li medya dîjîtal bi şert hate qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dozên erdhejê de bersûc yek bi yek têne berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ebrû Gunay: Pêwîstî bi helwesteke hîn bi biryar û wêrek heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rohat Aktaş û Mehmet Yavûzel li ser gora xwe hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê piştgirî da hevpeymaniya siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Karayilan: Mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye, ne qencî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd mehkûmî îdamê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li hemberî biryara navçekirina Gulale greva giştî hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Remezanê de sifre vala man: Heya penêr û zeytûn jî bi deyn tên standin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa 8’ê Adarê: Jin azad nebe civak azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Em di qonaxeke krîtîk de ne, divê Rêbertî azad bibe
Jin

KJK: Em di qonaxeke krîtîk de ne, divê Rêbertî azad bibe

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera yekemîn a banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo daxuyanî da û diyar kir ku pêvajoya di "qonaxeke krîtîk" de ye û got, "Şert e ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û bi rengekî azad karibe siyasetê bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Sibat 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku pêvajo derbasî qonaxa duyemîn dibe, ev yek “asteke krîtîk e” û destnîşan kir ku pirsgirêk bi hin qanûnên serveyî çareser nabe.

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ku di asta manîfestoyekê de ye, salek li pey xwe hişt. Rêber Apo bi hêza xwe ya siyaseta demokratîk pêvajoya ku herêma me di nav de ye bi hostatî nirxand û bi navê gel û çînên bindest û jinan gaveke dîrokî avêt. Ev gav ne tenê destwerdana li pêvajoya rojane ye, destwerdana li sedan salên li pêşiya me ye û di asta ronîkirina serdeman de ye.

‘EM DILSOZÊ BÎRANÎNA HEVRÊ SIRRI NE’

Ji bo Kurdan, gelên Tirkiyeyî, gelên Rojhilata Navîn û bi esasî jî ji bo jinan bû stratejî û hêviya çareseriyê. Di salvegera yekemîn a Banga 27’ê Sibatê de em Rêber Apo û keda wî ya mezin a ji bo serketina bangê da, bi hurmet bi bîr tînin. Her wiha em hevrê Sirri Sureyya Onder jî bi hurmet û minet bi bîr tînin ku ji bo xwişk-biratî, hevgirtina azad û wekhev a gelên Kurd û Tirk kedeke mezin da, canê xwe da û di xwendina bangê de bi rol rabû. Dilsoziya me ya bi bîranîna hevrê Sirri ji bo serketina vê pêvajoyê wê bibe têkoşîna me ya bi biryar.

‘EV SERKETIN TEKEZ A RÊBER APO YE’

Di ser bangê re salek derbas bû û di nava vê salê de Rêber Apo kedeke awarte ya aştiyê da, hêza Rêbertî, hêza siyasetê bi rengekî muazzam danî holê. Li ser vê bingehê PKK’ê Kongreya xwe ya 12’emîn lidar xist û li ser esasê rêveberiya Rêber Apo biryar hate dayin ku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî bê anîn û PKK bê fesixkirin. Di 11’ê Tîrmehê de ji bo nîşandana biryardariya xwe bi pêşengiya hevala Besê, Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji sih kesî çalakiya şewitandina çekan pêk anî. Her wiha hêzên me yên li herêmên şer ên li Bakur vekişiyan, ji ber şer kesek nemir. Di nava vê salê de gelek bûyerên mezin û bi lez qewimîn. Bêguman bandor û rêbertiya rêxistinî û siyasî ya Rêber Apo nebûya ev pêşketin jî nedibûn. Ev serketin tekez serketina Rêber Apo ye.

‘PÊVAJO BER BI QONAXA DUYEMÎN VE DIÇE’

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ber bi qonaxa duyemîn ve diçe. Pêvajo êdî gihîştiye ber asta hiqûqî. Em di xaleke krîtîk de ne. Rêveçûna ji niha û pê ve ya pêvajoyê bi nêzîkatiya dewletê û nûnerên wê yên siyasetê ve girêdayî ye ku bi rengekî cidî xwedî li pirsgirêkê derkevin û çareser bikin. Pêwîstiyeke esasî ya vê yekê jî ew e ku Rêber Apo bibe xwedî wan mercan ku bi rengekî azad bixebite û siyasetê bike. Rêberekî ku yekîtiya dîrokî ya gelên Kurd û Tirk nû dike, stratejiyeke hevpar a sedsalî diyar dike û hêza vê yekê ya stratejîk datîne holê, şert e ku ji aliyê fîzîkî ve azad be û karibe siyaseta azad bike.

‘BI HIN QANÛNÊN SERVEYÎ ÇARESERÎ NABE’

Bêguman pênasekirina pirsgirêka Kurd ku pirsgirêkeke tevlîhev û dîrokî ye bi gotineke klasîk a terorê û nêzîkatiya ku dixwaze bi hin qanûnên serveyî pirsgirêkê çareser bike, nayê qebûlkirin. Di demekê de ku salek di ser bangê re derbas bûye, gelekî girîng e ku nûnerên dewletê bi taybetî nûnerên siyasetê bi rengekî hîn aqilane û stratejîk nêzîk bibin. Ji ber ku rewşa konjonkturî ya ku em di nav de ne li gel destketiyên mezin her wiha dikare bibe sedema windahiyên mezin. Ji bo her kesî wê ya herî rast ew be ku biryarên rast bêne wergirtin, gavên rast bêne avêtin, bi nêzîkatiyeke demokratîk û azadîparêz ber bi xwişk-biratiyê ve ji dil bimeşe. Lewma yên ku li nava dewlet û siyasetê di asta biryardanê de ne, divê di vê xala krîtîk a dîrokî de nêzîkatiyeke li aliyê aqil, rast û maf nîşan bidin.

‘DIVÊ AŞTÎ BÊ CIVAKÎKIRIN’

Heqîqeteke vê pêvajoyê jî ev e ku aştiya esasî di navbera gelan, jinan û dayikan de pêk tê. Ji ber vê jî gelekî girîng e ku gel, kedkar, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, dayik û jinên Tirkiyeyî xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derkevin û li ser vê bingehê dûrî pêşhukm û dijberiyê li hev bikin, bibin xwişk-bira. Li ser vê bingehê em bang li alîgirên aştî, demokrasî, xwişk-biratiyê, bang li kedkar, dostan, rewşenbîr û hevrêyan hemûyan dikin ku ji bo aştî û demokrasiyê hîn bêhtir kedê bidin û aştiyê civakî bikin.

Em bang li gelê xwe yê welatparêz, dayikên xwe yên aştiyê, jinên Kurd ên ku timî pêşengî ji têkoşînê re kirne dikin ku bi îdîaya serketinê û mezinkirina têkoşîna aştiyê beşdarî pêvajoya avakirina civaka demokratîk bibin.

Em sala duyemîn a banga Aştî û Civaka Demokratîk bikin dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em rêgeza hêviyê ji hêviyê wêdetir veguherînin heqîqetê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Pakistanê êrîşên çekdarî: 19 kes mirin
Nûçeya Pişt re QSD’ê nasnameya 12 şehîdan eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

48 endam tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn

48 endamên ku dewreya xwe ya perwerdeyê temam kirin, tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn.

Ji aliyê Stêrk TV

YPG: Hevalê Cemşîd bi pratîka xwe ya serketî bû yek ji lehengên pêşeng ên Şoreşa Rojava

Fermandariya Giştî ya YPG’ê yek ji pêşengê berxwedana Kobanê Cemşîd Elî Esker bi bîr anî…

Ji aliyê Stêrk TV

Şeker: Li girtîgehan êşkenceya sîstematîk zêde dibe

Rêveberê TUHAY-DER’ê ya Wanê Emîn Şeker diyar kir ku zextên li girtîgehan roj bi roj…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Siwêda û Şamê dîlgirtî bi hev guhert

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojavayê Kurdistanê amadekariyên ji bo Newrozê destpê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD’ê nasnameya 12 şehîdan eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Pakistanê êrîşên çekdarî: 19 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?