În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Halîde Turkoglû: Ji bo serketina pêvajoyê gavên şênber mecbûrî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşkêşvanê Çira TV û kedkarê çapemeniya azad Mûsa Alo koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê bi Tom Barrack re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Bila YOK bê rakirin, zanîngeh bêne azadkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Guhertina esasî wê bi têkiliya Birêz Ocalan a bi derve re xwe nîşan bide!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Mêrdînê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê banga ji bo 25’ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê cenazeyê jinekê li malê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgba Hezer: Di pêvajoyên muzakereyê de divê jin xwedî mafê gotin û biryardanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrcan Degîrmencî: Em jin divê bi hev re bin, wekî din rêya me nîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KJK: Helwesta CPT ne ya qebûlkirinê ye
Kurdistan

KJK: Helwesta CPT ne ya qebûlkirinê ye

Koordînasyona KJK'ê nerazîbûn nîşanî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) da ji ber ku serdana Tirkiyeyê kir lê belê neçû Îmraliyê û bang li saziyên navneteweyî kir ku 'bi rola xwe ya esasî rabin'.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek weşand û bi bîr xist ku CPT di navbera 13-22’ê Sibatê de serdana Tirkiyeyê kir lê belê neçû Îmraliyê û destnîşan kir ku ev helwesta CPT ‘ne ya qebûlkirinê ye’.

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Saziyên hêzên modernîteya kapîtalîst hemû veguherîne amûreke şerê desthilatdariyê. Navê van saziyan Neteweyên Yekbûyî (NY), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî be, ev rewş naguhere. Ev saziyên ku divê deng û hêza bicihanîna normên mafên mirovan ên gerdûnî û serweriya hiqûqê bin, mixabin weke amûreke sîstema bêedalet, bêwijdan û bixwîn tevdigerin. Şandeya CPT ku beriya çend rojan hat Tirkiyeyê, li gel bang û berxwedana gelê Kurd û dostên wan jî sîstema tecrîdê ya girankirî û qirkirinê ya li Îmraliyê ji nedîtî ve hat û neçû serdana Îmraliyê ku ev yek manîdar e. CPT her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan jî ji nedîtî ve hat ku ji bo parçekirina çerxa vê qirkirinê ya li Îmraliyê û hemû zindanan tê meşandin. Vê helwestê nîşan da ku CPT bi hesabên desthiladariya qirêj ên dewletan ji cewher û armanca xwe dûr ketiye. Weke KJK’ê em vê helwesta CPT a ne exlaqî ku bi hesabên pragmatîk xizmetê ji siyaseta qirêj a dewletan re dike, qebûl nakin. Bi vê wesîleyê em bang li saziyên navneteweyî hemûyan dikin ên ku bi navê nirxên exlaqî yên mirovî tevdigerin, ku bi rola xwe ya esasî rabin.

SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ DIVÊ WEZÎFEYA XWE BI CIH BÎNIN

Weke jinên Kurd em vê yekê baş zanin; paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya gelên cîhanê bûye çavkaniya sûdwergirtinê. Bandora îdeolojîk û hêza fikrî ya mezin a Rêber Apo bû sedem ku tecrîda li ser R3eberê me bê girankirin. Sîstema êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê ku mînaka wê li devereke din nîne, ji ber tirsa ji paradîgmaya Rêberê me ku ji mirovahiyê re bûye hêvî. Ji roja destpêkirina komploya navneteweyî û vir ve di serî de jin, gelê me û dostên me bi rengê herî xurt xwedî li Rêbertî derketin, ev berxwedan gihîşt asteke gerdûnî û komplo pûç kir. Vê berxwedanê ji her demê bêhtir hêzên şaristaniya desthilatdariyê ya dewletperestiyê xist nava zor û zehmetiyê. Di serî de berxwedana Rêberê me, berxwedana gelê me, jinan û dostên me ev sîstema barbar û bêwijdan lawaz kir. Li gel berxwedaneke bêhempa, Rêberê me bi paradîgmaya xwe ya alternatîfa modernîteya kapîtalîst, di bin êrîşên giran de ye. Em careke din dubare dikin ku têkbirina rejîma êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê ji bo me nebe nabe. Em careke din diyar dikin ku sîstema Îmraliyê nas nakin ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve li dijî paşeroja gelên me, ji bo berjewendiyên şerê desthilatdariyê hatiye amadekirin. Weke gel û tevgereke ku ji bo azadiyê têdikoşin û êrîşên sîstema faşîst kapîtalîst ji nêz ve dibînin, me rastiya vê sîstemê fêhm kiriye û li dijî wê jî têkoşîna herî radîkal dimeşînin. Weke tevgereke ku hêvî bi berxwedan û hêza xwe ya rêxistinî ava kiriye, mîna berê îro jî em bi hêza xwe têdikoşin. Tevî vê yekê jî em bang li saziyên navneteweyî dikin ku wezîfeyên xwe pêk bînin.

‘EM HEVRÊYÊN XWE YÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE SILAV DIKIN’

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê êrîşên xwe yên bi rêk û pêk ên li dijî gel û jinên Kurd bi binpêkirina hiqûq û mafên mirovan dewam dike. Li her qada jiyanê, li çiyayên me, li zindana, li her qadên civakî her cûre şerê psîkolojîk-taybet dimeşîne û êrîşên ji bo qirkirinê dike. Hevrêyên me yên gerîlayên azadiyê ji bo astengkirina van armancên hêzên qirker û mêtinger û ji bo misogerkirina azadiya gelê me berxwedana herî bi heybet a dîrokê dikin, bi rengekî fedaî li ber xwe didin û nahêlin faşîzma AKP-MHP’ê encamê bi dest bixe. Ev berxwedana ku rê dide pêşketinên siyasî, hesreta demokrasî û azadiyê ya jinan û gelê me zindî dike, hêviyan bilind dike, her cûre bingeha pêşketina têkoşînê diafirîne, wê hîn xurt bibe. Her wiha berxwedana li zindanan karakterê pêvajoyê jî diyar kiriye. Bi vê wesîleyê em hevrêyên ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ne silav dikin. Em bang li gelên xwe, dostên xwe û jinan dikin ku li dora vê berxwedanê têkoşînê mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Îdîrê li dijî biryara Lijneya Hilbijartinê meşiyan
Nûçeya Pişt re HPG: Divê haya hêzên Iraqî ji şer hebe û li gorî vê yekê tevbigere
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê piştî 6 salan radestî malbatê hate kirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ogûz Çelîk ê ku Qaxizmanê şehîd bibû, piştî 6 salan radestî malbata…

Ji aliyê Stêrk TV

Pûtîn ji bo bi Trûmp re hevdîtin bike ‘amade’ ye, lê li benda agahiyekê ye

Qesra Kremlînê daxuyaniyek da û diyar kir ku, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo hevdîtina…

Ji aliyê Stêrk TV

Daxuyaniya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku bi partiyên siyasî re hevdîtin kir daxuyaniyek da û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?