Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 30’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çîna karker êdî bi propagandayên mîlîtarîst ên desthilatdariyê yên li dijî Kurdan naxape’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbata wî sê kes li benda ‘mafê hêviyê’ ye: Bila biryarên DMME’yê bi cih bêne anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê peyama entegrasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK’ê: Divê em ramanên Rêber Apo bikin pisûleya jiyana xwe
Jin

KJK’ê: Divê em ramanên Rêber Apo bikin pisûleya jiyana xwe

KJK’ê ji 19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan re peyam şand û got, “Divê em ramanên Rêber Apo zêdetir bixwînin, nîqaş bikin û bikin pisûleya jiyana xwe. Divê di rêya şoreşa jinê de em her deverê û her kêliyê veguherînin hêza jinan a rêxistinkirî.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê bi coşeke mezin didome. Festîval bi xwendina peyama KJK’ê berdewam kir.

 

Di peyama Civata Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) de ev tişt hatin gotin:

“Ji bo jin, ciwan, gelê me yê birûmet û dostên me yên hêja!

“Em hemû beşdarên ku sembolên azadî, berxwedan, têkoşîn û hêviyê ne, her kesê ku di rêya azadiyê de gavekê diavêje bi dil û can silav dikin.

Em 19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan ku bi dirûşmeya ‘Bi Jin Jiyan Azadî Destkeftiyên Jinê Biparêze’ diyarî şehîdên jin ên têkoşîna me ya azadiyê ya 52 salan kirine, bi coşeke mezin silav dikin. Em îro bi biryardariya danîna hîmên şoreşa jinê, azadî û wekheviyê; bi kêfxweşiya parastina mîrateya berxwedanê li vir ba hev in.

Me bi Manîfestoya Rizgariya Jinê ya Sedsala 21’an a Rêber Apo gav avêt sala 2025’an. Em vê manîfestoyê weke bangeke hevpar qebûl dikin; weke her jinekê em di dil û zihnê xwe de agirê azadiyê geş dikin û ji bo hîn bêhtir mezinkirina şoreşa jinê mil bi mil dimeşin. Weke jinên ku îro li her qada jiyanê ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê em jin tê ba hev, em bi yek dengî Rêber Apo silav dikin. Rêber Apo serdema ku em dijîn weke Ronesansa Jinê û Ronîbûna Jina Azad nirxand, hemû veguherand biharê û bi têkoşîna azadiyê tacîdar kir.

Jin bi biryardariya ku pêşengiyê ji banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re bikin, mîna li her çar aliyên Kurdistanê li welatên Ewropayê jî li qad û kolanan bûn. Jinan li her devera ku jinên Kurd bi biryardariya azadî, demokrasî û aştiyê lê bûn, li aliyekê helwesta xwe ya li dijî tundiya desthilatdariya mêr, li aliyê din jî biryardariya ku pêşengiyê ji pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re nîşan da.

Îro jinên Kurd li ser rêya avakirina civakek demokratîk û azad, ji her demê bêhtir bi biryar in ku her cure astengiyê derbas bikin. Weke KJK em ji dil hemû jinên ku li ser vê rêyê dimeşin, di her gavê de berxwedana xwe nîşan didin û ji bo azadiyê her kêliya xwe feda dikin, silav dikin.

Sedsala 21’an wê bibe demeke welê ku dengê jinan ji her demê xurttir derbikeve. Têkoşîna jinê, ne tenê çêkerên civakî, xwedî hêza jinûve şêwe dayîna cîhanê ye. jinên ku her sînorê derbas dikin û dibin yek, tenê li dijî newekheviya civakî seknekê raber nakin, di heman demê de bi biryardariya avakirina cîhaneke hîn azad û wekhev tevdigerin. Îro êdî dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ çawa ku sîwana hevpar a li dijî her cure tundiya mêr û çanda zayendperestiyê ye, di heman demê de manîfestoyeke hevpar e ku jin nasname, dîrok û azadiya xwe lê ava dikin.

Banga Rêber Apo ya dawî, asta tevgera jinê xurt kiriye û erk û misyona têkoşîna azadiya jinê mezintir kiriye. Tevî şert û mercên tecrîda herî giran ên li Îmraliyê jî, Rêber Apo hêvî da jinan, berxwedana wan xurt kir û kir ku têkoşîna azadiya jinan li çaraliyê cîhanê deng vede. Ji ber vê yekê, divê em ramanên wî bêtir bixwînin, li ser wan nîqaş bikin û wan bikin pisûleya jiyana xwe. Di rêya şoreşa jinan de, divê em li her derê û di her kêliyê de veguherînin hêza jinan a rêxistinkirî.

Em ji bîr nekin; bi şoreş û ronesansa jinan re, êdî hemû dem ên me ne. Jin ji bo azadiya xwe dîrokê dinivîsin, her roj ji nû ve hebûna xwe ava dikin. Em ê bibin dengê her jinek û pêşengiya têkoşîna wê bikin. Li her devera ku qîrîna azadiyê hebe, em ê li wir bin. Ji ber ku em dizanin ku jin dê cîhanê azad bikin û siberojê ronî bikin.

Li ser vê bingehê em hemû jin û hemû beşdarvanên ku tevlî festîvalê bûne bi hezkirineke mezin silav dikin û dibêjin “Bi Jin Jiyan Azadî re azadî ya me ye!”

Piştî peyam hat xwendin, dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” û çepik li qada festîvalê deng veda.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Peyamên ji bo Konferansa Jinan: Yekîtiya neteweyî azadî ye
Nûçeya Pişt re Cenazeyê şervanê QSD’ê hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Girtîgeha Kirşehîrê 20 mehan hevdîtin li girtiyan hate qedexekirin

Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê, bi hinceta ku xwarin şermezar kirine 20 mehan…

Ji aliyê Stêrk TV

TAJÊ û YJŞ’ê name ji DMME’yê re şand: Mafê hêviyê bi cih bînin

TAJÊ û YJŞ'ê têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji Dadgeha Mafên Mirovan…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bibe mafê tevahî jinan’

Kongra Star a Kantona Firatê têlikdarî gefên êrîşan ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Efrîna dagirkirî birîna daran dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?