Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:
“Em bi berpirsyariyeke mezin a civakî û dîrokî xwedî li daxuyaniya Rêber Apo derdikevin ku di yekemîn salvegera banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê de da. Em soz didin ku wezîfeya ‘hêza pêşeng’ a ku Rêber Apo daye me jinan, bi layiqî bi cih bînin.
Em bi bûyerên dîrokî ketin meha Adarê. Meha Adarê lêgerîna azadiyê ya xwezayê bi biharê tacîdar dike, di heman demê de ji bo dîroka me ya azadiyê ya jinan rola dayiktiyê ya têkoşînên herî dijwar û bi heybet lîstiye. 8’ê Adarê bûye sembola berxwedana azadiyê ya jinan. Cejna vejîn û berxwedanê Newroz jî di şexsê Kurdan de veguheriye agirê azadiyê yê hemû bindestan, gelan û jinan. Meha Adarê meha şehîdên me ye, ku agirê azadiyê bi bedena xwe vêxistin û ji bo azadiyê bi berxwedana xwe ya bêhempa bûne nemir. Bi vê wesîleyê di şexsê şehîdên 8’ê Adarê û Newrozê de em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê agirê azadiyê veguherînin govenda jiyana azad a gelan û bibin hêz, pêşeng û cewherê jiyana komunal.
Di dîroka me ya têkoşîna dijwar a 52 salan de li ser bingeha pirsgirêkên azadiya jinê û çareseriya wê weke tevgera jinê me bi hemle û kampanyayan qonaxên têkoşîna girîng ji bo civakîbûna hişmendiya azadiyê pêş xist. Di van sê salên dawî de hemleya me ya ‘Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve Dimeşin’ ne tenê li Kurdistanê û netewe dewletên girêdayî wê, di asta Rojhilata Navîn û gerdûnî de zanebûna azadiya jinê, sîstema avabûna jinûve û berxwedanê bi pêş xistiye. Jin Jiyan Azadî êdî ne tenê felsefeyeke teorîk e, weke dirûşmeyeek kûreyî tenê bi jinan re sînordar nemaye û weke felsefe û hêviya rizgariyê ya mêran li qadan belav bûye.
Bi banga Rêber Apo ya dîrokî, civakî, felsefîk û manîfestoya civaka komunal re em li ber qonaxa ronahiyekê, jinûve jidayikbûnê û xwe jinûve avakirinê ne. Em bi wesîleya ‘8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê’ hemleya bi şîara ‘Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve Dimeşin’ bi dawî dikin û îro jî radigihînin ku me ji bo azadiya gelan û jinan bigihije statuyeke mayînde hemleyeke stratejîk daye destpêkirin.
Hemleya me ya ku em ê bi şîara ‘NIHA DEMA JINÊ YE!’ bidin destpêkirin, li dijî koletiya jinê, bêstatutiyê, bênasnamebûnê, bêqanûniyê, bêhiqûqiyê, polîtîkayên şerê taybet ên dijminê jinê û her cure tundiya li hemberî jinê, hemleyeke welê ye ku têkoşîna me ji şoreşa negatîf derbasî şoreşa pozîtîf bibe. Ji bo avakirina sîstema me ya li ser esasê azadiya jinê, ekolojîk, demokratîk û civaka komunal, niha dema jinê ye!
Ev hemleyeke welê ye ku felsefeya azadiya jinê, hevrêtî û sîstema Rêbertî bi pêş dixe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dike, şert û mercên xebat û jiyana azad ji bo wî ava dike û astengiyên li pêş meşandina siyaseta demokratîk û projeya civaka demokratîk, radike. Li ser esasê Aştî û Civaka Demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd a du sed salî, alternatîfa çareseriya krîza gerdûnî jî ava dike. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di vî warî de bi pêşengiya jinan têkoşîneke gerdûnî heq dike.
Laşê jinê wekî çekeke şer tê bikaranîn. Jin rastî tacîz, destdirêjî û kuştinê tên. Jin li dijî polîtîkayên şer ên zayendperest, olî û neteweperest şer dikin. Felsefeya Jin Jiyan Azadî parastina xwe, demokrasî, wekhevî û azadiyê diparêze. Niha dem hatiye ku jin van nirxan di civakê de bi jiyanî bikin û nasnameyek rêxistinkirî bi dest bixin.
Ev du sed salên dawî Kurd û Kurdistan bi polîtîkayên asîmîlasyonîst, qirker û komployên navneteweyî hatiye parçekirin. Kurd li navenda şerê cîhanê yê 3’yemîn in, di heman demê de hedefa şer in jî. Timî bi êrîşên şer re rû bi rû ne. Derbaskirina van polîtîkayan, bi yekîtiyeke neteweyî ya ku wê dîroka Kurdan jinûve ava bike û bi yekîtiya neteweyî ya jinan pêkan e. Li ser vê bingehê li dijî polîtîkayên qirkirinê û ji bo avakirina perspektîfa neteweya demokratîk, em dibêjin niha dema yekîtiya neteweyî ya jinan e. Em bang li hemû jinên Kurd dikin ku ji bo pêşketina yekîtiya neteweyî, berpirsyariya dîrokî bigirin û pêvajoyê bi yekîtiya neteweyî tacîdar bikin. Ji bo pêkhatina statuya Kurdan û rastiya Kurdan bikeve nava hiqûqê, niha dema jinê ye!
Li Rojava YPJ bi hêza xweparastinê, bi rêxistinbûna jinê û bi sîstema xwe ya nûneriya wekhev û hevserokatiyê bûye zemînê jeopolîtîk û stratejîk ê şoreşa jinê. Li dijî tarîtiya DAÎŞ û HTŞ’ê li Sûriye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û seranserî cîhanê mîna stêrkeke dibiriqe. Niha vê şoreşa jinê û şoreşa Rojava hîna statu bi dest nexistiye, xeterî hîna mezin e. Ji bo ku YPJ ne tenê weke hêza xweparastinê ya Rojava, weke hêza xweparastinê ya hemû jinan bibe xwedî statu, di zagona bingehîn de wekheviya jin-mêr û di hemû jiyanê de mafê jinê yê tevlîbûna azad-wekhev were misogerkirin, ji bo avakirina statuya şoreşa jinê niha dem dema parastina Rojava, şoreşa jinê û YPJ’ê ye. Bi şoreşa jinê ya Rojava re niha dema jinê ye!
Kûrbûna şer bi kûrahiya koletiya jinê ve girêdayî ye. Hingî jin azad bibe, koletî, jiyan û pîvanên ku sîstema desthilatdariya mêr li ser jinê ferz dike bên derbaskirin, wê şer, sîstem û çanda tundiyê jî bên tunekirin. Li ser vê bingehê mezinkirina tevgera aştiyê ya jinê û yekîtiya têkoşînê, wê bibe stratejiya têkoşînê ya hemleya me. Li dijî tundî û şerê li hemberî jinê û civakê, em dibêjin niha dema aştî û xweparastina jinan e.
Qezenckirina asta kûreyî ya hegemonyaya desthilatdariya mêr, rêxistinbûna têkoşînê ya di asta gerdûnî de jî neçar dike. Weke di dosyaya Epstein de jî derketî holê êdî zihniyeta DAÎŞ’ê û kujerên kastîk ên dijminê jin û zarokan cîhanê bi rêve dibin. Olperestî, zayendperestî, netewperestî di şerê li dijî jinê de bûye yek. Li dijî vê desthilatdariya mêr êdî dema rêxistinbûna hevpar a hemû jinên cîhanê, têkoşîna xweparastinê û avakirina konfederalîzma jinê ya cîhanê ye. Têkoşîna jinê ya gerdûnî û sîstema wê, wê civaka azad û demokratîk ava bike. Lewma jî niha dema jinê ye!
Hemleya me di heman demê de ji bo derbaskirina krîza heyî û nakokiya navbera jin û mêr, guhertin û veguherîna mêr a li ser esasê pîvanên demokratîk, azadî û wekheviyê armanc dike. Li ser vê esasê em bang li hemû mêrên azadîxwaz dikin ku bi xeta azadiya jinê û li ser esasê avakirina jiyana demokratîk, kesayeta azad û jiyana nû tevlî vê hemleyê bibin.
Civaka dîrokî ya ku ewilî ji aliyê jinê ve hate avakirin, bi pêşengiya jinê civaka komunal, demokratîk, azadîxwaz, ekolojîk û aştiyê ye. Em rû bi rûyê wezîfeyeke welê ne ku civaka azad û demokratîk a di dîroka xwe de nû bikin û dîrokê ji bo berjewendiyê jinan û gelan veguherînin. Rêxistinbûna komunal weke sîstemeke azad, xweser, rêveberiya xweser û hevpar, çareseriya kaos û krîzên civakî ye. Lewma niha dema jinê, dema avakirina jiyana komunal e!
Li ser vê bingehê em bang li hemû jinan dikin ku bi rengekî xurt tevlî hemleyê bibin, xwe rêxistin bikin û pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin bi serketinê tacîdar bikin. Di heman demê de em bang li hemû sazî û tevgerên jinê yên demokratîk û azadîxwaz dikin ku xwedî li hemleya me derkevin û piştgiriyê bidin.
Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedar ên Cîhanê li hemû jinên ku ji 1’ê Adarê heya 8’ê Adarê wê lêgerîna azadiyê li qadan bînin ziman û di nava çalakiyan de bin, pîroz dikin. Em şehîda xwe ya mezin Sema Yuce ku di zindîbûna felsefeya azadiya jinê de bûye sembol, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em mîrateya ku heval Sema bi çalakiya xwe ya mezin ji me re hiştiye dewr bigirin û ji 8’ê Adarê heya 21’ê Adarê bibin pir. Em ruhê hemleya ‘niha dema jinê ye’ bigihînin bihara Newrozê.”

