Pêncşem, 13 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Modela jiyaneke nû: Entegrasyona Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, îro bi gava me ya Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE: Ti planek ji bo nû ve nirxandina hebûna hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîn in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 4 bajaran çalakiya xizmên windayan: Têkoşîna me dê heta dawî bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Em ê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş timî edaletê bixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Rêber Apo ji civaka Êzidî zanist û zanebûnê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya Kongra Star û PYD’ê piştgirî dan kampanyaya ‘Sûriyeya Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Şiyar Serdar hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşanî cîhanê da ku gelê Kurd aştiyê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê Birêz Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de azad bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal: Astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê tecrîda li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgeha Qerçekê 23 jinên girtî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan xirab dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê li aktîvîsta Îranî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Romayê festîvala ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KNK: Bi wesîleya salvegera fermanê divê Kurd bibin yek
Kurdistan

KNK: Bi wesîleya salvegera fermanê divê Kurd bibin yek

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya salvegera 11’an a Fermana Şengalê daxuyanî da û got, divê Kurd salvegera fermanê bikin wesîleya yekîtiya xwe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Tebax 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 11’an a Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em hemû êrîşên li ser Şengalê şermezar dikin û planên dijî îradeya gelê Şengalê red dikin!

Rojeke reş, tarî û hind jî xembar: 3’ê Tebaxa 2014’an. Roja ku careke din fermana qirkirinê li ser xelkê me yê Êzidî hatiye destpêkirin. Şovenîzma Erebî, fanatîzm û kevneperestiya Îslamî, di perspektîfa li dijî Kurd û Kurdistanê de gihiştin hev û di bin kirasê DAÎŞ’ê de ji dergehê Şengalê ve êrişî Kurdistanê kirin.

Şengal, warê qedîm ê xelkê me yê Êzidî, bi rengekî plankirî bû hedefa êrişa DAÎŞ’ê. Ji vê êrişa DAÎŞ’ê hemû dagirkerên Kurdistanê memnûn bûn. Tirkiye, Îran û hetta rêvebiriya Bexdayê, rejima şovenîst a Şamê bi zêdehî ve razî bûn. DAÎŞ bû pêşengê bîr, hizir û hîsên antî Kurd û antî Kurdistan ên van merkezên dagirkeriyê. Bi vê êrişê ve esasen xwestin hemû destkeftiyên Kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê têk bibin û baweriya Êzidîtiyê binpê bikin. Lewma jî fermana qirkirina xelkê me yê Êzidî dan. Gelê me vê fermanê weke Fermana 73’yan bi nav dike.

Kurd, Kurdistanî ji her milî ve çûne hawara xelkê xwe yê Êzidî. Bi taybetî gerîlayên HPG, YJA Star, hêzên YPG û YPJ’ê qehremanî û fedakariyek mezin nîşan dan, bi lezgînî mudaxele kirin û pêşiya êrîşan girtin. Çi ji cepheyê sivîl be, ji cepheyê leşkerî be Kurd, Kurdistanî seferber bûn.

Li gel ku Şengal îro ji DAÎŞ’ê hatiye paqijkirin û hejmarek mezin xelkê me yê Êzidî li cih û warê xwe bi cih bûye, lê hêj jî ew birîndariya 3’ê Tebaxa 2014’an di giyanê wan da dewam dike. Hejmareke bilind a jinên Êzidî yên ku hatin dîlgirtin hêj jî aqûbeta wan ne diyar e. Her wiha hejmareke zêde ya xelkê me yê Êzidî di nav jiyana peneberiyeke dijwar de belav dibe, heta niha gelek Şengalî di qempan de ne û ne zivîrîne Şengalê. Divê rê li ber zivirandina Şengaliyan bêne vekirin û ji bo başkirina jiyana wan jî divê xebatên neteweyî û navneteweyî bêne xurtkirin.

Li ser Fermana 73’yan re yazdeh sal derbaz bûne. Lê gefên li Şengalê bi dawî nebûne. Hêzên tarî û dijminên Kurdan, dîsa jî di nava plan û plangeriyên reş de ne. Dixwazin fermanên din pêk bînin, dixwazin bawermendên Êzidî ji Şengalê derxin. Dixwazin nasnameya Êzidî ji Şengalê paqij bikin û dixwazin Şengalê ji Kurdistanê veqetînin. Di vî warî de divê hemû Kurd û Kurdistanî hişyar bin û Êzîdxanê û Şengalê biparêzin.

Di salvegera vê bûyera dilsoj a bi serê xelkê me yê Êzidî hatiye de, dilê Kurdan hêj jî şkestiye û birîndar e. Kewandina van birîn û kulan, birîna van êş û janan bi hevgirtineke mezin a neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistaniyan ve dibe.

KNK hêvî dike ku bîranîna vê jenosîda bi serê xelkê me yê Êzidî hatiye anîn, bibe wesîleya tifaqa navxweyî, Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê mil bi milê hev, welatê me Kurdistanê ji bin dagirkeriyê rizgar bikin û azadiyeke kamil diyarî xelkê me bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 10’Ê TEBAXA 2025’AN
Nûçeya Pişt re ‘Komîsyon weke gava destpêkê ya şênber a dewletê dikare bê dîtin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wezîrê Îsraîlî: Em ê fikra dewleta Filistînê ji holê rakin!

Wezîrê Darayî yê Îsraîlê û yek ji pêşengên rastgirên tundrew Bezalel Smotrich diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Dadgeha Bilind, cezayê Rojbîn Sevîl Çetîn erê kir

3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind, 10 sal û 5 meh cezayê hefsê yê Hevşaredara…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Armanca me nivîsandina dîrokeke rast e’

Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya Qamişlo Lorîn Hac ji diyar kir di dîroka ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Rêber Apo ji civaka Êzidî zanist û zanebûnê dixwaze’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Modela jiyaneke nû: Entegrasyona Demokratîk

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dêrazorê mayîn bi erebeya QSDˊê de teqiya

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûnertiya Kongra Star û PYD’ê piştgirî dan kampanyaya ‘Sûriyeya Demokratîk’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?