Şemî, 13 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Amnesty International: Divê Şerîfe Muhammedî bê şert û merc bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan: Komîsyonê ava bikin, faîlan derxînin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Bêyî Rêber Apo aşitî pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Wê di rêya azadî û demokrasiyê de wê serdemek nû destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wekîlê Îtalî: Konseya Ewropayê divê mudaxilî doza Ocalan bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ’ê 2 şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalîde Engîzek: Hevrê Emîne wê riya me ya azadiyê timî ronî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûna bi 12’ê Îlonê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Karayilan: Divê demildest mafê hêviyê were naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dûran Kalkan: Emîne Erciyes pêşenga piralî ya xeta azadiyê ya jinê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Dewleta Tirk bi rengekî cidî û samîmî nêzî pêvajoyê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê forum: Divê tecrîd bi dawî bibe û mafê hêviyê were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Rihayê daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê û wekheviyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, çareserî jî pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belçîka rê li ber qanûnîkirina gaza îsotê ya ji bo jinan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaza berdana Ayşe Gokkan hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya jinan li Belçîkayê serdana gelek navendan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Şeva Çaran’ îşev li ser ekranên Medya Haber TV’yê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awûstûrya xwe ji şahiya “Aştî û azadiyê mezin bikin” re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendan ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konservatûara Aram Tîgran jinûve destpê dike: Kelecana me mezin e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Strana ‘Pirga Cizîrê’ ya 200 salî bi klîbeke nû hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên KON-MED’ê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî festîvalê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KNK: Divê gelê me dengê xwe bide namzetên welatparêz ên li dijî dagirkeran
Rojane

KNK: Divê gelê me dengê xwe bide namzetên welatparêz ên li dijî dagirkeran

KNK'ê diyar kir ku hilbijartinên Başûrê Kurdistanê di pêvajoyeke gelekî krîtîk de pêk tê û bang kir ku hilbijartin bi rengekî zelal bê meşandin. Her wiha ji gel jî xwest ku dengê xwe bi kar bîne û namzetên welatparêz ên li dijî dagirkeriyê hilbijêrin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Îlon 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya hilbijartinên Parlamenta Herêma Kurdistane daxuyaniyek weşand ku di pêvajoya propagandayê de ye.

HILBIJARTIN DI PÊVAJOYEKE GELEKÎ ALOZ Û BI KRÎZ DE PÊK TÊ

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Hilbijartinên Parlamenta Herêma Başûra Kurdistanê di qonaxeke gelekî taybet de têne kirin. Di 33 salên fermî yên herêma Başûr de, hilbijartinên parlamentê tu carî serdemekî ewqas aloz û bi krîz nebûye. Li ser asta navxweyî jî nakokiyên di navbera aliyên siyasî û aloziya di navbera wan de, krîza aborî û debara jiyana xelkê, hejarî, nebûna xizmetguzariyan, bêkarî, bêkariya parlamantoyê, xemsariya hikûmetê, cîbicîkar û deynên wê yên berhevkirî, xem û astengiyên gel ên li ser azadiyan, girtin û bêdengkirina rojnamegeran. Krîz û pirsgirêkên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê û her wiha destwerdana leşkerî, ewlekarî û kaotîk a dewletên herêmê. Li başûrê Kurdistanê ev û gelek mijarên din taybetmendiyên ku Başûrê Kurdistanê û rêveberiya herêmê didin nasîn.”

HELWESTA HIKUMETA NAVENDÎ YA IRAQÊ

Di dewama daxuyaniya KNK’ê de hate gotin, “Helwesta hikûmeta navendî ya Iraqê li hember Herêma Kurdistanê ne tenê ne dostane ye, belku berdewam hewl dide ku statûya herêmê lawaz bike û têk bibe û pirsgirêkên din çêbike û desketiyan kêm bike. Piştî pêvajoya referandûmê, 2017’an beşeke mezin ji xaka Başûrê Kurdistanê ji nû ve bi dest xist û pêvajoya guhertina demografiya bajar û bajarokên Kurdistanê dewam kir. Li aliyê din jî bi dewletên herêmê re ji bo têkbirina destketiyên gelê Kurd komployan çêdike. Bi dewleta Tirk re peymanan îmze dike, partiyên Kurdan qedexe dike, di kûrahiya dehan kîlometroyan de destûrê dide Tirkiyeyê muxele ya Iraq bike, li ser hesabê berjewendiyên gelê Kurd peymanên aborî, ewlekarî û leşkerî îmze dike. Her wiha ji bo tepeserkirina têkoşîna rewa ya gelê Rojhilatê Kurdistanê bi dewleta Îranê re peymana bêçekkirin û bêtesîrkirinê li hember hêzên Rojhilatê Kurdistanê îmze kir. Ev taybetmendiyên ku helwesta hikûmeta navendî ya Iraqê û gelek serkirdeyên siyasî yên Iraqê diyar dikin.”

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî dewam kir:

“Di heman demê de hikûmeta Iraqê plan dike ku di meha Mijdarê de yekser piştî hilbijartinên parlamenta herêmê, serjimêriya giştî pêk bîne. Ev prose di demekê de tê birêvebirin ku ti xalên madeya 140 nehatine cîbicîkirin û kêşeya navçeyên dabirayi ne tenê çareser nebûye, belkî ber bi rêyeke xirabtir ve çûye.

TIRKIYE LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ WEKE XWEDIYÊ AXÊ TEVDIGERE

Tevî van hemûyan jî mijarek pir girîng heye: Dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê. Êrîş û dagirkirina bi dehan baregehên leşkerî yên bi her cure çekên sivik û giran, di nav de çekên qada navneteweyî de qedexekirî jî didomin. Li herêmê bi dehan baregehên îstixbaratê, saziyên siyasî, aborî û çandî ava kirine. Tirkiye beşeke mezin ji herêma Behdînan dagir kiriye û bi gelên herêmên dagirkirî re jî weke xwediyê axê tevdigere.

Lê li gel van hemûyan jî gelê Kurd li her çar parçeyan, li bajaran, gundan, li zindan û çiyayan bi hêvî û îradeyeke xurt di berxwedaneke bê hempa û hêviya serketineke mezin de ne. Hilbijartinên şefaf û bê sextekarî yên parlementa Başûrê Kurdistanê parçeyek ji vê berxwedan û hêviyê ye.

LI GEL METIRSIYAN HER WIHA DERFETEKE MEZIN A SERKETINÊ JÎ HEYE

Belê, hilbijartinên parlementa Başûrê Kurdistanê di rewşeke wiha nazik, hestiyar û diyarker de têne kirin. Ev qonaxeke diyarker e, ji ber ku ji aliyekê ve metirsiyeke mezin li ser destketên gelê me li hemû beşên welat de heye û di heman demê de derfeteke me ya mezin ya serketinê jî heye.

Em weke Kongreya Neteweyî Kurdistanê ku her tim banga yekitiya gelê Kurd û hêzên wî yên siyasî dikin, em jî daxwaz dikin ku pêvajoya hilbijartinê di atmosfereke aram û şaristanî de û bê destwerdan were kirin. Hilbijartineke zelal ku gelê Başûrê Kurdistanê bi awayekî azad dengê xwe bide. Em piştrast in ku gelê Başûrê Kurdistanê bi zanebûn e ku wê dengê xwe bide namzetên ku berjewendiyên herî bilind ên gelê Kurd diparêzin, destketî, maf û azadiyên xwe biparêzin û ji bo Kurdistana azad li dijî dagirkerî û komploya dijberan têbikoşin. Divê demildest bê qebûlkirin û piştre hikûmeteke bi bandor ku bersivê bide daxwazên dengdêran û hemû gelê Kurd bê avakirin û dest bi xebatê bike.

DAXWAZ Û BENDEWARIYÊN KNK’Ê JI PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ RE

Bi vê munasebetê em weke KNK careke din bang dikin û van xalên jêrîn pêşkêş dikin:

Ev hilbijartin girîng in, divê gelê me biçe ser sindoqan dengê xwe bide berendamên welatparêz yên dijê dagirkeran berjewendiyên gelê me diparêzên û xizmetê ji gel re dikin.

Divê hilbijartin bi hemû awayî zelal û bê hîle bêne meşandin da ku encameke rast û durist derkeve holê.

Divê hemû aliyên siyasî yên beşdarê hilbijartinê dibin, di peyam û peopaganda xwe de  bi zimanekî siyasî plan û projeyên xwe pêşkêş bikin û zimanê sûçdarî û heqaretê nexebitinîn. Divê hilbijartin bi atmosferek demokratîk de bêne kirin, li ti cih û ti deveran li hember ti kesî şîdet neyê karanîn.

Divê hemû hêz ji encamên hilbijartinê re rêz bigrin û li gorî encamên hilbijartinê hikumeteke demokratîk bê ser kar.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şervanê felsefeya qewîn
Nûçeya Pişt re Li DYE’yê ji ber bahoza Heleneyê herîk êm 93 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mehmet Yildirim: Berpirsyariyên şerê gel ê şoreşgerî weke mîrate hişt

Azadî rastiyeke welê ye ku bi berdêlên giran bi dest dikeve. Şehîd Mehmet Yildirim jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Kolombiyayê ji bo welatiyên xwe yên ku DYE’yê dersînor kirine du balafir şandin

Hikûmeta Kolombiyayê, ji bo vegera penaberên Kolombiyayî ku ji hêla rayedarên Emerîkî ve hatine dersînorkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gorî Rûsyayê NATO hewl dide ku şerî dirêj bike

Moskowayê NATO tawanbar kir ku Ûkraynayê provoke dike ku şer dirêj bibe.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

YPJ’ê li Reqayê operasyon li dar xist: 2 çete hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Amnesty International: Divê Şerîfe Muhammedî bê şert û merc bê berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xizmên windayan: Komîsyonê ava bikin, faîlan derxînin holê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?