Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê têkildarî projeya “Yek netewe, yek çarenûs” ya ji aliyê komek ji rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ve hate destpêkirin, daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Em li Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) radigihînin ku ji destpêkê ve, armanca damezrandina KNK’ê lihevkirin û yekîtiya neteweyî li hemû beşên Kurdistanê û dîasporaya Kurd a li çar aliyê cîhanê bû. Ji bo gehîştina armancên şehîdan û xebatkarên gelê me û azadiya κurdistanê bû ye. Ji bo vê armancê, me bîst û heft sal in hewlên me li ser xeta nîştimaní û neteweyî li hemû astên siyasî, dîplomatîk, civakî û çandî me meşandiye. Ji bo vê armancê, me bi sedan konferansên herêmî, Kurdistanî û navneteweyî a berfireh li dar xistine. Di heman demê de, civîn, helwest û beşdariya me ya berfireh di hemû mijarên nîştimanî neteweyî yên girîng û biryardar de ji bo me pêşîniya me bûye. Me bi berdewamî bang li gel, partî û rêxistinên Kurdistan kiriye ku di çarçoveya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de xwe bi yekîtî rêxistinî bikin û armancên neteweyî û nîştimanî yên Kurd û Kurdistanê wekî bingeh bigirin.”
‘ŞERÊ SERKETINA GELÊ KURD BI YEKÎTIYA ME VE GIRÊDAYÎ YE’
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku KNK’ê têkoşîna xwe ya siyasî û dîplomatîk ne tenê li ser asta navxweyî, lê di heman demê de li ser asta navneteweyî jî bi pêş xistiye. û hate gotin, “Bi taybetî li Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê. Di êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de, me dît ku hevgirtina Kurdan di asta herêmî û navneteweyî de çiqas bandorê li yekîtiya gelê Kurd û navendên biryardanê yên li cîhanê dike. Her wiha me dît ku ragihandina hevpeymaniya hêzên Rojhilatê Kurdistanê çawa hesta neteweyî ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, lê li seranserê Kurdistanê geş kir. Ji ber vê yekê, şertê serketina gelê Kurd û pêkanîna maf û armancên wan di asta gotûbêjên siyasî û stratejîk de bi yekîtiya me ve girêdayî ye. Bi taybetî ji ber ku Rojhilata Navîn di şerekî dijwar de ye û diguhere û vediguhre. Di vê navberê de, Kurd dikarin bibin hêzek bi bandor ji bo guhertin, aramî, aştî û jiyana hevbeş. Divê em bizanin ku çarenûsa Kurdan li hemû beşên Kurdistanê û cîhanê bi hev ve girêdayî ye. Ev çarenûs tenê bi helwestek hevpar di bin sîwana welat û neteweyê de û bi rêxistinkirina gel û neteweya me bi hemî hêz û rêxistinên azadîxwaz û neteweyî ve dikare were misoger kirin.”
‘BILA BIBE BINGEHA KONFERANSEKE NETEWEYÎ’
KNK’ê di dawiya daxuyaniya de piştgirî da hewldan û projeya rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ya ji bo yekîtiyê û got, “Em vê yekê weke têkoşîn, erk û armanca xwe ya rastîn dibînin. Her wiha em girîng û pêwîst dibînin ku bibe bingeha konferansek niştîmanî û neteweyî ya hevbeş a tevahiya Kurdistan û dîasporaya Kurd, bi tevlîbûna tevahîya partî û rêxistin û kesayetiyên neteweyî, ji gihîştin bi xîtabeke bilind a stratejiya niştimanî ya hevbeş ku bibe nexşerêya xebat û azadî û avakirin û bersivdayina erkên pêvajoyê. Ji bo vê jî wek her tim KNK bi erkê xwe dibîne ku di vê qonaxa hesas û aloz a herêmê de hewl bide konferansek berfireh lidar bixe.”

