Di rojên dawî de li Başûrê Kurdistanê baranek zêde bariya û hîn jî bandora xwe didomîne. Ji ber barana zêde li gelek herêman lehî rabû û bû sedema zirarên mezin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser mijarê peyamek weşand.
KNK’ê di peyama xwe de ragihand ku mixabin di nava çend rojên borî de li Germiyan û Çemçemalê lehî rabûye û got, “Di encama bûyeran de hinek welatiyan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Herwiha ziyanek mezin a madî jî gihiştiye sedan malbatan. Em weke KNK sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re dixwazin.”
Di dewama peyama KNK’ê de ev tişt jî hate gotin, “Erkê hikûmetê ew e ku beriya van karesatan amadekariyan bike û erkê xwe yê li hemberî welatiyan bicih bîne. Divê hikûmet zirara hemû malbatan pêşwazî bike û carek din jiyana li herêmê asayî bibe.”
KNK’ê ji bo saziyên ku bi hewaran qurbaniyan çûne spasî kir û bang li hemû aliyan kir ku piştgiriya kampanyayên alîkariyê bikin.

