Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump ‘rejîm guherî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helsînkiyê şahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê peyama entegrasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KNK: Nexşeya herêmê tê guhertin; yekrêziya nava mala Kurd heyatî ye
Rojane

KNK: Nexşeya herêmê tê guhertin; yekrêziya nava mala Kurd heyatî ye

KNK'ê diyar kir ku gelê Kurd aliyekî şerê Îran-Îsraîlê nîne, ew dixwazin hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û aştiyê bêne çareserkirin û got, di vê pêvajoyê de ku nexşerêya herêmê dikare bê guhertin, yekrêziya nava mala Kurd heyatî ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî şerê navbera Îran û Îsraîlê daxuyaniyek da.

ŞERÊ ÎRAN Û ÎSRAÎLÊ BÛYE MESELEYEKE NAVNETEWEYÎ

Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku şerê Îran û Îsraîlê şerekî nû nîne û hate gotin, “Ev e serê dehan salane di navbera Îran û Îsraîl da nakokî û şer hene. Heta niha ev şer di navbera Îsraîl û hêzên wekîl ên hevalbendên Îranê de çêdibû, lê ev e 10 roj in şer raste rast di navbera Îsraîl û Îranê de pêk tê. Ji doh ve Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) jî tevlî şer bûye. Ev şer hingî diçe mezintir û firehtir dibe. Vî şerî li Xezeyê destpê kir, derbasê Libnan, Suriye û Yemenê bû. Niha jî derbasî Îranê bûye. Mesele ji meseleya di navbera du dewletan de derbas kiriye, bûye meseleyek navneteweyî û cîhanî.”

GELÊ KURD ALIYEKÎ VÎ ŞERÎ NÎNE, LÊ DIXWAZE PIRSGIRÊK HEMÛ BI DIYALOG Û AŞTIYANE BÊNE ÇARESERKIRIN

KNK’ê destnîşan kir ku gelê Kurd di vî şerî de alî nîne û got, “Her çiqas em teref nebin jî, lê ev şer me ji nêzîk ve eleqedar dike û bandoreke mezin li ser gel û welatê me dike. Li Rojhilatê Kurdistanê gelek binke û baregehên leşkerî yên Îranê têne hedef girtin û di van êrîşan de gelê me yê li wê herêmê zerer dibîne. Li alê din piraniya moşek û firokên van welatan li ser Kurdistanê re derbas dibin. Em weke gelê Kurd ne terefê şer in û em dixwazin hemî pirs û pirsgirêkên herêma me, bi rêya diyolog û aştiyê bêne çareserkirin. Ev şer ne me derxistîye, lê em di nava vî şerî da dimînin.”

STATUKOYA SYKES-PICOT Û LOZANÊ TÊK DIÇE, NEXŞEYA HERÊMÊ TÊ GUHERTIN, YEKRÊZIYA NAVA KURDAN GELEKÎ GIRÎNG E

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî dewam kir:

“Ev şerê ku ev e 21 meh in li herêma Rojhilat Navîn destpê kiriye û dewam dike, wê encamên mezin bi xwe re bîne. Statukoya Sykes-Picot û Lozanê, li herêmê têk diçe. Di encama vî şerî da dikare nexşeya herêmê bi temamî bê guhertin. Gelo em weke gelê Kurd ji van guhertinan re çiqas amade ne? Ev pirseke girîng û mezin e. Di vê demê da yekrêziya nav mala Kurd gelek girîng e û heyatî ye. Di serî de hêzên Rojhilatê Kurdistanê, peyre jî hemî hêzên Kurdistanî, divê vê demê tevbigerin û yekîtîya xwe xurttir bikin.

HEWLDANÊN JI BO AVAKIRIN PLATFORMEKE HEVBEŞ A PARTÎ Û RÊXISTINÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Em weke KNK, ji bo yekrêziya nav mala Kurd weke herdemî di nava liv û tevgerê de ne. Em ê vê liv û tevgera xwe xurttir bikin. Bi taybetî ku niha Rojhilata Kurdistanê di rojevê de ye, em ê jî bala xwe zêdetir bidin li ser vî parçeyê welatê xwe. Ji xwe eve demeke em di nava partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê de, ji bo avakirina platformekî hevbeş kar dikin. Ev karê me berdewam e. Di vî warî da em ê van rojan zêdetir diyalogê bi pêş bixin, bi hemî cureyên peywendiyan, bi serdana partî û rêxistinan em ê hewl bidin ku mekanîzmayek hemahengiyê di nava partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê de pêk bînin.”

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî bi dawî bû:

“Bi vê munasbetê, di serî de hêzên Rojhilatê Kurdistanê, em bang li hemî hêz, partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî dikin ku alîkariya xebatên me yên yekrêzya nav mala Kurd bikin û zûtirin demê de werin gel hev û li ser stratejîyek hevbeş bi tevbigerin.

Her wiha em bang li Îran, Îsraîl û Emerîka dikin ku rojekî zûtir şer rawestênin û bizîvirin ser maseya diyalogê û pirs û pşrsgirêkên xwe bi rêya aştiyê çareser bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Li Rojhilata Navîn hevsengî diguherin, çareseriya pirsgirêka Kurd gelekî girîng e’
Nûçeya Pişt re Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Artêşa Îsraîlê li Lazqiyeyê bombe li depoyên çekan barand

Hate ragihandin ku hêzên hewayî yên Îsraîlê roja Pêncşemê li wîlayeta Lazqiye ya li rojavayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê banga ‘demokratîkbûnê’ kirin

Dayikên Şemiyê ji bo Bahrî Kaganaslan ê ku di bin çavan de hatî qetilkirin, hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

AKP’î di Meclîsê de êrîşî parlementeran kirin

Di rûniştina Meclisê ya Can Atalay de AKP’î êrişî parlamenterê TİP’ê Ahmet Şik kirin. Parlamentera…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump ‘rejîm guherî’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Helsînkiyê şahiya Newrozê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Egîd Efrîn: Gelê Kurd bi hevgirtinê dikare hemû êrîş û komployan pûç bike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?