Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di çarçoveya serdanên partiyên li Başûrê Kurdsitanê de îro li Hewlerê sardana Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan û Partiya Komunîst a Kurdistanê kir.
Şandeya KNK’ê ku ji Hevseroka Giştî ya KNK’ê Zeyneb Mûrad û endamên KNK’ê pêk tê, îro êvarê li bajarê Hewlêrê serdana Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan (Bizûtneweya Demokratîk ya Gelê Kurdistanê) kir.
Şandeya KNK’ê, ji aliyê Sekreterê Giştî yê Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan Hawrê Mam Xidir û endamên Mekteba Siyasî ve hat pêşwazîkirin.
Di civîna her du aliyan de, rewşa Kurdistan, gelê Kurd, guhertin û geşedanên li Rojavayê Kurdistanê hatin axaftin. Di hevdîtinê de îşaret bi girîngiya li dar xistina kongreya netewî ku bi taybet di vê qonaxa ku Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyeke pir hesas û dijwar re derbaz dibe, hate kirin.
Her wisa di hevdîtinê de li ser girîngiya piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, hevdengî û hevhelwesta parçeyên din yên Kurdistanê û tevayî gelê Kurd bi Rojavayê Kurdistanê re hate axaftin.
Şandeya KNK’ê di heman çarçoveyê de serdana Partiya Komunîst a Kurdistanê jî kir. Şandeya KNK’ê ji aliyê Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê Hendirên Ehmed, Berevan Amêdî, Endamê Serkirdayetiya partiyê Nebez Mistefa û Endamê Mekteba Peywendiyên Navendî ya partiye, li avahiya mekteba siyasî ya partiya xwe ya li bajarê Hewlêrê pêşwazî li şandeya KNK’ê kir.
Di hevdîtina şandeya KNK’ê û Partiya Komunîst a Kurdistanê de rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn, geşedanên li Sûriyeyê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û xeteriyên li ser wê hatin nîqaşkirin. Her du aliyan diyar kirin ku pêwîste mafê Kurdên Rojavayê Kurdistanê di Sûriyeya nû de werin mîsogerkirin.
Her wisa di hevdîtinê de proje, çalakî û xebatên KNK’ê yên pêşerojê hatin nîqaşkirin û her du alî li ser yekîtiya netewî ya gelê Kurd û xebatên hevpar yên di berjewendiyên gelê Kurd de hemfikiriya xwe diyar kirin.