Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî daxuyaniyek weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Di roja 15’ê Mijdara 1937’an de pêşengê berxwedana serhildana Dersimê Pîr Seyid Riza ligel hejmarek hevrêyên xwe hatin darvekirin. Em di kesayetiya Pîr Seyid Riza û hevrêyên wî de hemû cangoriyên serhildanê bi rêz û hurmet bi bîr tînin û hişmendiya qirkirinê şermezar dikin.”
Peyama KNK’ê bi vî rengî dewam kir:
“Komkujiya li hemberî gelê me yê li Dersimê yek ji herî hovîtirîn komkujî ya li dijî gelê Kurd e. Bi hezaran keç, kur, jin, kal û pîr bi gule, singoyan, bombebaran û gazên kîmyewî hatin qetilkirin. Zarokên ku hêj nehatin dinyayê di zikê dayikên xwe de hatin kuştin û yên sax jî bi saxî hatin qetilkirin. Ava çemê Mûnzûrê bi xwîna cangoriyan sor bû û herikî. Lê Seyid Riza û hevrêyên wî li gel xelkê Dersimê li hemberî hovîtiya dagirkeran serî netewandin. Komkujiya Dersimê bû sedema êş û hêrseke mezin di zakîreya gelê Kurd de û heta roja îro jî her dewam e.
Bêguman komkujiya Dersimê bi mebesta komkujiya Kurdan hatibû kirin. Dewleta Tirk a ku zîhniyet û siyaseta mêtinger a qirker bi rê ve dibe, ji bo tinekirina gelê Kurd bi dehan komkujî pêk aniye. Lê mixabin mirov dikare bêje ku komkujiya Dersimê ji hemiyan girantir e.
Komkujiya Dersimê, dijminahiya dewleta Tirk a li dijî gelê kurd û tarîtiya vê hişmendiyê bi awayê herî eşkere derxistiye holê. Lewma, di serî de komkujiya Dersimê, mirov nikare bêyî qebûlkirin û rûbirûbûna komkujî û qirkirina li ser gelê Kurd û gelên din, xwendineke rast a dîrokî bike. Dîsa di serî de komkujiya Dersimê, heta em hesabê hemû komkujiyan ji berpirsyarên komkujiyan nepirsin, em nikarin erka dîrokî li ser milê bar kirî bi cîh bînin, bibin xwediyê heqîqet û rast bijîn.
Bêguman têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi pêşvebirina hişmendiya azadiyê, bi têkbirina hişmendiya qirker û mêtinger û bi rizgarkirina gelê Kurdistanê, vê erka dîrokî bi cîh tîne û ji berpirsyaran hesab dipirse.
Em dubare soz didin ku em ê bighêjin vê armancê û li hember bîranîn û têkoşîna bi rûmet a Seyid Rizayan bi rêz û hurmet bîr bînin.”