Pêncşem, 7 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Aştiyê serdana Partiya DEVA’yê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona 15’ê Gulanê li Cizîrê hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê nerazîbûnên xwe nîşanî Miftîtiya Diyadînê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çapemeniya azad Şukru Çatalbaş hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka WMA’yê ji bo dermankirina Nêrgiz Mihemedî bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ew ê di têkoşîna me de her hebin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Em dixwazin êdî têkoşînê bi rêya siyaseta demokratîk bimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştarê piştgirî da daxwaza statuyê ya YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê şert û mercên girtiyên jin gelekî xirab in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Serbixwebûna Jinê: Em piştgiriya tam didin YPJˊê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şopa heqîqetê li zinarên Şengalê: Nûjiyan Erhan
Kurdistan

Şopa heqîqetê li zinarên Şengalê: Nûjiyan Erhan

Beriya Nûjiyan Erhan di nava civaka Êzidî de saziyek taybet a jinan ji bo ragihandinê tunebû. Nûjiyan bi vîzyonek mezin û bi kedek bêhempa bingeha Ragihandina Azad a Jinên Şengalê danî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di dîroka gelan de hinek kesayet hene ku bi tenê bi navê xwe nabin xwedî nasname, lê bi kar û xebata xwe dibin sembola qonaxek nû. Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) ji bo civaka Êzidî û bi taybetî ji bo jinên Şengalê, ne tenê rojnamevanek bû; ew dengê rastiya veşartî, çavê dîroka birîndar û pênûsa tolhildana jinên ku di fermanê de hatibûn dîlgirtin bû. îro ku li Şengalê ji aliyê endanên ragihandinê ve şehîd Nûjiyan tê bîranîn û soza şopandina xeta wê ya heqîqetê tê dayîn, nîşana biryardariya rojanemevanên Êzidiyan ji bo diyarkirina rûyê heqîqetê ye.

RÊWÎTIYA BER BI ŞENGALÊ VE

Dema ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û fermanek nû bi serê civaka Êzidî de anîn, dinya di bêdengiyekê de bû. Hêzên ku soza parastina Şengalê dabûn, xelkê xwe bi tenê hiştin. Di wê tarîtiyê de, Nûjiyan Erhan weke şopdara Gurbet Elî Ersoz, berê xwe da çiyayê pîroz ku li nav birînên xwe digevizî. Armanca wê eşkere bû, diviyabû cîhan bizanibûya ka li wir çi diqewime.

Nûjiyan ne weke rojnamevanek asayî ku tenê nûçeyan berhev dike berê xwe da Şengalê. Ew bi ruhê hevaltiyê, bi pênûsa xwe ya ku ji êşa jinan hêz digirt û bi kameraya xwe ya ku her kêliya berxwedanê tomar dikir, bû beşek ji wê civakê. Wê di nav konan de, li ser zinaran û di çeperên şer de çîroka her jineke Êzidî guhdar kir. Wê nîşanî her kesî da ku ragihandina azad ne pîşeyekî ji bo debara jiyanê ye, lê amûrekî ji bo azadiya civakê ye.

AFRÊNERA YEKEMÎN A RAGIHANDINA JINÊN ÊZIDÎ

Beriya Nûjiyan Erhan di nava civaka Êzidî de saziyek taybet a jinan ji bo ragihandinê tunebû. Nûjiyan bi vîzyonek mezin û bi kedek bêhempa bingeha Ragihandina Azad a Jinên  Şengalê danî. Wê zanîbû ku heta jinên Êzidî bixwe çîroka xwe neneqişînin, kes nikare rastiya wan weke xwe bîne ziman. Wê keçên ciwan ên ku nû ji fermanê rizgar bûbûn, hînî girtina kamerayê û nivîsandina nûçeyan kir. Lê dersa herî mezin a ku Nûjiyan da wan, “pîvanên jiyana azad bû”.

ÊRÎŞA 3’YÊ ADARÊ Û ÎXANETA LI HEMBER HEQÎQETÊ

Dîroka 3’yê Adara 2017’an, ji bo Şengalê birînek nû bû. Dema ku Şengal hêdî hêdî birînên xwe derman dikirin û xwe birêxistin dikir, hêzên PDK’ê (Pêşmergeyên Roj) êrîşî herêma Xanesorê kirin. Nûjiyan Erhan, weke her car, ji bo ku îxanetê ji raya giştî re eşkere bike û rûyê rast ê êrîşê nîşan bide, bi kameraya xwe berê xwe da qada şer. Ew ne şervanek çekdar bû, ew rojnamevanek bû. Lê dijminên azadiyê baş dizanibûn ku pênûsa Nûjiyan ji çekan bi bandortir e. Di encama gulebarana nemerdane de Nûjiyan birîndar bû û piştî berxwedanek 19 rojan, di 22’yê Adarê de gihîşt karwanê şehîdan. Şehadeta wê ne tenê windakirina rojnamevanekê bû, lê hewldanek bû ji bo ku dengê Şengalê careke din di tarîtiyê de were fetisandin. Lê belê, wekî ku her car di dîroka Kurdistanê de qewimiye, şehadetê bi xwe re bi hezaran Nûjiyanên nû afirandin.

JI YEK PÊNÛSÊ BER BI HEZAR KAMERAYAN VE

Îro dema em li Şengalê dinêrin, em bandora Nûjiyan di her quncikekê de dibînin. Navê wê îro di nasnameyên keçên ciwan de dijî. Nûjiyan Erhan bi xebata xwe hêzeka jin a ragihandinê ava kir. Wê dîroka devkî ya Êzidxanê kir belgeyên nivîskî û dîtbarî. Wê nîşan da ku parastina çand û baweriyê, ji parastina sînoran kêmtir nîne. Ragihandina azad a ku Nûjiyan bingeha wê danî, îro li hemberî şerê taybet, li hemberî nûçeyên derew û li hemberî hewldanên ji bo tunekirina îradeya gelê Şengalê, mertalê herî xurt e.

ENCAM Û SOZA ŞOPDARÊN WÊ

Merasîma bîranînê ya li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan, ku li ser gora wê hersal pêk tê ne merasîmek an jî daxuyaneyek normal e, ew nûkirina soza têkoşînê ye. Gulên ku li ser gora wê hatin çandin, sembola şînbûna ramana wê ne. Yekîtiya Ragihandina Jin a Şengalê bi biryardariyek mezin radigihîne ku ew ê pênûs û kameraya Nûjiyan tu carî li erdê nehêlin.

Ji bo ku “rastî di tarîtiyê de nemîne”, rêya Nûjiyan Erhan rêya yekane ye. Ew mamosteya jiyanê, hevala çiyayan û dengê heqîqetê bû. Heta ku li ser çiyayê Şengalê kamerayek bixebite û pênûsek binivîse, Nûjiyan Erhan wê di her nûçeyê de, di her wêneyî de û di her dilê rojanamevanek Şengalê de azad bijî.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li ser milên çiyayê Şengalê: Heybeta Berxwedanê û Keleha Şehîdan
Nûçeya Pişt re ‘Gelê Kurd, bi berxwedan û têkoşînê re xwedî li Newrozê derket’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Birêxistinkirina Hîzbûlkontra (Huda-Par)

Gelê Kurd, hêj ji destpêkê fam kir ku “Hîzbûllah” amûra dewletê ye û ew wekî…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 3’Ê HEZÎRANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Newroza Helebê: Bi felsefeya Rêber Apo wê berxwedan mezin bibe

Di şahiya Newrozê ya li Helebê de, hat diyarkirin ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Rûsyayê ji 8’ê Gulanê û pê ve ji bo du rojan agirbest ragihand, lê Zelenskiy bi hêrs e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê 2 jin hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Egeyê karesata koçberan: Ewlehiya peravê ya Yewnanîstanê berpirsyar hat nîşandan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?