Di dîroka gelan de hinek kesayet hene ku bi tenê bi navê xwe nabin xwedî nasname, lê bi kar û xebata xwe dibin sembola qonaxek nû. Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) ji bo civaka Êzidî û bi taybetî ji bo jinên Şengalê, ne tenê rojnamevanek bû; ew dengê rastiya veşartî, çavê dîroka birîndar û pênûsa tolhildana jinên ku di fermanê de hatibûn dîlgirtin bû. îro ku li Şengalê ji aliyê endanên ragihandinê ve şehîd Nûjiyan tê bîranîn û soza şopandina xeta wê ya heqîqetê tê dayîn, nîşana biryardariya rojanemevanên Êzidiyan ji bo diyarkirina rûyê heqîqetê ye.
RÊWÎTIYA BER BI ŞENGALÊ VE
Dema ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û fermanek nû bi serê civaka Êzidî de anîn, dinya di bêdengiyekê de bû. Hêzên ku soza parastina Şengalê dabûn, xelkê xwe bi tenê hiştin. Di wê tarîtiyê de, Nûjiyan Erhan weke şopdara Gurbet Elî Ersoz, berê xwe da çiyayê pîroz ku li nav birînên xwe digevizî. Armanca wê eşkere bû, diviyabû cîhan bizanibûya ka li wir çi diqewime.
Nûjiyan ne weke rojnamevanek asayî ku tenê nûçeyan berhev dike berê xwe da Şengalê. Ew bi ruhê hevaltiyê, bi pênûsa xwe ya ku ji êşa jinan hêz digirt û bi kameraya xwe ya ku her kêliya berxwedanê tomar dikir, bû beşek ji wê civakê. Wê di nav konan de, li ser zinaran û di çeperên şer de çîroka her jineke Êzidî guhdar kir. Wê nîşanî her kesî da ku ragihandina azad ne pîşeyekî ji bo debara jiyanê ye, lê amûrekî ji bo azadiya civakê ye.
AFRÊNERA YEKEMÎN A RAGIHANDINA JINÊN ÊZIDÎ
Beriya Nûjiyan Erhan di nava civaka Êzidî de saziyek taybet a jinan ji bo ragihandinê tunebû. Nûjiyan bi vîzyonek mezin û bi kedek bêhempa bingeha Ragihandina Azad a Jinên Şengalê danî. Wê zanîbû ku heta jinên Êzidî bixwe çîroka xwe neneqişînin, kes nikare rastiya wan weke xwe bîne ziman. Wê keçên ciwan ên ku nû ji fermanê rizgar bûbûn, hînî girtina kamerayê û nivîsandina nûçeyan kir. Lê dersa herî mezin a ku Nûjiyan da wan, “pîvanên jiyana azad bû”.
ÊRÎŞA 3’YÊ ADARÊ Û ÎXANETA LI HEMBER HEQÎQETÊ
Dîroka 3’yê Adara 2017’an, ji bo Şengalê birînek nû bû. Dema ku Şengal hêdî hêdî birînên xwe derman dikirin û xwe birêxistin dikir, hêzên PDK’ê (Pêşmergeyên Roj) êrîşî herêma Xanesorê kirin. Nûjiyan Erhan, weke her car, ji bo ku îxanetê ji raya giştî re eşkere bike û rûyê rast ê êrîşê nîşan bide, bi kameraya xwe berê xwe da qada şer. Ew ne şervanek çekdar bû, ew rojnamevanek bû. Lê dijminên azadiyê baş dizanibûn ku pênûsa Nûjiyan ji çekan bi bandortir e. Di encama gulebarana nemerdane de Nûjiyan birîndar bû û piştî berxwedanek 19 rojan, di 22’yê Adarê de gihîşt karwanê şehîdan. Şehadeta wê ne tenê windakirina rojnamevanekê bû, lê hewldanek bû ji bo ku dengê Şengalê careke din di tarîtiyê de were fetisandin. Lê belê, wekî ku her car di dîroka Kurdistanê de qewimiye, şehadetê bi xwe re bi hezaran Nûjiyanên nû afirandin.
JI YEK PÊNÛSÊ BER BI HEZAR KAMERAYAN VE
Îro dema em li Şengalê dinêrin, em bandora Nûjiyan di her quncikekê de dibînin. Navê wê îro di nasnameyên keçên ciwan de dijî. Nûjiyan Erhan bi xebata xwe hêzeka jin a ragihandinê ava kir. Wê dîroka devkî ya Êzidxanê kir belgeyên nivîskî û dîtbarî. Wê nîşan da ku parastina çand û baweriyê, ji parastina sînoran kêmtir nîne. Ragihandina azad a ku Nûjiyan bingeha wê danî, îro li hemberî şerê taybet, li hemberî nûçeyên derew û li hemberî hewldanên ji bo tunekirina îradeya gelê Şengalê, mertalê herî xurt e.
ENCAM Û SOZA ŞOPDARÊN WÊ
Merasîma bîranînê ya li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan, ku li ser gora wê hersal pêk tê ne merasîmek an jî daxuyaneyek normal e, ew nûkirina soza têkoşînê ye. Gulên ku li ser gora wê hatin çandin, sembola şînbûna ramana wê ne. Yekîtiya Ragihandina Jin a Şengalê bi biryardariyek mezin radigihîne ku ew ê pênûs û kameraya Nûjiyan tu carî li erdê nehêlin.
Ji bo ku “rastî di tarîtiyê de nemîne”, rêya Nûjiyan Erhan rêya yekane ye. Ew mamosteya jiyanê, hevala çiyayan û dengê heqîqetê bû. Heta ku li ser çiyayê Şengalê kamerayek bixebite û pênûsek binivîse, Nûjiyan Erhan wê di her nûçeyê de, di her wêneyî de û di her dilê rojanamevanek Şengalê de azad bijî.

