Koçberên kantona Efrîn û Şehba yên koçberî Tebqayê bûne û xelkê kantona Tebqayê bi boneya salvegera 7ˋemîn a êrîşên li dijî Efrînê meşek li dar xist.
Meş ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê bi hildana alên QSDˋê û YPJˋê û pankartên “Dema rizgarkirina Efrînê nêz e” hat destpêkirin.
Li qada bajarê werzîşê meş veguherî mîtîngê. Li wir Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Ferîde Îbo axivî û got: “Em 7 sal in li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker îsrara me ya rizgarkirin û vegera li Efrînê zêde dikin.”
Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Tebqa Ehmed El Omer fedakarî û berxwedana xelkê Efrînê silav û pîroz kir û diyar kir ku ew i hember êrîşên dagirkeran û têbkirina wan hevgirtî ne.
REQA
Girêdayî heman mijarê, koçberên kantona Efrîn û Şehba û xelkê kantona Reqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Dibistana Hewarî Bomedîn hat dayîn û ji hêla hevserokê Meclisa Gelan a kantona Efrîn û Şehba Îmad Dawûd û berdevka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehba Efrah Elî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyakirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dewam dikin û hat destnîşankirin ku koçberên Efrînê li herêmên koçberê bûne berxwedanî û rêgeza neteweya demokratîk hilbijartin.
Her wiha di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî û saziyên hiqûqî hat kirin ku li hember herêmê û bidawîkirina dagirkeriya Tirk li herêmên bakurê Sûriyeyê û vegerandina koçberan li herêmên wan bi erkên xwe rabin.