Şemî, 14 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hêzên Îranê ji gundekî li Merîwanê hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meletiyê Newroz hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din êrîşî kampa PDK-Î hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirehman Zal hate spartina axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayek Azadiyê, Ruhê Şehîdekî, Mîrasek Nemir: Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Nurhak Çiya di 15’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 969’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Licê û Hezroyê Newroz bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê gel bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdê Çapemeniya Azad Osman Kiliç hate spartina axê: Berxwedan jiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê bi hezaran daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Koçer: Bi Şamê re şerê me nîne
Rojava

Koçer: Bi Şamê re şerê me nîne

Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber Hesen Koçer diyar kir ku ew diyalog û çareseriya siyasî dixwazin û got: “Bi hikûmeta Şamê re şerê me nîne. Eger êrîş çêbibe, em ê hîn xurttir bersiv bidin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tebax 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber Hesen Koçer anî ziman ku tifaqa ku dewleta Tirk bi hin dewletên Ereb re çêkirî, êrîşa li dijî yekîtiya Kurd-Ereb e û destnîşan kir ku ew ê li dijî êrîşên tasfiyeyê bisekinin. Koçer ev tişt jî got: “Em neçar in şoreşa xwe, gelên xwe, sîstema xwe ya demokratîk biparêzin.”

Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber Hesen Koçer têkildarî êrîşên ku hêzên Şamê û çeteyên nêzî Îranê, rolê dewleta Tirk a di van êrîşan de û planên dewleta Tirk ên li ser herêmê, ji ANF’ê re axivî. Koçer ragihand ku du armancên esas ên êrîşan hene û wiha şîrove kir:

*Ji Dêrazorê destpê bikin û heta hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê istiqrarî û tevilheviyê biafirînin.

*Dixwazin şerê Kurd-Ereb bidin destpêkirin.

Koçer diyar kir ku êrîşkar komên çete yên girêdayî hikûmeta Şamê ne û hikûmeta Şamê van êrîşan koordîne dike û got: “Di encama van êrîşan de sivîl hatin qetilkirin. Gelek malên sivîlên hatin texrîbkirin û qadên sivîl zirar dîtin.”

 

Hevpeyvîna bi Hesen Koçer re, bi vî rengî ye:

“Van êrişên vê dawiyê ku li ser Dêrazorê hatin kirin, şehadeta medeniyan, em sersaxiyê ji bo malbatên wan dixwazin û ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazin. Êrişa li ser Dêrazorê par destpê kir. Yanî par di heman demê de dîsa êriş li ser Dêrazorê çêbû. Du armancên xwe yên esasî yên vê êrişê hene. Yek jê dixwazin tevlîhevî û bêaramiyê bixin nava Dêrazorê û tevahiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbikin. Dixwazin li Dêrazorê tevlîheviyê bidin destpêkirin û derbasî tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Yek jî şerê Kurd û Ereb derxînin. Yanî 2 hedefên xwe yên esasî hene. Kesên ku di nava van êrişan de cihê xwe digirin çeteyên ku girêdayî hikumeta Şamê ne. Hikumeta Şamê bi xwe îdareya van êrişan dike. Bêguman ev bi xwe re bû sedema gelek kuştina mirovên sivîl. Malên sivîlan hatin xerakirin. Ev ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke bêîstiqrariyê û tevlîheviyê çêbike, hate binavkirin. Bêguman Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk bersiva pêwîst dan. Gelê me yê Dêrazorê jî bersiva pêwîst da. Gelê me yê li herêmên din jî piştgiriya gelê Dêrazorê kirin. Weke ku hûn zanin, êrişa çêbûyî li herêmên din jî rastî nerazîbûnan hat. Helwestek hate nîşandan. Dema mirov vê şîrove bike; dewleta Tirk dixwaze vê êrişê dewam bike. Dixwaze tifaqê li gel Sûriyeyê bike ji bo karibe van êrişan dewam bike. Hedef tasfiyekirina Rêveberiya Xweser e. Bêguman ev êrişa ku hikumeta Sûriyeyê kir dikeve xizmeta dewleta Tirkiyeyê, nakeve xizmeta hikumeta Şamê. Ji ber ku dewletek divê êrişê li ser welatiyên xwe neke. Komkujiya ku li ser welatiyên Dêrazorê hate kirin, ispat dike ku ev hikumet ne di xizmeta gelê Sûriyeyê de ye. Vê yekê nîşan dide. Xizmeta dewleta Tirk û hêzên derve dike ku tevlîhevî hîn bêhtir li Sûriyeyê destpê bike. Armanc ew e ku tevlîheviyeke hîn mezin li nava Sûriyeyê bidin destpêkirin.

Bêguman dewleta Tirk niha tifaqa xwe li gel Sûriyeyê, Iraqê dike. Armanc ji vê tifaqê tenê tiştek e. Destketiyên ku îro ketine destê gelên herêmê, wan destketiyan hemûyan tasfiye bike. Yekemîn dixwaze Kurdan tasfiye bike, duyemîn dixwaze gelên herêmê jî, projeyên wan, destketiyên wan tasfiye bike. Tifaqa bi Iraqê re kir jî bi heman armancê ye, ya niha li gel Sûriyeyê dixwaze bike jî bi heman rengî ye. Tifaqa ku li gel hikumeta Iraqê kir bi rastî jî xizmetê ji gelê Iraqê re nake. Xizmeta hikumeta Iraqê nake, tenê xizmeta dewleta Tirkiyeyê dike. Armanc jî qirkirina Kurdan, hêzên demokratîk e. Dixwazin hevgirtina gelan hedef bigirin. Hedefa xwe ya esasî ew e. Ji ber vê yekê wan tifaqan dike. Tifaqên dewleta Tirkiyeyê di xizmeta dewleta Tirkiyeyê de ne.

ARMANCA DEWLETA TIRK OSMANIYA NÛ YE

Derbasbûna dewleta Tirkiyeyê li nava erdê Sûriyeyê ne tenê meseleya hedefgirtina Kurdan e. Gelên din jî dike hedef. Dema ku mirov ji aliyê dîroka Ereb ve jî şîrove bikin, Osmaniyan dema ku 21 dabitên Ereb îdam kirin niha jî 6’ê Gulanê weke cejna şehîdan bi nav dike. Li qada Beyrûdê, li qada Şamê 21 dabitên Ereban îdam kirin. Ev qirkirin e, qirkirina li ser gelên din jî heye. Îro tifaqa ku li gel Iraqê dike, xizmeta dewleta Iraqê nake. Hedef ew e ku bi destê Iraqê gelê Iraqê tasfiye bike. Hedef ew e ku bi destê Sûriyeyê gelê Sûriyeyê tasfiye bike. Armancên xwe diyar e. Armanca dewleta Tirkiyeyê diyar e, dixwaze Osmaniya Nû vegerîne weke berê. Dixwaze herêmên ji destê wê derketî dîsa bixe bin serweriya xwe. Bi hezaran nuqteyên leşkerî li Iraqê çêkiriye, bi hezaran bajarê Sûriyeyê xistiye destê xwe. Dixwaze vê siyasetê bide meşandin. Dixwaze careke din li ser herêmê serwer be. Armanca dewleta Tirkiyeyê ev e. Ji bo wê yekê divê hikumetên li herêmê, bi taybetî dewletên Sûriye û Iraqê diviyabû li dijî tifaqê bi vî rengî rawestiyan, lê belê mixabin niha tifaqan dikin ji bo destketiyên me yên li Başûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê tasfiye bike. Ji ber vê yekê sekna gelê me ya ku li hemberî van êrişan sekneke pir xurt e. Divê sekna xwe hîn xurtir bike. Bi taybetî Kurd, divê yekîtiya Kurdan pêk bîne. Ji ber ku xeteriyeke pir cidî heye ku destketiyên li Başûrê Kurdistanê tasfiye bikin. Ne li ser partiyekê li hev dikin. Divê gelê Kurd bi vê zanibe. Ne li ser partiyekê li hev dikin, li ser gelekî li hev dikin, dixwazin wî gelî qir bikin. Gotina dibêjin ‘Ti pirsgirêka me bi Kurdan re nîne’ dereweke herî mezin e. Destketiyên Kurdan îro di xeteriyê de ne, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê. Divê gelê Başûr vê fêhm bike. Gelê me yê li Sûriyeyê jî divê vê fêhm bike, êrişên dewleta Tirkiyeyê ji bo tasfiyekirina Rêveberiya Xweser e, tasfiyekirina destketiyên gelê me û gelên herêmê ye. Divê em bi xeteriya vê zanibin. Mesele ne partî ye, mesele Kurd in, mesele hêzên demokratîk in, mesele gelên hevgirtî ne, dixwazin wan parçe bikin û qir bikin. Siyaseta dewleta Tirkiyeyê ev e.

Bi taybetî ev êrişa li ser Dêrazorê hate kirin ji vê siyasetê qut nîne. Belê, dibe ku êrişeke leşkerî bi navê çeteyan kirin, lê belê armanc ew e ku bêîstiqrariyê li Dêrazorê pêk bîne û derbasî herêmên din bikin. Dixwazin şerekî di navbera Kurd û Ereban de bidin destpêkirin. Siyaseta ku niha li ser gelê herêmê tê meşandin ew e.

Sekna gelê me, bi taybetî gelê me yê Ereb ku li herêmê rabûn li hemberî nîzamê, li hemberî hikumeta Şamê sekna xwe nîşan da, bi rastî jî sekneke pîroz e. Gelê me yê Kurd jî rabû piştgiriya Dêrazorê kirin. Ev sekneke pîroz e, ev yek hevgirtina gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ispat dike.

WÊ KES NIKARIBE DESTKEFTIYÊN ME JI ME BISTÎNE

Ji ber vê yekê weke Rêveberiya Xweser, armanca me ya esasî parastina destketiyan e. Destektiyên ku me 11 salan bi dest xistine, wê kes nikaribe bi hêsanî ji destê me derxîne. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin, em ê hevgirtina xwe dewam bikin, tifaqa Kurd û Ereb divê hîn bêhtir bê xurtkirin. Ev tifaqên ku dewletên Erebî bi dewleta Tirkiyeyê dikin êriş e li ser tifaqa Kurd û Ereb. Divê em vê rastiyê baş fêhmbikin û baş li ser bisekinin. Tiştê ku Rêveberiya Xweser weke rêveberî berê jî înîsiyatîfeke me hebû, em bi hikumeta Şamê, dewleta Sûriyeyê re nîqaşê bikin ku pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin. Lê belê eger êrişên xwe nedin sekinandin em neçar in li hemberî wê parastina xwe bikin. Tiştên ku me li Dêrazorê kir parastina rewa bû. Wan êrişî sivîlan kirin, wan komkujî kirin. Tiştê ku li Dêrazorê em bikin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bikin parastina xwe ya rewa ye. Yek êrişî me neke em êriş nakin. Ev siyaseta me ya giştî ye. Yê ku êrişî me neke em êriş nakin. Em neçar in weke gel, weke hêza demokratîk xwe biparêzin, sîstema xwe, di nava sîstema xwe de em destketiyên xwe biparêzin. Eger çareseriya leşkerî bidin pêş, ev tê wê wateyê ku Sûriyeyê ber bi rewşeke xirab ve biçe, ber bi krîzeke cidî ve biçe. Ji ber ku 12 sal in ev krîz dewam dike, sedema wê jî nêzîkatiya leşkerî ye. Nîqaş tine ye, ji bo em pirsgirêkê çareser bikin. Armanca me ya esasî ya Rêveberiya Xweser ev e.

Me înîsiyatîfa xwe di 18’ê Nîsana 2023’an de nîşan dan, em bi wê înîsiyatîfa xwe girêdayî ne. Armanca me yekbûna erdê Sûriyeyê, çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê di nava xwe de ye. Armanca me ne ew e ku em şer bikin. Lê belê eger êriş li ser me çêbibe, bila kes loma neke em ê bersivê bidin, bersiveke hîn xurttir bidin. Dibe ku hinek dibêjin şer destpê kiriye, lê ne wisa ye. Êriş li ser me çêbibe, dîsa em ê bersivê bidin. Ji ber ku hêzeke parastinê heye, gelek li herêmê heye divê em biparêzin, em şoreşa xwe biparêzin, em destketiyên xwe biparêzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÊRAZOR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Brukselê çar rojên ji çanda Kurd
Nûçeya Pişt re Xwebûn bi manşeta ‘Sifreyê vergan’ derket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li serayên li Rimêlanê hilberîna zebzeyê

Sera zebzeyan a 36 donimî ya li Rimêlanê, bersivê de di pêwîstiyên zebzeyan ên bazara…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina şandeya Îmraliyê û AKP’ê destpê kir

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi AKP'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Di plana dagirkeriyê de rola cerdevanan

Tevgera Azadiyê bê navber cerdevanan hişyar dikin da ku tevlî operasyonan nebin û nekevin xwîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şandeya Bakur: Em ê heta Salih Muslim bişopînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya Bakur serdana sersaxiya Salih Muslim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya Bakur çû Kobanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê ji bo 10 şehîdan merasîmeke girseyî hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?