Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît piştî êrîşa Alpay Ozalan ê AKP’î li dijî xwe, li Lijneya Giştî ya Meclîsê axivî. Parlamenterên DEM Partiyê bi tilîlî û çepikan piştgirî dan Koçyîgît.
Koçyîgît diyar kir ku êdî gotina AKP’ê nemaye, cihê ku biçê nemaye û wiha axivî: “Em ji vir dibêjin; tiştek heye ku hûn pê nizanin. Em şopdarên Denîzan, Mazlûman, Îbrahîman, Huseyînan, Hakî Kareran û hemû dînamîkên şoreşgerî û berxwedêrên vî welatî ne. Em teslîmî zext û zordariya we nebûn û em ê ti carî jî teslîm nebin.”