Li gorî nûçeya Kolber News’ê, kolberê Kurd Letîf Yaqûbî (45) li navçeya Selmas a Urmiyeyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi giranî hat birîndarkirin.Yaqûbî ku bi giranî birîndar bû, 7 rojan li nexweşxanepyê hat dermankirin jî lê jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku Yaqûbî zewîcî ye û bavê zarokekî ye.
Di sala 2024’an de, li Rojhilatê Kurdistanê 52 kolberên Kurd hatin qetilkirin û 131 kolber jî birîndar bûn.